ba

From the Book:
Le Xurbeta
By:
Mohammad Omar Osman (1957-2019)
 2 minutes  1302 views
nîweşewêkî sard û ẍemnake..
payîz mîwane le jûrekema
henasey sardim ebête eşk û
dête xwarewe be bałay řeşî pencerekema
***
hawar û hajey çemî nałînêk..
eřjête gomî mengî diłewe
aram û oqre le gyanim ebřê..
wek gełay payîz bedem çiłewe
***
hawar û hajey çemî nałînêk..
dête gwêm ełêy awazî tare
nazanim kêye bem nîweşewe tar ejenêt û
keştî aramî koyley şepolî deryay azare?
***
hawar û hajey çemî nałînêk..
be min namoye..
emka be şêt û.. wêł û awarey..
naw daristanî çiřî dûdłî
sersam debim û
ke pencereke exeme ser pişt..
givvivvivviviv.. givey «ba» dê û gwêm pê şil deka
bo ahî sîney piř kef û kułî
***
hawar û hajey çemî nałînêk..
lelam ebête wijewjî «ba»
ewsa diłnyam ewey eybîstim givey «ba»ye «ba»
***
pêy ełêm.. were min tom xoş ewê
bîrte hawînî par êwareyek be çiłedarê..
ke leser xołî řêgeke nûsîm..
ger nazdar bimrê kostim ekewê
ke toş hatît û zû siřîtewe
ay ke minał bûm!..
wamzanî eçî leser pencerey..
jûrekey nazdar eynûsîtewe!