le zułf û egrîcet bo kułim û ẍebẍeb

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  734 Dîtin
le zułf û egrîcet bo kułim û ẍebẍeb
muheyyaye le řêy dił mar û ’eqreb
le xakî astanet ta muqîm bim
kîfayetme lecêy en’am û menseb
le lewḧî terbyet neyxiste yadim
becuz elfî qedit ustadî mekteb
berîy ḧusne perî ta to dyarî
le řûy meh nanwênê şewqî kewkeb
lebî tîşnem xerîkî zîkirî toye
heta řoḧim le tenda dête ser leb
tełeb nakem le qapî kirdigara
beẍeyrez wesłî diłber hîç metłeb
qełem serxoşe salimNasnava edebî bo tereddud
le te’lîmî belaẍet mîslî merkeb