winbûn

Li pirtûka:
Le Xurbeta
Berhema:
Mihemmed Umer Usman (1957-2019)
 2 Xulek  1278 Dîtin
hewr esûtê.. henisk eda.. şewîş direnge
tinokî baran.. gełařêzanî werzî giryanî..
daristanêkî dûrî bê řenge
tinokî baran wekû hezaran nermepence û dest..
le şûşey sardî pencerem eda û
ke ser heł’ebiřim.. be çořawgewe baran ebête xwênawêkî xest
***
le řeşt û lul û çořawgey xwênî baranawewe.. eřwanme dûr
tarmayyek řuwew gořistaneke.. zor bexêrayî.. zû têdepeřêt
eynasmewe.. tarmayî teřî ber baranî şew..
bałay le ẍem û tema nuqmî şa’îrêke şêt
***
car car çexmaxe û hewrebruske
řêgey řoştinî řûn ekatewe
çexmaxe çira û taqetruske
***
axo çî bika?! çî eka emşew?!
kê enête nêw dûtwêy gořewe?!
bo bêł û paçî nawete ser şan?! ey kwa mirdûyek?!
ey kwa tabûtêk?! ey kwanê xełkî be şepořewe?!
xoy gořhełkene.. xoşî mirduwe
her xoy pirseye.. xoy kost kewtuwe
***
bebê ewey kes bizanê boçî?! kes nazanê kes..
legeł naştinî termekey bawkya..
defterî şî’ryan xiste gořewe..
haje û hawaryan le tavge û çemî çirîkey biřî..
wek melî namo û zîndanîy qefes
***
a ew şî’raney be merekebî diłî tuwawey honrabûnewe û
tancero û zełmayan be çawanî řişt
bo le dûtwêy goř yaxî nebûn û
pencereyekyan nexsiteserpişt?!
***
her hengaw enê û
taw na tawêkîş dengê ebîstê be çirpe ełê:
xo to şeytan nît.. çon gořî bawkit heł’edeytewe?!
pencerey gunah..
bo leser jûrî befrînî gyanî xot ekeytewe?!