le ẍurbeta

Li pirtûka:
Le Xurbeta
Berhema:
Mihemmed Umer Usman (1957-2019)
 12 Xulek  3867 Dîtin
sîney piř ahim.. hewrê tya degrî û
le çawanmewe.. baran danaka!
’umrîşim.. befrî ber hetawêke..
her ebê be şwên mirdina řaka
***
kê bê payîzî diłî awarem..
binête koşî qirimzîy behar?
keştîyyekî wêł le deryay tûşa..
to biłêy řojê bigate kenar?
***
ba xom gêl nekem.. minî ẍurbetîy..
kenarim tof û şestebarane
kes nagrî beser řuxsarî mina..
tem û mijêkî dem êwarane
***
bo şadmanîy zor kurte temen..
bo kwêrewerîy.. nabřêtewe
çon giř nagrê befrî berhetaw?..
xo dway çend satê.. ser’enêtewe!
***
befrî ber hetaw.. çîye cwanîyekey..
ger xwên nehênê le destî gizing?
eger nebête cengełî hawar..
ke twanewe ’umrî naye çing
***
ay çende meylim le giryanêke..
dił û cergimî tya bitwêtewe
tenyam û tenya.. kes nîye baweş..
bo em azarey min bigrêtewe
***
le taw tenyayî.. dwênê nîweşew..
çûm segêkî mat bigirme baweş
çawanî etut gełay payîze..
ewîş cêy hêştim.. tif le bextî řeş
***
şew nîweşewan.. pyasey nîweşew..
segêk aşna be řoyştinî řêm
çawim ebřîye çawanî zerdî..
çemî ’atîfey eřişte ber pêm
***
leber řehêłey birsêtîya.. ay..
řenge ew sege êsta mirdibêt!
be dem henasey gyan derçûnewe..
yadêkî minî tenyay kirdibêt!
***
gułî çend hewrê.. wa bû be çepik..
birûskeyekîş bû be gułdanî
gułdan eşkêt û be henaseyek..
bałam teř eka.. tawe baranî
***
le pasarêka çořawgey baran..
muçřike û tezû dênê be leşma
ew řojanem bîr ekewêtewe..
nîgay pişko bû le xwênî geşma
***
ew řojanem bîr ekewêtewe..
diłim befir bû.. nîgam zerdepeř
tilyak be xwênim na’aşna bû
ne eşkî germ.. ne kispey ciger
***
lêk cyabûynewe bê mał’awayî..
xewnekanim bû be tem û dukeł
dił wêraneye û cêy kune pepû..
şînê bigêřim bo cirîwey mel!
***
bibim be sofî û le sarayekda..
xew be řuxsarî xwawe bibînim?!
axo le nûrya emşarête we..
gwê řa’edêrê bo seday şînim?
***
bibme řahîb û le naw dêrêka..
legeł lêdan û ziringey zenga
şîwen kem beser řeş poşîy xom û
peykerî ’îsay mat û bê denga
***
ey le kenîsey soz û esrînma..
řahîbeyekî çawkałî řeşpoş
yek yek momekan da’egîrsênê û
diłî tezîwî min egrête koş?
***
satê eçme jêr çe tirî baran..
sîmay «dêrînî»m dêtewe ber çaw
satê hewre kan eřewênewe..
ewîş win e bê we k tinukê aw
***
xozge emtiwanî lenaw pêkêka..
a.. ew hewrane gişt bixomewe
be piley peyjey birûskeyeka..
ser kewm.. be giř dił bişomewe
***
êwaran serim ebête sûtû..
lesaw sêberî dirextî eşka
dirextî giryem.. liq û çiłî řût..
kê çend gułêkî xendey lê beş ka?
***
xełkî be şêtyan edame qełem..
ax ew řojaney leber barana
diłî piř eşkim.. etuwayewe..
le çaweřwanîy dem êwarana
***
xełkî be şêtim edene qełem..
nazanin ke min «ba» exwênmewe
tinokê baran ḧerfî şî’irme û
agirî ’eşq çote xwênmewe
***
xozge emtiwanî giř le xom ber dem..
dukełim bibê be taray ser řût
yan bimirim û seg le laşem têr bê..
dinyay řwanînim mirdine û tabût
***
tabûtê be ber demma řadebrê..
axo ser be çi małêka bika?
le çi kuxtêkî sard û tezîwa..
řeşebay germe şînê heł bika?
***
ne’.. to biłê ew textey tabûte..
te rimî çi sewze dirextêke.. ay?
lankey çend melî lanewaz buwe..
çi şoxê buwe çi zamêke.. way?
***
erxewanêkim dênêtewe yad..
be gořistanêk çoł û sardewe
çirpey dû diłî namo û tezîwî..
le gerdelulî şar eşardewe
***
ew erxewane.. demew êwaran..
eçûyne jêrî û baranî çirpe
ebuwe aramga û gerdelulî şar
diłî ne’ekird be bêşey xurpe
***
eyut.. biřwane ew xamoşîye..
mezar beheştî xoşîy nedîwe
dirextî meyl û şeř û ajawe..
le gořa řeg û řîşey řizîwe
***
ta xołemêşî bikuj û kujraw..
le gořa le yek cya nakirêtewe
mirduwekan mestî xewêkî qûłn..
melî eşk.. bałî tya nagrêtewe
***
wêney dû dił û tîrêkman hełkend..
leser qedî ew dar erxewane
tuxwa to biłêy ew dare mabê?..
yan ewîş sûtûy ser gořekane!
