yar hate tebessum be henasey minî mebhût

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  834 Dîtin
yar hate tebessum be henasey minî mebhût
guł guł be nesîmî seḧerî ẍunçe depşikût
wa zulfî leser gerdenî laçû be henasem
şew fecrî beyan bû ke nesîmî seḧer engût
hařûtî diłim hat û le çahî zenext kewt
sergeşte le dûy ẍemze be dû nêrgisî cadût
ebrot mededî zulfe be kêşanî diłanda
boyêkî weha xem buwe şahên û terazût
sef beste hemû muntezîrî emir û nîgahin:
qullabî mujet, zulfî řeşt, goşeyî ebrût
heryêkî lelayê be temay qetłî «wefayîNasnava edebî»n:
tabûrî ḧebeş, leşkirî çîn, ’eskerî hîndût