5

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 9 Xulek  447 Dîtin

bîra qederê...

ev bîra ko celadet beg niha li berêye, dê bibe bîra qederê -herwekî ko roşen xanim, car bi car, dibêje. ev bîr ê di nav demeke kurt de qedera teres a neçaryê biqulpîne ser heyn û reḧetyê. ev ê, niha, piştê bîskekê, av berde ’erdan û jyan bide pembû. bîr ave; av kahnî û geşîye; geşî jyane. pembû dê bi avê geş bin.

celadet beg cixareyeke no ji pakêta xwe derdixe û vêdxe û ew li bîrê, li ava bîrê dinhêre. sa’et heşt û nîvê danê sibê yê 15-ê tîrmehêye. dinya germ, zelal û vekirîye, li esmên tu ’ewr naxwîn, esman çikî şîne. bi tenê carna teyrin û refên teyran difirin. ji dûr ve, ji gund dengê zarokan tê. celadet beg û serpaleyê wî hesoyê qado dê îro, av berdin ’erdan. ’erd di nav keskahyeke bêpayan de ne. seranser keskahîye. pembû serî hildaye, şitil mezin bûne, şiqil dirêj bûne û bi pelên kesk û mezin hawirdor vegirtine. rengê çîkî kesk û yê çîkî şîn ’erd û esman gîhandine hev.

di nav van rengên germ de, îro, av ê ji bîrê derkeve, biherke û xwe bi coyên biçok, bi şitlan bighîne da ko rengê kesk biqulpe ser rengê qerqaşî sipî yê pembû. îro girînge. loma celadet beg bi hevalên xwe re neçûye seyd û nêçîrê û ew hatye ser zevyan.

- em ê îro pişta felekê bişkînin, celadet beg ji cixara xwe çend nefesan dikşîne û dibêje, îro jîn wê geş be.

- mîrê min tu dizanê, serpaleyê ko li kêleka wî seknye, dibêje. tu dizanî, lê eger ez bûma, ez ê biseknyama.

- na hesoyê bira, na. me wext nîne. em divê avê berdin. bi îzna yezdanê pak tu tişt nabe.

- ḧusên begê îbîş jî do êvarê hate gund û ez temî kirim ko ez ji mîrê xwe re bibêjim; bîr ne qayme...

- ez pê re peyvîm, vê sibê em bi hev re hatin. ew çûn seydê, ez mam... na, na tiştekê nabe, em ê motorê bişxulînin...

tevî ko min welê digot, ez bi gotna xwe ne bawer bûm. lê min, jê pê ve, tu çare jî nîn bû. me av divya, pembûyan av divya. ji ber sebebê ko tu û xwendevanên romanê êdî baş dizanin, min dest bi çandina pembû kirbû... berî ko ez dest bi çîroka çandina pembû bikim, min dil heye ko ez bavê xwe bi bîr bînim û sebebeke din jî bibêjim.

rojekê ko hingê umrê min ne zêdeyî dehan bû, li sitembolê, li bexçê mala me, li kêleka bîrê, bavê min bang min û kamuran kir. em çûn nik wî. danê êvarê bû. wî ji purtaqalên ko dya min a dilsoz jê re qaşlandibûn, hinekî dan min û kamo. me ew xwarin. paşê jî, wê destê xwe avêt rîha xwe, pê lîst û li me vegerya û got, «kurên min, min li we şîretek heye...» mîna niha tê bîra min, piştê ko wî weha dest bi gotnê kir, wî serê xwe ber bi daran kir û bi qasî çendekê li daran û pelên wan ên kesk nihêrî. ew difkirî. piştê kêlyeke dirêj, ew dîsan li me vegerya û wî got, «zarokno, ev şîreta min li guhê we guhar; hûn bin, tu carî li ber deryê dewletê mebin qûl, mebin mehkûmê dewletê, mebin lala paşayê ko bi pereyên dewletê zikê xwe mezin kirye, lê di eynî wextî de mehkûmê wêye... bila tu carî mineta dewletê li ser we nîn be... vê şîreta min ji bîr mekin.»

ji ber vê şîreta bavo bû ko ez tu carî nebûm memûr, min nanê dewletê nexwar û jê tiştekî daxwaz nekir. ne ji osmanyan, ne alman û firansizan, ne jî ji ’ereban. tu carî. dewsa vê yekê, min kar û şixulên din kirin. u di payza umrê xwe de jî, ji bo debar û pêşeroja zaroyan, min dest bi çandinyê kir.

niha em vegerin ser zevê, çandin û pembû... gundê hêcanê nêzîkî şamê bû, bi hêsanî mirov diçû û dihat. ’erdên gund avî û biber bûn. gava min biryara xwe ya çandinyê da, pembû di heşê min de bû. pembû hê no ketbû sûryê û herkes bi karê pembû radbû -ji ber ko tê de pere pir bû û karekê paqjitir bû. min ne ji çandinyê, ne ji pembû fahim dikir. lê ne xem bû. ma ez, ji bo gotnên kurdî yên jibîrbûyî, bi rojan, bi mehan, gund bi gund, nedgeryam? ma min li kal û pîr, dengibêj û çîrokbêjan guhdarî nedkir? ma bi vê terhê, ez nebûm hostayê nivsîna zimanê birîndar? herwekî wê, ez ê bi karê pembû jî rabûma û ez ê hînî wê bûma. min kitab, ansîklopedî, kovar û rojnameyên li ser babetên çandinê û pembû xwendin. ez li gundan geryam. min li pale û rêniçberan guhdarê kir, bi aẍa û began re li ser zevî û ’erdan geryam. bi roj û şevan, hefte û mehan, ez li gund, li ser ’erdan mam. welê, bi vî awahî, ez dikarim bibêjim ko ez hînî karê xwe yê no bûm.

