ba
Li pirtûka:
Le Xurbeta
Berhema:
Mihemmed Umer Usman (1957-2019)
2 Xulek
1792 Dîtin
nîweşewêkî sard û ẍemnake..
payîz mîwane le jûrekema
henasey sardim ebête eşk û
dête xwarewe be bałay řeşî pencerekema
eřjête gomî mengî diłewe
aram û oqre le gyanim ebřê..
wek gełay payîz bedem çiłewe
dête gwêm ełêy awazî tare
nazanim kêye bem nîweşewe tar ejenêt û
keştî aramî koyley şepolî deryay azare?
be min namoye..
emka be şêt û.. wêł û awarey..
naw daristanî çiřî dûdłî
sersam debim û
ke pencereke exeme ser pişt..
givvivvivviviv.. givey «ba» dê û gwêm pê şil deka
bo ahî sîney piř kef û kułî
lelam ebête wijewjî «ba»
ewsa diłnyam ewey eybîstim givey «ba»ye «ba»
bîrte hawînî par êwareyek be çiłedarê..
ke leser xołî řêgeke nûsîm..
ger nazdar bimrê kostim ekewê
ke toş hatît û zû siřîtewe
ay ke minał bûm!..
wamzanî eçî leser pencerey..
jûrekey nazdar eynûsîtewe!
payîz mîwane le jûrekema
henasey sardim ebête eşk û
dête xwarewe be bałay řeşî pencerekema
***
hawar û hajey çemî nałînêk..eřjête gomî mengî diłewe
aram û oqre le gyanim ebřê..
wek gełay payîz bedem çiłewe
***
hawar û hajey çemî nałînêk..dête gwêm ełêy awazî tare
nazanim kêye bem nîweşewe tar ejenêt û
keştî aramî koyley şepolî deryay azare?
***
hawar û hajey çemî nałînêk..be min namoye..
emka be şêt û.. wêł û awarey..
naw daristanî çiřî dûdłî
sersam debim û
ke pencereke exeme ser pişt..
givvivvivviviv.. givey «ba» dê û gwêm pê şil deka
bo ahî sîney piř kef û kułî
***
hawar û hajey çemî nałînêk..lelam ebête wijewjî «ba»
ewsa diłnyam ewey eybîstim givey «ba»ye «ba»
***
pêy ełêm.. were min tom xoş ewêbîrte hawînî par êwareyek be çiłedarê..
ke leser xołî řêgeke nûsîm..
ger nazdar bimrê kostim ekewê
ke toş hatît û zû siřîtewe
ay ke minał bûm!..
wamzanî eçî leser pencerey..
jûrekey nazdar eynûsîtewe!