4
nav: bîra qederê
gengire (çeşin): roman
tarîxa destipêka nivsînê 15 tîrmeh 1951
destipêk û rêza yekem: herkes dimre; bira û birazî, yar û evîndar, heval û dost, hogir û rêger, nêz û nas... hemû wefat dikin. dora min jî hatye, niha jî dora mine...»
sa’et li dora 5 -ê şevêye. sitêrk çûne ava, ronahî hiltê. rojeke no ya havînê dest pê dike. 15-ê tîrmehê bi hêdîka hişyar dibe. celadet beg hê jî li salonê, li ser xalîçê dirêj bûye û li deftera no ya li pêşya xwe dinhêre. ji giramofonê dengê dengibêjeke tirk tê; her yer karanil-k... her der tarî... foto, kovar, rojname, kitab û ropelên peregende hê jî li ’erdê ne. lê tiştekî li wan zêde bûye; deftera li pêşya wî. wî deftereke no vekirye û tê de rêzên destipêkê yên romaneke no nivsîne. wî navê romanê jî lêkirye; bîra qederê... pênûs di destan de, defter li pêşyê, ew difkire. rêzên pêşîn ên romana no ew birne dewr û dewranên kevin û windabûyî. xwezî ne dereng bûya û wî bikarbûya vê romanê binvîsanda!.. lê pênûs nalve, derenge, pir dereng.
ji nişkekê ve, deryê salonê vedbe û roşen xanim di nav kirasê şevê de, tê nik wî. ew ji xewê hişyar bûye. celadet beg li jina xwe dinhêre, bi ken û xew li ser çavan, jê re «rojbaş» dibêje.
- rojbaş, roşen xanim dibêje û tê li ser celadet beg disekne û li ropela vekirî ya deftera li pêşyê dinhêre -bêyî ko ew bikarbe rêzan ji hev derxe.
- min çend rêz nivîsîne, celadet beg, çavê wî li ser defterê, dibêje, çend rêzên romaneke no. ne yên heyveron -a ko min dil hebû binvîsa, lê yên yeka no...
- bi xêr be... te navê romanê jî lê kirye?..
- herê, bîra qederê... nav wê bîra qederê be...
ew bi destê roşen xanmê digre û li ba xwe dide roniştin. ew ji cixara xwe nefesek dikşîne, ropela yekem ko wê dest pê kirye, bi hêdîka, ji roşen xanmê re dixiwîne û paşê jî gotna xwe didomîne,
- eger min keys bidîta û bikarbûya dest bi romanekê bikira, destipêk wê mîna van gotnên min bûya; herkes dimre... min ê qala mirin û çûynê bikira. min ê pêşî xatir bixiwesta û paşê dest bi romana xwe bikira... pêşî mirnê bihata, paşê jîn, xaçeryên jînê û bi do re jê dîsan mirin... lê êdî derenge, hertişt li pey ma. wext derenge. şev derenge. hêvî şikestye, umir kale. we... we rêwîtî li ber derîye... mayn get, mayn get... roşen xanim di cîhê xwe de vedcinqe, dilê wê pihêt hildavê. ev çi gotnin? çima?.. ew, bi hêdîka, hîn zêdetir xwe nêzîkî celadet beg dike û enya wî maç dike. bi do re jî ew, bi hêdîka, lê vedgerîne,
- çima tu weha dipeyvî? herkes dizane ko tu mufekîrekî yekta û nivîskarekî jêhatî yî... tu dê romana xwe binvîsînî, bi îzna xwedê, bi rêdan û dilovanya yezdanê mezin, tu dê dest pê bikî û wê xweşk binvîsî û her tiştê ko tu dixiwazî, tu dê bikî... ma te ev yeka hanê, sebir û înada xwe, pirî caran, îspat nekirye? ez bi vê bawerim, bi te bawerim, ez bi hêvî me.
- roşenê, êdî pir derenge... lê min ê navê bîra qederê li romana xwe bikira... bîra qederê... ev nav ê baş li romana min bihata. kul tîtir powir un roman, powir un destin...
celadet beg, mîna ko ew di xewê de be, dipeyve, hem bi rewşen xanmê re dipeyve hem jî bi dengekê berz difkire. ew difkire, di nav xewn, xeyal, bîranîn û rojên bihurî de dere û tê. digel ko pencerên salonê vekirîne, ode bi dûman û bîhna cixarê tijîye. cixare her di destê celadet beg deye.
