el’eman ser ta qedem sûtam û cananim nehat
Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
2 Xulek
2990 Dîtin
el’eman ser ta qedem sûtam û cananim nehat
çaw le surmey xakî řê bûm, řaḧetî canim nehat
xał û xet gułzar û řengî şoxî bêbakim nedî
zulf û řû hîndû feřengî şahî xûbanim nehat
ey ’eceb giryam wekû hewrî beharan û keçî
pêkenînî ew gułey kakoł perêşanim nehat
çawî xwênîn ẍerqî perwîn bû le bêmîhrîy gułim
mat û ḧeyranim leserçî mahî tabanim nehat?
ḧełqeyî zunnarî zulfî bû be mîḧrabî du’am
turkî kafirkêş û yarî namusułmanim nehat
teşne leb dêwane bûm, sergeşteyî zułmatî ẍem
diłberî bała biłindim, abî ḧeywanim nehat
ke’beyî řoḧim, ḧebîbî min, ’eceb peyda nebû
qîblekey dînim, tebîbî derdî penhanim nehat
ney sîfet nałînme, bulbul terîqet şînme
şay şeker lêwan guł û egrîce lerzanim nehat
bû be xwên ẍunçey diłim, nemdî heway xendey gułim
sût der û jûrim, seday berqî beharanim nehat
çend be çend giryam heway ’îşqim leser xałî nebû
ẍerqî tofan bûm keçî teskînî sûtanim nehat!
wek «wefayî» ta bekey bigrîm binałênim biłêm:
el’eman ser ta qedem sûtam û cananim nehat