***
le êwarana.. ay řenge êsta..
leser biniçkekey qeleřeşkeyek
hełkurmê û çawî biřjênê sîḧrî..
řiq û negbetîy û fîtne û geşkeyek!
***
êwareyekî pirteqałîyye..
dinyay řwanînim nuqmî barane
dił be kenarî awabûnewe..
xwênî lê etkê.. keylî giryane
***
le dinyay diłî syapoşmewe..
çaw xafił nakem qet lew hewrane
hewr temenî edate baran..
baran henasey bew cogelane
***
cogele ’umrî ebexşête çem..
çem be řûbar û.. řûbar be derya
deryaş diłî le miştî xoraye û
nihênî baran wa lejêr serya
***
diłopî baran çendî sewz ebê û
le ẍerîbîya ser enête we?
çendî le lepî destî winbûna..
emrê û kes termî nabînêtewe!
***
diłopî baran termî mirduwe..
yan minałêke giřugał eka?
řêjne û řehêłe germe qaqaye..
yan giryanêkem małewmał eka?
***
êwareyekî mat û ẍemnake..
řwanînekanmî tya sergerdane
carcar hewrekan ebne pencere..
zerdepeř eda le řûy wêrane
***
oqre û îlhamim darêkî wişke..
nuqmî kize bay bê aramîyye
seg weřî taw taw.. girmey gewałe..
mosîqay diłey piř sersamîyye
***
ay çon bem hemû janewe ejîm
ke diłim laney dûpişk û mare?
be şêwe zîndûm.. mirdûm le naxa..
to biłêy mirdin bibête çare?
***
bê ewey kesê minî nasîbê..
siteme laşem biçête jêr gił
ax.. xozge le jêr kuxtî şî’rêka..
aramî egirt ge ridelulî dił
***
dad bo xwa ebem.. nehêłê bimirim..
ta xamem janim ehonête we
wekû çon sałan be tałî sipî..
yadî le qijma enûsête we
***
mirdin lêm geřê.. emşew xom emirim..
ta şî’rê bênme bûn û jînewe
le serabêkam.. xwênim esûtê..
be sozî tavge û çemî şînewe
***
mirdin pêm ełê: to tewaw şêtî..
wişe cêy jantî tya nabêtewe
ser xe ser singim.. çawanit lêk nê..
kes nîye firmêsk bixiwênêtewe
***
kwa şî’rê janî min bigrête xoy?
şînim pê bikenê be demtanewe
firmêskim se rika «tancero»yek bê..
biřjête gomî wîjdantanewe
***
ax.. bo tanceroş.. tanceroy caran..
to biłêy çawim pêy řûn bêtewe?
to biłêy qijî maş û birincîm..
be dîdarêkî řeş bibêtewe?
***
bîrme minał bûm legeł bawkima..
le tenîşt pirde řuxawekewe
qulapî masî girtin le destima û
qaçim exsite naw awekewe
***
ay be minałîy.. be nukî qulap..
çend korpe masî naw tancerom kuşt?
masyekî naw gomî tenyayîm..
dergay merg le xom kewtote ser pişt
***
min pirseyekim.. hîç kes nambînê..
bêt û danîşê û fiřka qaweyek
wird bêtewe le deryay nałînim..
bigrî bo mergî çend serçaweyek
***
deryay nałînim gořistanêke..
aramgay sedan çemî serbiřaw
çe m qet serçawe nabînêtewe..
befrî xozgeşim řoyî bû be aw
***
be soz û yadî hewarî bałay..
zistanî par bû.. le řêbendana
befrî be ridergam kird be peykerê..
ta tezwî oxey bênê be gyana
***
nek oxey her dem.. bo taqe satê..
befrîne kiçê.. befrî sardusiř
şêwey binwênê û henasey oxey..
demarekanim piř bika le giř
***
şew ba hełkat û bîbestê peyker..
takû yek dû řoj.. bimênêtewe
ber lewey xor çing le sîney gîrka..
’umrî cwanîy lê bisênêtewe
***
şew nûstim.. sibey.. katî çêştengaw..
bû bû be hełm peykerî bałay
le û řojewe min le tîşkî řoja..
wêłim bo wirşe û pirşey nêw nîgay
***
cwanîy temen kurt.. ’eşqêk ebedîy..
bo zerdepeřê le awabûna
waney meşqêkî bê kotayîye..
le cwan pe ristîy diłey zebûna
***
of dinyay cwanîyş.. momî kujawem..
xoy tya enwênê.. dîmenêkî pest
sîmay pepûley hełqirçawî şew..
le temaşama.. giryanêke xest
***
momîş.. temenî.. kizey.. sûtanî..
barimtey denke şiqarteyeke
he r destêkîş bê daybigîrsênê
ba’îsî mergî pepûleyeke
***
çendîn şew leser nizirgekan min..
bûme koy zuxał.. sûtam wekû mom!
leser nizirgey dił.. mişayexê..
momêkî nîgay danegîrsan bom
***
min mîratgirî sedan payîzim..
hetawî xemî min awa nabê
hetawêk sard û siře wek mirdû..
