kost

From the Book:
Le Xurbeta
By:
Mohammad Omar Osman (1957-2019)
 3 minutes  1118 views
ay çi řojêkî şum û ẍemnake!..
ke xor xinkawe le tem û mija
şa’îrê be dyar termî xorewe..
egrî û zistanî hatuwe be gija
***
agirî sîneş bû be xołemêş..
diłî wêranem êsta sard û siř
le zistanêkda çon bû be hełm..
řojê lêwanlêw le biłêse û giř?
***
kwa ew řojaney ke gełay nîgay..
bo cestey siřî min da’ebarî?
bo minî xeste dû baxî nîgay..
gełay firmêskî ekirde dyarî
***
bo tirpey diłman nařjête naw yek..
wa destî zistan le derga eda?
ax.. le suçêka ser enêmewe..
mergêkî xamoş wek mergî geda
***
ber lewey leyek cya bibînewe..
nem’ewt nuqmî muçřike û befirim
xeyał eybirdim berew germesêr..
ew befre bûbuwe sabat û kepirim
***
legeł ewa bûm.. befir pişko bû..
ke gełaş nebû be řûy darewe
min gułzarêkim ehate ber çaw..
be çiłî řûtî befranbarewe
***
befir bo min bû be bergî pirse..
minî xiste jêr barî cewrewe
be yadî azîz sereřê egirim..
xom exeme jêr bałî hewrewe
***
min legeł hewra.. egrîm be yadî..
ew řojaney ke nageřêtewe
ew befrey leser řêy koçya barî..
le diłî mina çon etwêtewe?
***
kê lem ziryanem eşarêtewe..
kê.. kê xoy eka be çetrî serim?
kesê nabînim sîmay lew biçê..
ber le mirdinim hanay bo berim
***
le lam bûbûne polê qeleřeş..
gişt kiłobefrî êware koçî
le dinyayeka piř le çetrî řeş..
min befir nekem be çetir boçî?
***
befir tabût bû.. tabûtêk sipî..
azîzim serî têda nayewe
be êwareyek serim sipî bû..
be ahim befir netuwayewe
***
tawê giryam û be çoka hatim..
eşkim řijane ser şwên pêkanî
ḧezmekird şwên pêy nesřêtewe..
be serya bigrîm heta beyanî
***
xozge emtiwanî diłim derbênim..
xwênî bitkênme ser şwên pêkanî
řîzêk şwên pêy sûr.. beser befrewe..
cwanîyek nîye.. şan ba le şanî
***
witim.. xwaye gyan çî ebê eger..
carêkî tir xor hełneyetewe!
ta şwên pêkanî leser ew befre..
heta hetaye nesřêtewe
***
ay nem ezanî ew şwên pêyaney..
diwayn tiruskey awatî minin
lejêr pêy xełka esřênewe û
gişt cwanemergî destî mirdinin
***
kesîş neyzanî.. şwên pêyetî ya..
diłme be jêr pêy řêbwaranewe!
ebê be aw.. we ekewête jêr..
befir barînî êwaranewe
***
êstakeş gerçî xezanî temen..
emba berew goř kizeba û temî
le çawma hewrî ḧesret û pirsyar..
çexmaxe eda.. keyle le ẍemî
***
herçend le dway ew, min bo giznigê..
temî meynetîm.. binête naw mişt
řojanêkî zor her hatim û çûm..
dił sûta.. çawim eşkî zorî řişt
***
destêkî mijde le dergay nedam..
kesêkim nedî xurpe bê bo dił
zistanî jûrim tefrutûna ka û
tapoy tenyayîm.. binête jêr gił
***
biłêy bêtewe ber lewey gořêk..
bałam binête baweşî řeşî?
le eşkya bimşiwa û xołemêşî dił..
kiłpe bisênê ser lenwê leşî!