kost
Li pirtûka:
Le Xurbeta
Berhema:
Mihemmed Umer Usman (1957-2019)
3 Xulek
1665 Dîtin
ay çi řojêkî şum û ẍemnake!..
ke xor xinkawe le tem û mija
şa’îrê be dyar termî xorewe..
egrî û zistanî hatuwe be gija
diłî wêranem êsta sard û siř
le zistanêkda çon bû be hełm..
řojê lêwanlêw le biłêse û giř?
bo cestey siřî min da’ebarî?
bo minî xeste dû baxî nîgay..
gełay firmêskî ekirde dyarî
wa destî zistan le derga eda?
ax.. le suçêka ser enêmewe..
mergêkî xamoş wek mergî geda
nem’ewt nuqmî muçřike û befirim
xeyał eybirdim berew germesêr..
ew befre bûbuwe sabat û kepirim
ke gełaş nebû be řûy darewe
min gułzarêkim ehate ber çaw..
be çiłî řûtî befranbarewe
minî xiste jêr barî cewrewe
be yadî azîz sereřê egirim..
xom exeme jêr bałî hewrewe
ew řojaney ke nageřêtewe
ew befrey leser řêy koçya barî..
le diłî mina çon etwêtewe?
kê.. kê xoy eka be çetrî serim?
kesê nabînim sîmay lew biçê..
ber le mirdinim hanay bo berim
gişt kiłobefrî êware koçî
le dinyayeka piř le çetrî řeş..
min befir nekem be çetir boçî?
azîzim serî têda nayewe
be êwareyek serim sipî bû..
be ahim befir netuwayewe
eşkim řijane ser şwên pêkanî
ḧezmekird şwên pêy nesřêtewe..
be serya bigrîm heta beyanî
xwênî bitkênme ser şwên pêkanî
řîzêk şwên pêy sûr.. beser befrewe..
cwanîyek nîye.. şan ba le şanî
carêkî tir xor hełneyetewe!
ta şwên pêkanî leser ew befre..
heta hetaye nesřêtewe
diwayn tiruskey awatî minin
lejêr pêy xełka esřênewe û
gişt cwanemergî destî mirdinin
diłme be jêr pêy řêbwaranewe!
ebê be aw.. we ekewête jêr..
befir barînî êwaranewe
emba berew goř kizeba û temî
le çawma hewrî ḧesret û pirsyar..
çexmaxe eda.. keyle le ẍemî
temî meynetîm.. binête naw mişt
řojanêkî zor her hatim û çûm..
dił sûta.. çawim eşkî zorî řişt
kesêkim nedî xurpe bê bo dił
zistanî jûrim tefrutûna ka û
tapoy tenyayîm.. binête jêr gił
bałam binête baweşî řeşî?
le eşkya bimşiwa û xołemêşî dił..
kiłpe bisênê ser lenwê leşî!
ke xor xinkawe le tem û mija
şa’îrê be dyar termî xorewe..
egrî û zistanî hatuwe be gija
***
agirî sîneş bû be xołemêş..diłî wêranem êsta sard û siř
le zistanêkda çon bû be hełm..
řojê lêwanlêw le biłêse û giř?
***
kwa ew řojaney ke gełay nîgay..bo cestey siřî min da’ebarî?
bo minî xeste dû baxî nîgay..
gełay firmêskî ekirde dyarî
***
bo tirpey diłman nařjête naw yek..wa destî zistan le derga eda?
ax.. le suçêka ser enêmewe..
mergêkî xamoş wek mergî geda
***
ber lewey leyek cya bibînewe..nem’ewt nuqmî muçřike û befirim
xeyał eybirdim berew germesêr..
ew befre bûbuwe sabat û kepirim
***
legeł ewa bûm.. befir pişko bû..ke gełaş nebû be řûy darewe
min gułzarêkim ehate ber çaw..
be çiłî řûtî befranbarewe
***
befir bo min bû be bergî pirse..minî xiste jêr barî cewrewe
be yadî azîz sereřê egirim..
xom exeme jêr bałî hewrewe
***
min legeł hewra.. egrîm be yadî..ew řojaney ke nageřêtewe
ew befrey leser řêy koçya barî..
le diłî mina çon etwêtewe?
***
kê lem ziryanem eşarêtewe..kê.. kê xoy eka be çetrî serim?
kesê nabînim sîmay lew biçê..
ber le mirdinim hanay bo berim
***
le lam bûbûne polê qeleřeş..gişt kiłobefrî êware koçî
le dinyayeka piř le çetrî řeş..
min befir nekem be çetir boçî?
***
befir tabût bû.. tabûtêk sipî..azîzim serî têda nayewe
be êwareyek serim sipî bû..
be ahim befir netuwayewe
***
tawê giryam û be çoka hatim..eşkim řijane ser şwên pêkanî
ḧezmekird şwên pêy nesřêtewe..
be serya bigrîm heta beyanî
***
xozge emtiwanî diłim derbênim..xwênî bitkênme ser şwên pêkanî
řîzêk şwên pêy sûr.. beser befrewe..
cwanîyek nîye.. şan ba le şanî
***
witim.. xwaye gyan çî ebê eger..carêkî tir xor hełneyetewe!
ta şwên pêkanî leser ew befre..
heta hetaye nesřêtewe
***
ay nem ezanî ew şwên pêyaney..diwayn tiruskey awatî minin
lejêr pêy xełka esřênewe û
gişt cwanemergî destî mirdinin
***
kesîş neyzanî.. şwên pêyetî ya..diłme be jêr pêy řêbwaranewe!
ebê be aw.. we ekewête jêr..
befir barînî êwaranewe
***
êstakeş gerçî xezanî temen..emba berew goř kizeba û temî
le çawma hewrî ḧesret û pirsyar..
çexmaxe eda.. keyle le ẍemî
***
herçend le dway ew, min bo giznigê..temî meynetîm.. binête naw mişt
řojanêkî zor her hatim û çûm..
dił sûta.. çawim eşkî zorî řişt
***
destêkî mijde le dergay nedam..kesêkim nedî xurpe bê bo dił
zistanî jûrim tefrutûna ka û
tapoy tenyayîm.. binête jêr gił
***
biłêy bêtewe ber lewey gořêk..bałam binête baweşî řeşî?
le eşkya bimşiwa û xołemêşî dił..
kiłpe bisênê ser lenwê leşî!