3

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 8 Xulek  306 Dîtin

şev daketye, celadet beg cemşîd û sînem maç kirne û ew kirne xew. roşen xanim û yên din jî razane. celadet beg û şev bi tenê mane. na, ew ne bi tenê ne. sitêr jî hene. celadet beg li salonê, li ’erdê, ser xalîçê, xwe dirêj kirye û dinvîse. rojeke no dest pê kirye. lê hê şeve, sa’et li dora diduyên şevêye. ronahya sitêrkan xwe ji pencerên vekirî yên salonê dighîne hundir. xwelîdanka li ber celadet beg nîvtijîye. dora wî tijî kaxze; kovar, rojname, kitab, defter, ropel, resim û ansîklopedî, peregende, li ser xalîçê ne. ji giramofonê jî dengê um kalsûmê tê; ela bela bîhin meḧmûdî... welatê min ê delal were, min werbigre û bibe...

celadet beg nameyeke dirêj, bi tirkî, ji jina xwe roşen xanmê re ko li oda kêlekê razaye, dinvîse. ew jî nizane ka çima ew ne bi kurdî yan jî firansizî, lê bi tirkî dinvîse. wî bi «yavrum roşen» dest pê kir û welê bi tirkê didomîne. piştî çûyna mezyetê zîzyeke boş hemû hiş û bedena celadet beg vegritye. hest û ḧisên wî tenkitir, guman û endîşeyên wî kûrtir û bîr û hişê wî jî ziravtir bûne. ji roja çûyna mezyetê û vir ve, ew her li roşen xanmê û zarokan difkire. li hember wan, ew xwe çî ḧis nake û wîjdanê wî ne rihete. loma ew ger bi nameyan ger bi notên ko ew di defterên sînem û cemşîd de dinvîse, her vê nerehetya xwe dyar dike.

mîna îşev.

«roşena delal...» wî weha dest bi nama xwe ya îşev kirye û wê, hêdî hêdî, didomîne. tevî cixare û konyakê. ew ji cixara xwe nefeseke dirêj dikşîne û dîsan li nama ko li ber xelasbûnêye vedgere û weha dinvîse; «ez dixiwazim, berî mirna xwe, ko ne dûre, tiştekî biçok ji we re bihêlim. ma ev ne hewceye?..» pênûs bi lez nalve, naherke. ka ew rojên çûyî ko pênûsê mîna hespekê rewan serî digirt û diçû, mîna lehyek biharê diherkî? ew kî bû ko ev kitab, kovar, rojname û defter nivîsîn? ka ew celadet begê berê? gelo ew xewn bûn? ew jyan, ew evîn, ew bajar û welat, bûyer û serpêhatî, ew hemû xewn û xeyal bûn? ew bi tenê xewn û xeyalên romana bîra qederê bûn? niha, mîna ko celadet beg ew nejyane, her tişt jê bi dûr ketye, perdeyeke reş a windabûn û bîrbûnê di navbera wî û jyana wî de hatye rakêşandin. mîna ko celadet beg, niha, di nav xewnekê de dijî.

ew ji qedeha xwe jî çend qultan vedxiwe û gotnên xwe yên dawîn ko bi hezar zeḧmetî tên hişê wî, bi hêdîka, bi destinvîsa xwe ya xwar ko hê jî sipehîye, dinvîse; «... ez welê bawer dikim ko ez bi wezîfeyên xwe, ji bo milet û welatê xwe, bi awayekê baş û heye ko hîn çêtir jî, rabûm... u niha divê ji bo mala xwe jî tiştekê bikim...»

ji alyekê ve, gotna te raste. ew şeva ko tu niha vedbêjî, bi rastî jî, şeveke gelekî taybetî bû. ez di nav xewneke kûr de diçûm û dihatim. raste, min ew name nîvê şevê nivîsî. heye ko sa’et jî li dora diduyan bû. lê belê, berî namê, ez derketim der û çûm bajêr. heye ko te jî bi vê yekê nizanîbû?.. wê şevê min du tiştên no kirin; bi tenê derketim derve û gava ez derketim, min kirawat girêneda. min qedeha kalvadosê qedand, berk bir devê demançê, ew girêda, tevî ko pir germ bû, çakêtê xwe li xwe kir û ez derketim. em, ez û şev, nasên hev bûn. di wê germahya şevê de, ez ji taxa muhacrîn daketim sûka salhyê. şevê perda xwe kişandibû ser bajêr. bajar dinvya. hin çirayên qels, li vir, li wir, dixuyan. lê şev ronî bû, sitêrkên ko hevaltya min dikirin, ronahî direşandin ser bajarê kevnar. li ber hin avahyên mezin pasevanên çekdar hebûn. hin zabît, bi lez, diçûn. hin serxiweş, bi hêdîka, xwe dilvandin. ji şeva bêdeng a germ jî dixuya ko bajar di bin ḧukmê eskeran de bû. lê ez ẍerîb bûm, tevî salên min ên dirêj ên bajêr, ez hê jî derketyekî bûm. min hê jî li welatekê ne welatyek hebû, ne jê pasaportek. min silav da wan û di ber dûkanên salhyê re borîm. çi karê min bi wan ketbû? ẍerîb divya di rya xwe de biçûya! carna ji hin derên dûr hin deng dihatin. qîrîn? gazîn? bang? olana şehwetê? ma kê dizanîbû! şev bû, di pêsîra xwe de bi hezaran dizî û sir vedşartin... ez ḧeta meydanê çûm. bi qasî kêlyekê, min xwe da ber dîwarê xanyekê û li meydanê nihêrî. çendîn rojên min li wir derbas bûbûn, min çendîn kes li doralyên wê dîtbûn, çendîn caran dil ê min, li wir, bi heyecan, coş û keserên bûyeran, tiştan, hilavêtbû... lê dil niha kal bûbû. li meydanê, careke din, ez bi vê yekê hesyam.

