areq řûy dagirtî leber pêkenînit

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  1477 Dîtin
areq řûy dagirtî leber pêkenînit
şebnim le guł barî řojî girt perwînit
tuxuda zulifit labe ta têr kułimit maç kem
řêy bulbul ba negrê lew baẍe perjînit
zulifit xetakar bû çawit biroy daxist
ba biçîn maç keyn destî şay çîn û maçînit
çawbazey çaw meste, lew badey eleste
destim bigre heste, to û dîn û ayînit
kewtûme nêw zulifit bo xot bigre destim
kafir bûm bê îman, ta bême ser dînit
şew ta seḧer wek guł dił piř le xwênawim
ya xuda şemał bênê, bênî ’ereqçînit
qurbanî ew řengem dunyay řengand řeng řeng
bew řenge bê řengey řuxsarey řengînit
zulifit řûy dapoşî, ebrot ’ereqnake
řojyan lê kirdime şew bew mah û perwînit
řuḧimit pêmda nehat şîrîn xudagîr bî
řoḧî bo to dana ferhadî miskînit
boç her wefayîNasnava edebî bû şêt bû we kêwan kewt?
sed xusrew ferhade bo lêwî şîrînit