řehêłe

Li pirtûka:
Le Xurbeta
Berhema:
Mihemmed Umer Usman (1957-2019)
 2 Xulek  1304 Dîtin
kwa êwarey dûçawî piř giřî şînit?..
serim keylî tem û mije..
şewîş dahat cestem tezîw..
to le kwêy ta hewrî emşew..
le samałî çawekanta.. wiçanê bat?
***
nîweşewe.. hewr esûtê..
asman nuqmî birûskeye
baran emrê.. ta guł bijî..
çirakem bê tirûskeye
***
«ba» gifey dê û
le pişt dergakewe degrî..
dergake naxeme serpişt
namewê dûr le to bimirim..
lem dîw şûşey pencerewe
gwê le nałînî «ba» egirim
***
le nałey «ba» diłnya nîm..
xoy egrî yaxud hawarî piř zirîkey darekane?
givey «ba»ye yan dengî nirke û heresî..
gyanî zerdî gełakane?
***
emşew çend mał wêran ebê?..
emşew çend kes řeq bêtewe?
nazanim ziryanî guman..
derga be toş egrêtewe?
***
pencerekan tem girtûnî..
heł’elerzim.. bînayîm lêł
xurpe diłim wêran eka..
asman sarde.. baranîş wêł
baranêkî bê nasname..
giryanêkî bê pesaport
ew çem keylî haje eka..
em xamoşe û esûtê bot
***
serim leser pencereye.. egrîm be kuł
xew ebînim.. ta şûşekeş henisk eda
ebê be dest çawim esřê..
ahekanim ebê be guł
řa’eçłekêm.. şûşeke le şewan sarditir
asman nuqmî çexmaxeye..
řehêłeye.. baran xuřtir