badî newrozî ewa hat gułweşan û ’etirbar

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  1744 Dîtin
badî newrozî ewa hat, gułweşan û ’etirbar
wek şemîmî řûyî diłber, wek nesîmî zulfî yar
guł qerarêkî be bulbul dabû dîsan bête baẍ
zor neçû, bay we’de boy hêna newîdî newbehar
wek şehîdî zulf û řûy diłber leser yek kewtûn
ta qyamet mat û bêdeng û xemoşin lalezar
boy wenewşe û sunbułe seḧra seraser to dełêy
bay seba ’enber debarênê le deşt û kohsar
meylî kirde coybaran serwî gułruxsarî min
cennetêkî dîkeye emřo kenarî coybar
ser beser zîkir û ḧedîsî gułşen û seru û gułe
neẍmeyî gułbangî bulbul, dengî qumrî, sewtî sar
bû be mayey sozî cerg û dûdî ahî ’aşiqan
guł be řûyî ateşîn, sunbul be zulfî tabdar
baẍ dełêy meyxaneye, pîrî muẍan guł, meyfiroş!
lale serxoş, erẍewan peymanekeş, nêrgis xumar
guł be naz û ’îşwe xendan, bulbulî aşufte ḧał
neẍme perdaz, mest û ḧeyran, dił fîda û can nîsar
wesił û giryan qurb û hîcrane terîqî ’aşiqî
fesłî guł boye le serçawan weha aw dêtexwar
her gułê řengêkî bonî řeng û boy diłber deda
řengî bêřengî temaşaken! be çawî î’tîbar
bo tenî diłmurdegan karî mesîḧayî deka
sebiz û xuřřem, diłguşa, canbexşe, deşt û kohsar
’etrî berda ẍunçedem, nêrgis nîgahî kirdewe
dûdî ’ûdî mecmerî baẍ bû be def’î çawezar
eşk û ahî min heta bê zortire asûdegîm
řaḧetî řoḧ û diłe, ab û hewayî sazgar
dem be dem seru û sinewber wa ke her dên û deçin
’aşiqin sewdaserin meczûbî guł bê’îxtyar
’uşretî herdû cîhan dênê «wefayîNasnava edebî» firsete
goşeyî gułzar û camî bade û řuxsarî yar