- min ê tê de beḧsa bîrên xwe bikira. ev bîrên ko me li gund no kolane jî tê de. wan ez westandim, lê ew ê jîn bidin ’erd û çolê, pembû dê mîna berfê bibşikovin...
- tu dê beḧsa bîrên xwe jî bikî...
- roşencîk, dya cemşîd, dya sînemxana delal... verba volanit, litera sikirpita manet... min piranya kaxiz û defterên xwe yên nivsikî, çirandine, şewtandine, lê min ê ev roman binvisya, min ê tê de qala bajarên xwe bikira, sitembol, kaderîm, benî hîç bîr zaman terk etmeyen o mothîş şehîr munîx, also siprak zaratustira... qahre, bêrut, şam, ḧeleb, di her destipêka biharê de, em ê hevûdu li ḧelebê, li meydana babulferecê bibînin... parîs, la vîl de vîl... cizîra botan a xewnan, warê bav û kalan, keleha hebûn û bihîstyarya min, kanê xanê, feqehê -teyran û melayê cizerê, ne jî batê, kes nema...
celadet beg, mîna ko ew no ji xewê hişyar bûbe, li ser xalîça rengîn û mezin a salonê dirêjbûyî, bi germahyeke bêpayan, li çavên nepxî yên roşen xanmê dinhêre. hingê, roşen xanim jî nizane çima, lê xofeke mezin dikeve dilê wê. gelo?.. di bin ronahya çira li ser maseya li kêleka celadet beg, royê herduyan jî gewr dixiwîn. roşen xanim, bi dilsojî, li ro û çavên wî yên westyayî dinhêre. royê wê, digel west û bêxewê, keser û esebyetê, hê jî, ji xweşî û esaleta xwe tu tişt winda nekirye. ro hê jî mîna royekê ji dem û dewrên yewnanên antîk, yan jî ji ya keysarên farsane. çav mîna du lib komrên reş, du libên tiryê reşin, mîna du perçe lûlû ne. rîh êdî sipî bûye, lê ew esalet û xweşya royê celadet begê hîn xweştir dike.
- tu dizanî, min ê ropelên romanê bi çi bineqşanda?.. bi evîn û hêvyê. bi van herdu cêwkan. celebên evînê dê, mîna neqşên mîr şerfixanê bêdlîsî, ropel sipehîtir bikirana. li -amowir feytal, li -amowir doze... hêvî, xuşka evînê, dê ji ropelan binhêrya. u min ê ev yeka hanê bi hevaltya musîkê bikira. bilûr, ew dengê wê yê yekta, dê hevaltî li min bikira. bilûra min, dengê xwe berde!.. dinya, mîna zarokekê berşîr, ket dergûşa xwe; dengê xwe berde bilûra min, u jê re bilorîne, xema wê birevîne! bilûra min tu yî... u mahler, gustav mahler... min ê hevaltya musîka mahler ji bîr nekira, langisam şilêpind îm enfang zêr gîmîklîş girêftîk bêkit dux nîşt suşnêl.
ronya çirî celadet beg eciz dike. ew royê xwe ji alyê roşen xanmê badde û çavên xwe digre.
sînga wî ya ko tijî pirçên sipîye, hêdî hêdî, bi nefesê, radbe. rehên qirk û gewryê, mîna ko derketbin derve, reş dikin. bedena wî westyayîye. mêjî kal bûye. demeke dirêj ew, çavgirtî, difkire, mîna ko ew ji wir çûbe dereke din... roşen xanim jî, bi tenê, bêdeng, lê dinhêre. piştî bîskeke dirêj, gava şev êdî baş diqulpe ser rojeke no, ew çavê xwe, giran giran, vedke. niha jî, ji dengê sitrana tirkî pê ve, bêdengî, bi tenê bêdengî heye. roşen xanim dixiwaze bikene, lê ken li ser royê wê nîvçe dimîne; mîna ko mirin hatbe û li kêleka wan roniştibe... rêzên şîrekê, tevî ko ew di hêlekana xewa xem û xeyalan de dere û tê, tên bîra celadet beg. ew, dîsan, bi dengekê pir nizim, dest bi gotnê, gotna rêzên şîra «le po’ît mowranit»» ya lamartîn, dike; «ah roşen... dotmamê... sîha mirnê bi ser serê min de tê; sa’eta min a dawîn lêdde; mirnê nêzîkî li min kirye; xuyaye, ez ê bibim mêvanê ax û qebrê; ma ez çi bikim?..»
