ey çiray zułmetkedey dił ey celay nûrî beser

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  1613 Dîtin
ey çiray zułmetkedey dił, ey celay nûrî beser
to û cemałî bakemałit, aftabî ya qemer?
şew eger to mahtabî, întîzarî ta bekey?
roj eger to aftabî, boç le hewran naye der?
cîlweyêkit piř be ’alem bo şehîdan ’umrî new
xendeyêkit piř be dunya bo nexoşan gułşeker
ab û tabî řûte mayey soziş û giryanî min
ga ẍerîq û ga ḧerîqî mîhrî řût wek nîlûfer
awî çawim bote mayey soziş û giryanî dił
ga nexoş û mest û ḧeyran, ga behoş û baxeber
wa fîgar û řenceřom kafir be ḧałî min nebê
bêqerar û eşkibar û, dûr le yar û derbeder
hênd leber awrî fîraq û îştyaqit mamewe
bû be koy zûxał derûnim, bû be xwên can û ciger
destî min damanî zulifit ba le řût meḧrûm nebim
řewşene muşkîl guşay şew zîndedarane seḧer
dwênê deyfermû: be hewyay wesłî řuxsarim mebe
ta wekû zulfim nebî gerden keç û deste û nezer
sed şukir hênamye ber ebro le qeydî zulfî xoy
paşî ’umrêkî dirêj bałî humay awîtme ser
ḧorî ’eyn, řuḧulqudus, yaxo melayk, ya perî?
ya eto bûy wa xeraman hatî řoḧim hateber?
xoş be naz fermûy: «wefayîNasnava edebî» ’umrî xoy hîç řabward
ya be qurbanî demim bû ya be sergerdî kemer