ya řesûlełła dexîlek řûm nîye bême ḧuzûr

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 3 minutes  2320 views
ya řesûlełła dexîlek řûm nîye bême ḧuzûr
wek dizan gerdenkeç û şermende wêstawim le dûr
gerçî sermayem nîye xo musteḧeqqî řeḧmete
řengî zerd û řûyî řeş, mûyî sipî û firmêskî sûr
wek le goşey bêşeda mel bête tûşî dam û daw
tûşî nefis û tûşî şeytan bûm ẍerîb û bê şu’ûr
musteḧeqqî řeḧmetim, ey mestî ḧeq! ey destî ḧeq!
destî min bigre le nar û bimxe nêw deryayî nûr
řoḧ leser lêwim nefesgîre, le nêw xewf û řeca
çaweřêy fermanî toye: çête der, ya bête jûr
tabî gêsût weqtî xende tabşî řût bû, witim:
nerdebanî ’erşe payey lamekan mayey ḧuzûr
ta xes û xaşakî ber dergahî tom bo dest bida
çîm le gułzarî beheşt û lezzetî ḧûr û qusûr
yadî řûy tom kird û aramî nehêştim nûrî ḧeq
awrî tê berdam şu’a’î řoj be teqrîbî bilûr
dengî bê řengî seday hat řeng û dengim pê nema
baẍî řoḧefza depşikûtin le pûşî wişk û zûr
řûy wederna, mûy perêşan kird diłî pêdamewe
ye’nî: her emnim şefî’î ’asîyan řojî nuşûr
taqî ebrom dî, ’eyan bû sucdegay mulk û melek
tabşî řûm dî, wederkewt baregay nûrî sudûr
ey şehenşahî serîrî ’erş û řoḧanî ẍulam!
çilçiray ’alem feraz û şanşînit mah û hûr
şanşînit ’erşî e’zem, cîlwegahit ferşî xak
mezherî we’d û we’îdit, sewtî řîzwan nefxî sûr
ey gułî gułzarî weḧdet, serwî baẍî îstîfa
’arîzit weqtî beyanan, qametit weqtî zuhûr
ey cemałit baweşênî şahbałî cubre’îlNamed-Entity
cayřûbî xakî řêt kakołî ẍîlman zulfî ḧûr
bendeganî ’aşiqî řûtin sitarey mîhir û mah
zeřxiřîdey xakî pêtin ’enber û mîsk û bixûr
xoşniwîsî musḧefî řût bo řewacî ḧusnî to
xoş xetî kêşa beser ayatî tewřatNamed-Entity û zebûrNamed-Entity
ger tecellay ḧeq muradî cîlweyî řûy to nebû
çawî «mûsa» key debû řûn bê be surmey kêwî tûrNamed-Entity
to û xemî gîsût ke teşrîḧe le sîřřî řoj û şew
to û xutûtî řût ke tefsîre leser ayatî «nûr»
to bî û zatî xuda - qurban - we hawarim were
ew demey bêkes demênim debme luqmey mar û mûr
dem be xende yek dem ey keşşafî sîřřî lamekan
kafîye carêk bifermûy bo wefayîPen name ya ẍefûr