bi do van çend rêzan re, ew li zarokên xwe, sînemxan û cemşîd dipirse, hinekê xwe dilvîne, li royê roşen xanmê dinhêre û weha dibêje; «ew pir delal û jîrin, bi saya te...» paşê, hêdî hêdî, gotna wî dîsan tê ser nivîsîna romanê.
- hevaltî û bervajyê wê, îxanet wê tê de hebûna. bira û xweh, ap û birazî, xal û xwarzî dê tê de hebûna. têkoşîn û şoreşgerî, xwestek û ḧesret, deng û pejin, ken û girî, tahim û xwîdan û bîhna kaxiz û çapxanê dê tê de hebûna. anlyor musun? ev hemû dê tê de hebûna. u min ê ew bi kurdî, bi zimanê bav û kalan, bi zimanê welatê bindest û belengaz binvîsya.
yekîtya kurdan bi yekîtya zimanê kurdî çêdbe... miletên bindest heyna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin. ol yek. ziman dudo. lê heke ola miletê serdest û bindest yek be, hingê çek yek bi tenêye û bend tenê zimane... ma min di nav ropelên hawar -ê de weha nenvîsîbû? belê, min ê bi kurdî binvîsya...
piştê van gotnên wî, roşen xanim hew xwe radgire, ew dest bi qîrînê dike û bi qîrîn lê vedgerîne, - na, na... çima tu weha dipeyvî? çi bi te hatye? tu xewnan dibînî? kabûs bi ser te de tên?
ev çi ḧale? min hîç tu weha nedîtbûyî... ezbenî, ezbenî. ez ketme bextê te, dev ji ’erd, pembû, çandin, bîr û kolandina wan berde. dev ji romanê, bîra qederê jî berde. me tiştek navê, ne pere û dewlemendî, ne mal û mulk, ne jî kitab û roman. me te divê, bi tenê te...
piştê ko roşen xanim dipeyve, ew radbe ser pyan û bi girê vedgere oda razanê.
nayê bîra min, tu tişt ji wê berbangê nayê bîra min. heye ko welê bû, min welê gotbû. heye ko tu niha wan li hev tînî... lê xew neketbû çavê min û çaxa roşen, xew li ser çavan, hatbû, ez pê re peyvîbûm û min ew rêzên destipêkê nîşanî wê dabûn. min baş dizanîbû ko ew rêz ê welê bimana. min ne wext ne jî taqet hebû ko min ew bidomanda. min ew nivîsîn, bi hêvya ko rojekê yekê din derketa û ew rêz bidomandina. mixabin min heyveron nenvîsî. u mixabin min ê bîra qederê jî nikarbûya binvîsanda.
lê belê, divya ew roman, bi zimanê birîndar, bihata nivîsîn. tevî ko ez li ser rê bûm û diçûm, ez bi hêvî bûm. herçend ko jan, mîna fîlsofekê gotye, mamosteyê jînêye, ewçend hêvî jî gelavêja jînê, yanî sitêra rêber a jînêye. tevî ko ez bêhêvî mabûm, min dîsan jî hêvî hebû ko roman wê, rojekê, bihata nivîsîn. şûr bi qencya polayê xwe dibre û diçrûse, berhem û eser jî bi destipêk û ga’avêtnê bi ser dikeve û diçrûse... her çawan ko min şopa hinên pêşya xwe hilda û ketim pey wan, hinên no jî dê şopa bîra qederê hildana û biketana pey wê. ma ne welêye?...