me tovên herî baş ên pembû hilçandin; akala, g. herbasyewm a linê. ev tov zexim, qaym û bi bereket bû, jê baş ber dihat hilanîn, ew ne bi tenê li ’erdên avî, lê li ’erdên bi kîlte û navçeyên hênk jî dihat. berî ko em tov bikin, me ’erdên xwe, baş, cot kirin, gyajeng jêkirin, me ’erd ḧazir kirin. meha adara 1951 -an, ji hefta diduyan ḧeta dawya mehê, me tov çandin. ji ber bextê çê, wê zivistanê dinya ne hişk bû. baran hebû û bîhna nermahyeke xweş ji ’erdan difûrya. hewa tu carî neket binî 10g u piştê sê çar heftan, şitlên pembûyan, hêdî hêdî serê rakirin. jîn bi wan tovên ko me çandibûn, ketbûn, li her alyê zevyan zîl didan. ez di nav zevyan de, bi kêfxiweşî, digeryam. şitlên zirav, dirêj û narîn mezin dibûn; deh cim, panizde, bîst, sî, çil, şest, heftê... pembûyan mîna zarokekê qam didan. barana mehên adar, nîsan û gulanê gelekî alîkarî kir. dinya jî, pir xweş û bi dûzan, roj bi roj germ dibû. şax û çiqil jê derketbûn û di rojên pêşîn ên tîrmehê de pelan jî dest pê kir û bişkovîn. di nav çend rojan de, ji nişkekê ve, zevî, seranser, bûn kesk. xwedayo ew çi xweşî bû! dîlana rengê kesk bû...

lê tiştekê, hinekê, bîhna min teng dikir; ji hezîranê ḧeta navenda tîrmehê hîç baran nehat. heke hinekê baran bihata, rewş ê hîn çêtir bûya. lê dinya pir germ, vekirî û zelal bû. baran û av divya. mehên tîrmeh û tebaxê, mehên herî girîng ên pembûyan bûn. wan serav û avdan divya. heke av hebûya, me dê bikarbûya ji her darê kêmanê bîst qepûşk hilda. heke bextê çê dewam bikira, me dê ḧeta sî qepûşkan jî hilda. niha, bê av, me dikarîbû di hektarekê de sedûheştê-dused kîlo pembû rabkira, lê heke av hebûya hejmar ê derketa pencised-şeşsed kîloyan. tu dizanê, bav û kalan gotye; ken ji dilê geş, baran ji ewrê reş tê. wê meha tîrmehê, herdu jî, gelekî, ji min û ji zevyan bi dûr bûn.

loma me dest bi kolana bîrê kir. bi lez û bez. zûtrîn wext, me av divya. jixiwe ’erd avî bû, me bîr veda û bi hêsanî av peyda kir. lê me divya ew bi zevyan jî bighanda. loma me co vedan, erq çêkirin, makîne û motor anîn û bi bîrê ve kirin. bîra me ya artezyenî temam bû. makîne û motorên me pir bi quwet bûn. gelekî perê me çûbû, lê me şixul jî serast kirbû. lez û beza me roşen tirsandibû. loma jî wê navê bîra me ya nu kirbû «bîra qederê...» ma kê dizanîbû ko ew ê, bi rastî, bibûya bîra qederê!

kêmanyeke bîrê mabû; me dîwar qaym nekirbûn û gava me av berda, bîr dikarîbû, her gav, hilbiweşya. hosteyê ko dê dîwar qaym bikirna, nexweş ketbû û nikarîbû bihata. wext jî li me pir teng bûbû. ya me dê av berda û qeder biguherta, yan jî na, em ê bi qedera xwe razî bûna...

- huso motorê bişxulîne.

- mîrê min... em nepên?

- na, me wext tune, em nikarin bipên, tu dest pê bike...

piştî hewldana çend caran, serpale motorê dişxulîne. motor, bi dengekê gur, dest bi şixulî dike. av hildikşe, dengê avê tê. celadet beg, kêfxiweş, tê nik motorê û ew li motorê û ava ko tê, dinhêre... av tê, aveke boş, zelal û hênk. ew cixareyeke din vêdxe û li kêleka motorê, ser bîrê, li ser totkan, rodne.

av; kahnya umir û jînê.

- binhêre, bû, bû, me bi ser xist... piştê hefteyek -deh rojan, bejna pembûya dê bigêhê esmanan...

ji kêfa celadet beg re payan nîne. ji erq û coyan, av, hêdî hêdî, xwe bi zevyan dighîne.

’erdên zuha dê avê vexun, rehên pembûyan ê geş bin. belê, bû...

lê ji nişkekê ve, dengekê kûr û giran ji bîrê tê. çi bû? çi diqewme? celadet beg hinekê xwarî bîrê dibe, lê ew tiştekê nabîne. motor jî, ji nişkekê ve, disekne. lê ew dîsan dest bi şixulî dike. dîsan motor dişxule û avê dikşîne. celadet beg, bi ken, cixara xwe dikşîne. lê hê cixare di devê wî deye, îcar, dengekê gurtir û beriztir tê. we tevî deng, ji motorê jî dengê teqînekê tê.

- mîrê min, mîrê min, serpale diqîre, mîrê min xwe bide alî.

celadet beg naghe ko xwe bide alî, hê ew ranebûye ser pyan, ew alyê bîrê ko celadet beg û motor lê ne, hildiweşe. pêşê celadet beg û di pey re jî motor, bi leza birûskê, gêrî bîrê dibin.