2
kurê min, guhdarî bike, ev sitrana bêdeng a veqetîn û çûynêye, lê guhdarî bike, celadet beg li cemşîd dinhêre û dibêje.
- na bavo, ez naxwazim lê guhdarî bikim, cemşîd serê xwe dizvîrîne û li bavê xwe vedgerîne. ez bi wê dizanim, min berê jî lê guhdarî kirye. ez wê naxwazim.
celadet beg ko li ber serê kurê xwe ronşitye, dikene, destê xwe yê rastê dibe ser serê lawê xwe û porê wî mist dide. sa’et deh û nîvê êvara 14-ê tîrmeha 1951-ane. di oda cemşîd de, bi tenê çira biçok a li ber serê cemşîd vêxsitye. mal bêdenge. eḧmedê ferman, huseyma, řoşen xanim û sînem, herkes, çûye oda xwe. dinya jî germe, tevî ko hemû pencerên malê vekirî ne, germahyeke giran bi ser malê ketye. mîna ko ew gelek caran dike, vê êvarê jî celadet beg hatye oda kurê xwe û jê re tiştine edebî, bi kurdî, dixiwîne. umrê cemşîd êdî mezne, ew bi xwe jî, gelek caran, tiştên edebî, ji bo bavê xwe dixiwîne, lê vê êvarê celadet beg dil heye, jê re, ji ropelên hawara ko hew derdikeve û hew kes beḧis dike, hin tiştan bixiwîne.
- berxê min, celadet beg dibêje, tu guhê xwe bide vê sitranê. lamartîn, şayrê mezin ê firansizî, ev nivsye. bavê te jî ew wergerandye. şîreke gelekî zîze, guhê xwe bidyê.
- na bavo, ez naxwazim...
lê celadet beg lê guhdarî nake, ew berçavkên xwe dibe ber çavên xwe, ropelên kovarê hinekê ber bi çirê dike û dest bi xwendinê dike, hêdî hêdî;
çûyn; bê girîn û zeḧmete;
ez ê herim...
mîna pelekê sivk
ko ba ji darê dweşîne...
ez ê herim bê ax û zarîn;
bê şîn û girîn.
girîn û hêstir ji bona çi?
ez ê herim!
mîna ba û bablîsokê, mîna av û ronahyê...
xwedê dilê min
li ser sindyana jîynê danî;
û bi girane û zompên qehir û xweşyê lê da...
- bavo ez naxwazim... cemşîd, bi hêrs, dibêje û destê xwe davêje ropela ko celadet beg dixiwîne. ez naxwazim li vê guhdarî bikim... eger tu dê bixiwînî, hingê ji min re çîrokeke şehrezadê ya hezar û şevekê bixiwîne...
celadet beg, dîsan, li kurê xwe ko di nav cyan de dirêj bûye, dinhêre. cemşîd jî, hinekê bi ḧeyret, li bavê xwe dinhêre. çavên reş ên mîna hev, bi qasî kêlyekê, li hev dinhêrin. di bin ronahya qels a çirê de, çavên cemşîd, mîna du lib yakûd, dibirqin. germahyekê bi ser celadet beg de tê, dilê wî diguvêşe.
- kurê min, ew dibêje û xwar dibe, ji çavî kurê xwe maç dike. kurê min... lawê min, pêşeroja min...
ew çend caran ji çavî cemşîd maç dike, wî hembêz dike û radbe ser pyan.
- ez herim nik eta te sînemê û ji wê re jî bibêjim «şevbaş», ew dibêje û ji odê derdikeve.
şev dadket. ez û şevê, hevalên hev ên umrê derketê, dê dîsan, bi tenê, bimana. şevê dê dîsan ez hembêz bikirama û alyên xwe yên no û veşartî nîşanî min bida. lê berî ko min xwe berda ba hembêza şevê, min divya ji zarokan xatir bixiwesta. hema çi bigre, min ew hew didîtin. ez li gund, li ser pembûyan bûm. pirî caran li wir dimam û bi tenê ji bo tiştên pêwist dadketim bajêr. ez û ḧusên begê îbîş li hev hatbûn; me dê, bi rêdana yezdanê pak, pemboyeke baş rakira... wî texsîr nedkir û ew ji tu mesrefê nedrevya. min jî texsîr nedkir û ez bi roj û şev dixebtîm.
divê bête bîra te ka min çawan xwe bi dil û can dabû karê weşandina kovaran. her welê, niha jî, min xwe dabû karê çandinyê. cemşîd divya, bi keser û xemgînê, li biskilêtên hevalên xwe nenhêrya, divya, mîna hevalên wî, biskilêtên wî jî hebûna. sînema min ko bûbû keçkeke xama divya, bi dilê xwe li xwe bikira... divya ew neketa pey ḧesabên qurşan... min divya sûda teres a neçaryê biqulpanda ser heynê. ne ji bo xwe, lê ji bo zaroyan... lê mîna her tiştê qa’deyên vî şixulî jî hebûn; heçî diket govendê, divya çeplikên xwe bihejanda. yanî ez divya li gundê ḧusên beg, hêcanê, bimama û li ser şixul bûma.
