ya řesûlełła dexîlek řûm nîye bême ḧuzûr

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 3 Xulek  2321 Dîtin
ya řesûlełła dexîlek řûm nîye bême ḧuzûr
wek dizan gerdenkeç û şermende wêstawim le dûr
gerçî sermayem nîye xo musteḧeqqî řeḧmete
řengî zerd û řûyî řeş, mûyî sipî û firmêskî sûr
wek le goşey bêşeda mel bête tûşî dam û daw
tûşî nefis û tûşî şeytan bûm ẍerîb û bê şu’ûr
musteḧeqqî řeḧmetim, ey mestî ḧeq! ey destî ḧeq!
destî min bigre le nar û bimxe nêw deryayî nûr
řoḧ leser lêwim nefesgîre, le nêw xewf û řeca
çaweřêy fermanî toye: çête der, ya bête jûr
tabî gêsût weqtî xende tabşî řût bû, witim:
nerdebanî ’erşe payey lamekan mayey ḧuzûr
ta xes û xaşakî ber dergahî tom bo dest bida
çîm le gułzarî beheşt û lezzetî ḧûr û qusûr
yadî řûy tom kird û aramî nehêştim nûrî ḧeq
awrî tê berdam şu’a’î řoj be teqrîbî bilûr
dengî bê řengî seday hat řeng û dengim pê nema
baẍî řoḧefza depşikûtin le pûşî wişk û zûr
řûy wederna, mûy perêşan kird diłî pêdamewe
ye’nî: her emnim şefî’î ’asîyan řojî nuşûr
taqî ebrom dî, ’eyan bû sucdegay mulk û melek
tabşî řûm dî, wederkewt baregay nûrî sudûr
ey şehenşahî serîrî ’erş û řoḧanî ẍulam!
çilçiray ’alem feraz û şanşînit mah û hûr
şanşînit ’erşî e’zem, cîlwegahit ferşî xak
mezherî we’d û we’îdit, sewtî řîzwan nefxî sûr
ey gułî gułzarî weḧdet, serwî baẍî îstîfa
’arîzit weqtî beyanan, qametit weqtî zuhûr
ey cemałit baweşênî şahbałî cubre’îlNava taybet
cayřûbî xakî řêt kakołî ẍîlman zulfî ḧûr
bendeganî ’aşiqî řûtin sitarey mîhir û mah
zeřxiřîdey xakî pêtin ’enber û mîsk û bixûr
xoşniwîsî musḧefî řût bo řewacî ḧusnî to
xoş xetî kêşa beser ayatî tewřatNava taybet û zebûrNava taybet
ger tecellay ḧeq muradî cîlweyî řûy to nebû
çawî «mûsa» key debû řûn bê be surmey kêwî tûrNava taybet
to û xemî gîsût ke teşrîḧe le sîřřî řoj û şew
to û xutûtî řût ke tefsîre leser ayatî «nûr»
to bî û zatî xuda - qurban - we hawarim were
ew demey bêkes demênim debme luqmey mar û mûr
dem be xende yek dem ey keşşafî sîřřî lamekan
kafîye carêk bifermûy bo wefayîNasnava edebî ya ẍefûr