řenge bûnîşim firmêskî xwa bê!
***
xwa gewreyî xoy be min bexşîwe..
bo azarekan le hest kirdina
ew şepolane û keştîyekî şiř..
heres ehênim le xogirtina
***
mirdin gêjawe.. bê sewłe keştîym..
řêşim gerdawî çeqo û xencere
çiş le mirdinim lem řê tûşeda..
ger goranîyye k bê be pencere
***
çî samnaktire.. çî ẍemnaktire..
le minêkî te nyay naw durgeyek çoł?
gyanêkî mandû.. hestêkî nalî..
xozgey maçêkî deştî xak û xoł
***
kê bo xezanî ’umrî min degrî?..
kê be dîy eka ge łařêzanî?
payîz firmêske le çawî hewra..
kwa hewrî min û qułpî giryanî?
***
take penagam payîze û kizey
şînê le diłma kef û kułyetî
kê leber kostî mina xoy degrê?
diłim bulbule.. payîz çiłyetî
***
demew payîzan řû le şêt bûnim..
payîz kenîse û xełwetgay mine
tirpe û lêdanî dił xezanêtî û
le řwanînî çawanta wine
***
payîzim zame û hemîşeyîye..
řuxsarî behar nayşarête we
le qułayîma.. gełařêzane..
ziryanî naxim nabřête we
***
min boçî nemirim? bo nebme hewrê?
têr bigrîm beser bałay azîza
bo azîz řoyî û le min napirsê?..
temêkim le naw koşî payîza
***
bo be sûtûy dił çawî nařêjê?
bo namdate ber kize bay ahêk?
boçî bo jûre sard û çołekem..
nakate dyarîy pe nicerey axêk?
***
bo dił şimşałe û nałîn eyjenê?..
bo ew napirsê le ah û xurpey?
le daristanî sewzî bîstinma..
bo xamoş buwe çolekey çirpey?
***
le nisêy merga.. gîngił edem û
diłim her le lay çirpe kanêtî
ḧez û arezûm çolekeyeke..
kizebay payîz nîştimanêtî
***
payîz le dinyay şî’rî wêł bûma..
asmanêkî piř le gerdelûle
payîz le xwênma mome û esûtê..
payîz le diłma zamêkî qûłe
***
payîz bû katêk biłêsey nîgay..
giřî berdaye hewrî sardî dił
payîzî nîgay he łwerî û řoyî..
xoşewîstîmî naye koşî gił
***
dek payîzim řo.. werzî şa’îrîy..
dił gełaye kewa le ber «ba» da
ke hanaş ebem bo payîzî nax..
tamî payîzî çawanî nada!
***
bo çwar werzî sał nabête payîz?..
ta nîgay ewm herdem nîşan da
e û nîgayey le singima esûtê û
çexmaxe eda le naxî gyanda
***
payîz bû.. baran nim nim ebarî..
nîgay çawanî payîzîy û mestî
we k çem řijaye deştî gyanmewe..
destî xozgemî xiste naw destî
***
baran ebarî û jêr çetrî pasêk..
bo yekem bînîn bû be jwange
bû be pencere bo ser gořekem..
lêm win bû.. řoyî.. řuxa řwange
***
ax bo destêkî piř le mîhir û soz..
bûnim eşkêke be gilênemewe
şî’irim wek payîz hetîw kewtuwe û
payîzîş dyare be wênemewe
***
daway şî’rêkî sewzim lê meke..
behar le ’umrî min bê berîye
biřwane qijî maş û birincîm..
ke defterêkî kwêrewerîye
***
pirseye egirim bo em payîze..
çend xoşe leber şeste barana
leser ew geła zerdane bimirim..
le say berame û boy çinarana
***
řojêkî payîz.. mest bûm.. elerzîm..
le naw baxêka nuqmî xezan bû
hawřêyek koşê gełay dagîrsan..
giřî gełay zerd bo tînî gyan bû
***
leylakem çawî dû gełay zerde..
witim.. to çît kird ey hawřêy azîz?
ew koçî kird û toş çawît sûtan..
bo giř ber edey le gełay payîz?
***
tu xwa ger mirdim.. geła kifnim bê..
demîşim piř ken le gełay werîw
tabût û gořim çiłî payîz bê
û termim menêne naw xakî tezîw
***
xo payîzîş xoy.. gełařêzanî..
řa’ekşê lenaw tabûtî «ba»da
mirdinêkî bê pirse û giłkoye..
haware û dengî naga be xwada
***
ḧez ekem payîzî ’umirim..
hewr bê le çawî asmana
giryanêk bê.. bê kotayî..
semayek bê le sûtana