le řûy tîrî mujey xûnřêzî meḧbûb

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  1005 Dîtin
le řûy tîrî mujey xûnřêzî meḧbûb
seraser mułkî dił piř bû le aşûb
supay bergeşte bû çawit le mujgan
şikandî ẍalîbî diłha be meẍlûb
beser diłma ḧewałey ẍemze ta key?
debê çî bê xeracî mułkî mexrûb?
biłên: ba zîştiřû dîba nepoşin
çi ḧasił sûrmesa bê çawî me’yûb?
le řêy mîhra be îqdamî ’eyadet
eger mecrûḧî yad ka yarî meḧcûb
mujem bahem be řiştey dił debestim
dekêşim řehguzarî cumle cařûb
geyandî bom seba boy ’etrî gêsû
wekû pîrahenî yûsif be ye’qûb
le ḧeşrîşa serukarim be ’îşqe
eger destim bigate destî metłûb
le ’îşqa her minim hemdersî mecnûn
le sebra her minim ustadî eyyûb
feraẍet se’be bo ’aşiq le hîcra
be salimNasnava edebî zehre bê to ekil û meşrûb