karesat

Li pirtûka:
Le Xurbeta
Berhema:
Mihemmed Umer Usman (1957-2019)
 2 Xulek  996 Dîtin
zistan serî tem û mijî..
hewrebrûskey perçem û qijî..
leser şûşey tezîwî pencerekeme
le tem û mij û barana.. le dûrewe.. çirayek kiz.. kiz esûtê..
ḧepey seg dê.. etirsim û
destim leser miştiwî şikawî xencerekeme
***
girmey hewre.. yan heresî şax û kêwe?!
gwêm le çirpeyekî kipe û hawarêk dê lenaw «dê»we
çexmaxeye.. yaxud giřî le yekdanî gaşe berde..
berew hełdêr ebêtewe?!
le temumj û barana.. le dûrewe.. çirayek kiz.. kiz esûtê..
ekujêtewe û da’egîrsê..
da’egîrsê û ekujêtewe
***
çend samnake lewdîw şûşey..
ber řehêłey zistanêkî tûşa bimirim!
bibim be parçe şexteyek
bimirim û kes pêm nezanê..
mergim le diłî azîza.. nebête bûmelerzeyek
baskî nermî nenête jêr mil û serim
cestey siřim nedateber nime firmêskêkî germ
***
emşew egrîm.. her diłope firmêskêkim..
bote goř û mezarî sardî xendeyek
ger her diłope’eşkêkim.. azarêkim bigrête xoy..
ebê çawanim dagîrsê wekû asmanî řêjneyek
***
le tem û mij û barana.. le dûrewe.. çirayek kiz.. kiz esûtê û
pepûley wenewz le guł û perjînî çawim torawe
segweř tadê germ ebê.. asman her çexmaxe eda..
ḧîley espêk têkeł be girmey hewr ebê û
řengî baranîş gořawe
***
xew ebînim.. yan be’agam.. min dûdiłim..
zirme le şûşey pencere hełdestêt û
destêkî řeş şanim degrê.. be daristanêkî řeşda
řam’ekêşê beser sedan kaseser û taşeberda
şemşemekwêreyek xoy eda..
beser sing û dem û çawma
xwênêkî sard le řûm etkê..
tirsêkî zor le henawma
řa’eçłekêm.. heł’elerzim.. zîndexew bû..
serheł’ebiřim.. şûşey pencere şikawe
le tekmeweçolekeyekîş mirduwe..
serhetapam.. jûrekeşim..
nuqmî xwênî baranawe!