mezyet, xweha min a bextireş ko mîna birayên xwe yên derketî, her bi derd û kul bû, çûbû. wê agir bi dilê min xistibû û vegeryabû sitembolê. tevî mêrê xwe yê serserî ko min hîç jê ḧez nekir. em dîsan ji hev veqetyabûn. lê îcar, veqetandina me ebedî bû. hem min hem jî wê fahim kirbû ko me dê nema hevûdu bidîta. ryên jînê, bêveger, ji hev vedqetyan. berî çûyna wê bi du rojan, ez ji gund vegeryam û hatim malê. çawan çavê wê bi min ket, wê dest bi giryê kir. di nav wan du rojan de, ew her girya. şeva dawîn, min jê re çend rêz, bi tirkî, nivsîn, tê de jî xatir xwest û ji malê, nîvê şevê, bi dizîka derketim û çûm gund. gava min ew çend rêz nivîsîn, min dil kir ko oxra wê bi xêr bûya, -tevî ko min dizanîbû, oxra wê ne bi xêr bû...
tu dê niha bipirsî ka çima ez welê bi dizîka ji malê çûm, bêyî ko xweha xwe hembêz bikim û pê re ḧeta bêrûtê herim... min taqet nebû. ne hêz, ne taqet, ne jî quwet mabû. min hew xwe li hember veqetînên zîz radgirt. ji vê pê ve, ez çi bibêjim? barên giran ên kurdibûnê û şopên kambax ên salên dirêj ez xistibûm. raste, sebir û metanet hîmên esasî yên mervan, nemaze yên mervên demên no û têkoşerin. raste, ev herdu mezyet mirovan li ser pyan digirin. lê belê hest, bîr û bedena min a pîr ko ji xwe bi sebir û metanetê hatbû hûnandin, hew dikarîbû xwe bi sebir û metanetê bineqşanda û ’eybên pîrîtyê veşarta. sebir û metanet jî, ji hestên westyayî û bedena kal, bi dûr ketbûn.
li gund, ḧalê min ne xirab bû. gundyên ḧusên beg qedrê min digirtin. cîh û mala min hebû. gund, çandinê û pembû jî li jîna min a peregende zêde bûbû. lê min bêrya zaroyan dikir.
- berxa bavo, tu nivyayî? celadet beg li ber deryê sînemê radweste û dibêje.
- na bavo, sînem ji hundir dibêje, bavo were, binêre ka ez çi dixiwînim.
celadet beg derî vedke, bi ken, dikeve hundir û dere li ser kursya ko li kêleka textê razanê yê sînemêye, rodne û ji sînemê dipirse, - tu çi dixiwînê keça min?
- ez defterên ko te ji bo min û cemo nivîsîne dixiwînim.
- min ew defter ji bo van rojên ko hûn bikarbin bixiwînin, nivîsîn, keça min, celadet beg, bi ken, dibêje. de ka ji bavê xwe re bixiwîne, ka bavê te çi nivsye...
sînem, hinekê din, serê xwe ber bi çirê dike û ropela vekirî ya defterê dixiwîne; «kurê min, keça min!.. carnan ji we re hin tiştan dibêjim. hûn bi wan bendewar dibin. ew bi kêrê we tê. hûn hineka ji bîr dikin, hinekên din di bîra we de dimînin. lê heke min ew ji we re nivîsandin û xistin deftera we, hûn tu car ji bîr nakin...»
sînem serê xwe ji defterê radke û bi çavên pirisdar, li bavê xwe dinhêre.
- çi bû keça min? çima tu seknî? ew jê dipirse.
- bavo, ew, bi hêdîka dibêje, heke tu eciz nebî, ez dixiwazim tiştekê bipirsim...
- bipirse keça min, çima ez ê eciz bim.
- bavo, min li ropelên no yên van rojên dawîn jî nihêrîn...
- herê?
- di van ropelên no yên defterê de, tu hertim beḧsa mirin, şîn û tazyê dikî... çima?
celadet beg dikene û bi qasî çendekê bêdeng dimîne. ew nizane çi bibêje.
- heke tu rastyê bixiwazî, ez jî nizanim ka çima ez welê dinvîsim. lê tu dizanî, bawerî bi mirin û melayka mirnê nabe. ew ji nişkekê ve tên. armanca min bi wan rêzan, heye ko, ev be; heke sî û hilma mirnê bi ser mala me de girt, şîn û tazya mala me divê li gora ’edet û ûslên mîran be, li gora rabûn û roniştina bav û kalan be. gereke ko hûn bi van ’edet û ûslan bizanbin...
- bavo, çima tu weha dipeyvî?
- tu guh mede bavê xwe yê kal, keça min... de bavê xwe maç ke û razê...