nîgara ey be ẍemze afetî dił, çawî bîmarit

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  3035 Dîtin
nîgara ey be ẍemze afetî dił, çawî bîmarit
eman ser ta qedem sûtam le dûrîy nûrî dîdarit
desa řuḧmê wefadarim! be ḧałî dad û hawarim
ke wek bulbul diłî zarim denałê bo gułî zarit
serim nawê eger neyxem be ḧełqey perçem û çawit
diłim nawê eger neykem be fîdyey çawî ’eyyarit
esîrî zulfî xawî tom, şehîdî řemzî çawî tom
emin gîrawî dawî tom, le sed cê dił birîndarit
şehîdî nazî tom û daẍdarî baẍeban ey guł
le dûrî to binałim? ya leser bêdadî eẍyarit?
emin nemdîwe hîndû baẍebanî baẍî cennet bê
be şîrînî çi diłkêşe? binazim xałî řuxsarit
lelayê şekkeristane, lelayê abî ḧeywane
eger guł bê eger ẍunçe, leb û zarî şekerbarit
«wefayîNasnava edebî», dûr le wesłî towe pabendî telîsmêke
leser gencî cemałit kewte dawî zulfî řeşmarit