çûme ser zyafetî mella bekirî ’alî cenab

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  1388 Dîtin
çûme ser zyafetî mella bekirî ’alî cenab
çi biłêm xełkîne! bom nayete ber meddî ḧîsab
xulase cêbecê bûn: řîzê le xwar, řîzê le jûr
hênayan her be dû kes sînîyê yaprax û kebab
ewî meqbûł bê lay xełkî, êste qisey muxtesere
bû be hamsînîy min kere zorxorekî xanexerab
kolarey lêwî ke zinî? ---Teksta ne aşkira ser sînî bû
le tawan cûckî jêr dewrîyeke bû be kebab
hemû car çwarde yaprax û dû cût nanî qewî
bay deda lûlî deda qûtî deda mîslî dewab
çingî gurgî ke be yek ḧemle le goşt řamałî
hate yadim sa’eten zeḧmetî meř, cewrî qesab
derunî hate coş û metłebî doy tirşî dekird
kase doy naye ser û dû qumî lê da be şîtab
alqisihErebî ew şewe bedbexte wehay kird be xwerş
wexte bû qîrtebeqî nan le mela bête cewab