êwarey payîz

Li pirtûka:
Le Xurbeta
Berhema:
Mihemmed Umer Usman (1957-2019)
 1 Xulek  2101 Dîtin
êwareye û
givey «ba» dê..
hewr asmanî girtuwe
êwareye û
darî payîz ahengî mirdin egêřê..
geła serçopî girtuwe
***
êwareye û
minî tenya lenaw komełê tarmayî řêbwarana..
lesermana.. elerzim û
hengaw enêm be jêr bałî řehêłe û şestebarana
***
êwareye û
minî bê pałto.. bê çetir..
derbestî tof û serma nîm
êwareye û
kes bo xemî min nasûtê..
ay lew řojeřeşaney dîm!
***
êwareye û
xoşewîstî û tirsî payîz..
hemû gyanmî girtotewe
êwareye û payîz le diłî tezîwma..
agirêkî piř biłêsey kirdotewe
***
êwareye û
zor ḧez ekem lecêy baran..
gełay zerd beserma daka
êwareye û
baweş ekem be gełay mirdûy payîza..
ew payîzey řengî qij û řengî çawî ew.. win naka
***
êwareye û
tawêkî tir gořekey egirme baweş
lêy epirsim.. axo şewan sermay nabê?..
axo sił naka le girmey hewr û le lûrey bařeş?