paşê jî, paşê jî ez dîsan hilkişyam jor, nik kalkê xwe. mîr bedirxan li goristana bêdeng, di nav qebra xwe de, mîna her carê, li hêvya min bû. dapîra min roşen ko ji mêj veye, ne te qal kir, ne jî min, li kêleka mîr bedirxan, tevî ko gora wê ne dyar bû, veşartî bû. min, dîsan, herwekî ko tu û xwendevanên romanê pê dizanin, dest bi gotnê kir û bi bapîrê xwe re peyvîm. lê îcar ez hinekê bi dapîra xwe roşenê re jî peyvîm. niha nayê bîra min ka ez bi wan re çi peyvîm. her tişt mîna xewnekê bû, di nav mij û dûmanê de bû. lê gava ez ji wan veqetyam, min weha got; «kalo, pîrê, ez derim, lê ez ê di nêzîk de, pir nêzîk de, vegerm...» herê, welê bû; şeva tarî di êvarê de kifiş bû.

piştê ko celadet beg nama xwe dinvîse û wê datîne ser masa xwe ya xebatê, ew vedgere ser fotografan. fotografên wî yên salan jî, mîna umrê wî, peregende ne. wan albumek jî nîne! ew di nav zerf û ropelên kitab, kovar û defteran de, hêdî hêdî rengê xwe winda dikin û diqulpin ser rengê zer. îşev wî hemû wêne, ji cîhên wan ên bêhewa, derxistine û dixiwaze li wan binhêre. bav û dya wî, li kêlekê, di nav wêneyekê de ne. herduyan jî destên xwe danîne ser çogên xwe û lê dinhêrin. mezyet li pey wan, li pêye. sefter di nav wêneyeke din de dikene. di yeka din de, her çar bira, celadet, kamuran, tewfîdiq û ḧîkmet, bi ken, li hev dinhêrin. ev herdu sûretên sitembolê, galata û bospor, girê dixin çavên wî. ev çek û pûsatên vî wênê xoybûn û araratê tînin bîra wî. monîka, evîna çavşîn û porzer lê dinhêre û dikene. ev porê reş ê bipêl ê cananê ko ji vê fotoya kêlekê jê re dest dike, dilê wî diguvşîne. ecêbe... celadet beg ev hemû nas kirin, bi wan re mezin bû, bi wan re jya, umrekê dirêj bi wan re derbas kir, lê niha, di şeveke germ a şamê de ew bi tenêye, bi tenê li wêneyên wan dinhêre. ecêbe, ev hemû dewr û dewran hatne û çûne, umrekê 57 salan di nav van dewr û dewranan de çûye. ew niha çiqas jê bi dûrin!

ecêbe, tevî ko hin ji wan mirne, hin ji wan, bêveger, jê xatir xwestine û çûne, tevî ko wan valahyeke xedar li pey xwe hîştine, celadet beg dijî. ew çûn, lê celadet beg hê jî maye. ecêbe ko jyan evçend metîne. lê dîsan ecêbe, tevî ko ew dijî, wî nikarbûye, tu carê, valahya kes, dewr û dewranên çûyî dagre. ecêbe, ew dijî, lê di navbera wext, dewr, dewran û kesên mirî û çûyî de...

celadet beg dizane ko êdî derenge, yan na, di esasê xwe de, wî romanekê divya. romaneke no ko wext, dewr, dewran û kesên mirî û çûyî bighanda hev, ecêbya hatin û çûynê, jîyn û mirnê vebgota. romanek ko tê de beḧsa bîrên wî jî hebûya. belê romanek ko li ser qederê bûya, li ser bîra qederê bûya.