wext hatye, celadet beg divê ḧazrya xwe û çûynê bike. ew radbe ser pyan, careke dawîn li wêne, kovar, rojname, kitab, defter û ropelên li ’erdê raxsitî dinhêre û dere serşokê. piştê ko ew ji serşokê derdikeve, ew tê oda razanê, ba roşen xanmê. bêguman, xew ji roşen xanmê bi dûre, lê bi do wan gotnên celadet beg re, ew li oda wan herduyan, di nav nivînan de digrî.
celadet beg tê û li ser textê razanê, li kêleka roşen xanmê rodne. ew, bi hêdîka, porê wê yê kin mist dide. roşen xanim royê xwe di nav lehîfan de vedşêre, naxwaze ko celadet beg wê çavgirî bibîne. ev çi sawe ko li dora wan dere û tê?..
- roşenê, de serê xwe rake, li min binhêre, çavên xwe veke, celadet beg dibêje û serê roşen xanmê ber bi alyê xwe dizîvrîne. ken li ser royê celadet beg dixuye. wî xwe daye hev, kur bûye, rîha xwe çêkirye û niha bi çavên ronî li roşen xanmê dinhêre. kincên rojane yên kar û şuxil lê ne. ya girîng, ya ko herî zêde niha bala roşen xanmê dikşîne, eve; celadet beg bi kene. mîna ko wî, berî bîskekê, ew gotnên goristanan negotbin, beḧsa mirin û çûynê nekirbe, mîna ko ew, niha, ne ji kabûsekê, lê ji xewneke şêrîn hişyar bûye, ewçend ew guherî dixuye...
- ez ê herim ser ’erdan, îro gelek karê me heye, celadet beg dibêje; em ê avê berdin bîrê.
- ma ew gotnên berî bîskekê?
ji wan gotnan pê ve, tu tişt nedhatin bîra roşen xanmê. gotnan ew êşandibû. saw û xofeke ecêb mezin ruh û ḧisên wê, ji binî ve, leqandibûn.
- roşencîk, tu wan gotnan ji bîr bike. ew, gotnên romana bîra qederê ne. gotnên nerast, gotnên çêkirî... tu pêwendya wan û me bi hev re nînin. hem xewa min dihat, hem jî ez ketbûm nav dinya bîra qederê. bila dilê te reḧet be, serê xwe bi wan gotnan me’êşîne...
- naxwe, tu dê romana bîra qederê binvîsî? ne welê, tu dê wê binvîsî? divê tu wê binvîsî.
- belê, ez ê wê binvîsim. ez ê romaneke kurmancî jî yadîgarî kitabxana kurdî bikim...
- ez di bextê te de me, baş li xwe binhêre. ezbenî... bila gotnên welê neyên bîra te. ez dizanim, bîhna te tenge, rewşa kurdan û ḧalê kurdistanê nexweşe. lê ev roj ê derbas bin. tu ji min çêtir dizanî...
bi van gotnan re, roşen xanim, dîsan, bêdeng, dest bi girî dike. dengê wê tê birîn.
celadet beg, bêdeng, serê roşen xanmê datîne ser çoga xwe û destê xwe di nav porê wê de digerîne. çendekê, herdu li dengê nefesên hevûdu guhdarî dikin, bêdeng, li daxwaza dilên hevûdu difkirin. bîhin û hilma wan a nas reḧetyek, huzûrek dide roşen xanmê. welê dixuye ko ew naxwaze ko celadet beg here. lê ew dengê xwe nake; ew dizane ko celadet beg ê here.
- ez divê herim, ez dereng mam. ji devla min ve ji çavên zaroyan ramûse. di xweşyê de bimînin...
gotnên herî dawîn ko roşen xanim ji devê celadet beg dibhîse, evin; di xweşyê de bimînin... gava celadet beg radbe ser xwe û diçe, roşen xanim, bi girî, ji paş ve, lê dinhêre; bi çavên şil, li bejna dirêj, bedena lihevhatî, milên fireh û serî mêze dike. ew, hêdî hêdî, bi gavên giran, ji ber çavên roşen xanmê ko baş nabînin, winda dibe û dere. ber bi gundê hêcanê, ser ’erdan, ber bi bîrê, bîra qederê...