6

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 6 Xulek  233 Dîtin

- mosîw bedir xan, hûn gêrî bîrê bûn, serekdoktorê nexweşxana firansizî dibêje, gundyan hûn ji bîrê derxistin û anîn nik me... hûn niha li nexweşxana me ne.

celadet beg, bi hêdîka, çavê xwe vedke. her tişt li ber çavê wî, mîna ko di bin perdeyekê de be, di nav reşahyekê deye. li ber serê wî çend kes hene. ew kî ne? celadet beg nikare royê wan baş bibîne. ew li wan dinhêre. jinkek di nav kincên sipî de tê û bi destimalekê enya wê paqij dike.

- mosîw bedir xan, hûn birîndarin, birînên we... hene. em dizanin, karê me ne hêsane, lê em ê her tiştî bikin. em ê, niha, we bibin emelyetxanê. em hêvîdarin ko em ê bi ser kevin.

celadet beg bi bîhneke giran a derman û nexweşxanan dihese. ew têdgêhê ko ew li ser textekê dirêjkirîye. ew dêşe. hêdî hêdî ew bîr bi êşa bedena xwe dibe. her alyê wî di nav êşeke bêpîvan deye. ew dixiwaze devê xwe veke û tiştekê bibêje. lê nabe, lêvên wê, gewrya wî zuwaye. ew zimanê xwe derdixe û çend caran li ser lêvên xwe digerîne. tahma devê wî, mîna ya jahrê, tahle. ew dixiwaze rabe. lê çaxa ew hewl dide ko xwe bilvîne, hemû bedena wî dişewte, mîna ko agir pê ketbe, yan jî zelzeleyek tê de hatbe pê. ew nikare xwe bilvîne.

- mosîw bedir xan, doktor li serê xwar dibe û dibêje, gelo hûn dixiwazin hinekê xwe rast bikin?

celadet beg pêşî bi çavan bersiv dide, paşê jî ji devê wî gotnek derdikeve,

- wî... doktor, jinka kincispî û du kesên din ko li ser serê celadet begin, bi hêdîka, pir bi dîqet, radhêjin wî û pişta wî ber bi dîwêr dikin. jink çend balîvan datîne ber pişta wî. êş... êş... êşa bêpayan, êşa ko nayê gotin, nayê teswîrkirin. xwîdan jê dere. enya wî, qirka wî, ro û berçavên wî di nav xwîdanê de dimîne. jink, dîsan, bi destimalê enî û royê wî paqij dike. kincên wî jê bûne, bi tenê derpî lêye. jê xwîn neçûye, di tu dereke wî de xwîn naxuye. hingê ev êş ji kû tê? ew, niha, hinekê bêtir, bi cîhên êşê dihese. ji doralyên mil û sitû, sîng û kêlek û zik û şeqan êşeke zirav, lê xedar, dertê.

- en pu... en po de lu, hinekî av, celadet beg dibêje, hinekî... hinekî..

jink dilezîne û jê re qedeheke av tîne, serê wî hinekê rast dike û avê dibe devê wî. av û hênkahya avê tê û tîna hundirê wê, hinekê, dişkîne.

- cixareyek, cixareyekê bidin min, celadet beg, bi dengekê ko bi zeḧmetî tê bihîstin, dibêje.

- mosîw bedir xan, hûn cixare nekşînin çêtre, serekdoktor dibêje. em ê herin emelyetxanê.

- hûn cixareyekê bidin min û dev ji emelyetê berdin... le temp est venu... wext êdî hatye.

ez, niha, bi birînên xwe dizanim, dev jê berdin... u telefonê madam bedir -kan bikin, ji kerema xwe.

berî ko ez herim, ez wê bibînim.

ez bi birînên xwe hesyabûm; ez li rê bûm û diçûm. jîna min li kêleka bîrekê dest pê kirbû û niha jî li kêleka bîreke din xelas dibû. bîr bûbû qedera min. tu dizanî, gotna bîrê di zimanê kurdî de tê du maneyan; yek av û kahnî, dudo heş... bîra gundê hêcanê herdu jî, ji min, bi dûr xistibûn. kahnya jîna min dimiçqî, tevî ko min hewl dida xwe, heşê min bi derne din diçû û ez jî pî re dibirim.

kesin li dora min bûn, kesin diçûn û dihatin. bîhna taybetî ya dermanan doralyên min rapêçabû. hilma mirnê li dora min bû. ez, şahîdê wext, dewr û dewranan, şahîdê du şerên cîhanê, bolşewîzim, nasyonal sosyalîzim û faşîzmê, ez, hevalê şevê û zimanê birîndar, diçûm. dengên têkel ên jibîrbûyî dihatin guhê min. dengê nas û xizmên min, bav û dya min, bira û xweha min, yar û dostên min. wan bang min dikirin.

dengê miryên min li ber guhê min dinehurandin û gazî min dikirin.

di nav êşeke xedar de, ez diçûm. wexta min a xatir xwestinê jî nemabû. bila sînemxan û cemşîd, useyma û eḧmedê ferman, nas û dost li min biboryana ko ez weha, bêxeber, diçûm. lê berya ko perda xewa ebedî bi ser min de bihata rakêşandin, min dil hebû roşen bidîta. bi alîkarya destên roşenekê ez hatbûm û min dixiwest, bi alîkarya destên roşenekê jî ez biçûma.

- cixareyeke din jî bidin min, celadet beg, bi xirexir, dibêje.

deng, pir bi zeḧmetî, jê derdikeve. dilopên xwîdanê ji enya wî ya fireh kêm nabin. her ko dere, êş zêde dibe. çavên wî tên girtin. kesên ko li doralê ne, li ber çavê wî, hêdî hêdî, hîn tarîtir dixiwîn.

- de zûkin, serekbijîşk dibêje, emelyetxane ḧazre.

jink û du kesên din, bi hêdîka, celadet beg li ser text dirêj dikin û çar kes, her yek ji alyekê text digre û celadet beg ber bi alyê emelyetxanê dibin. ew bi rê dikevin û derin.

celadet beg çavê xwe vedke. bi tenê ew rengê sipê yî banê nexweşxanê dibîne. bi tenê rengê sipî hevaltya wî ya çûynê dike. celadet beg dere, di nav rengê sipî de, heşê wî, wî dibe bexçeyekê û bîra bexçe ronîye, çend zarok li bexçê, dora bîrê dilîzin. zarok li dora bîrê dizîvirin. darên qaym ên çinarê bi pelên xwe, bi esmanan ketne. kulîlkên dareke henarê rengên germ ên keskesorê tînin pê. gul û kulîlk bişkovîne. mêş û moz li gulên nobşikovî vednijin. çend çivîk li ser daran dixiwînin. ji hinekê dûr ve, dengê pêlên zeryayê tê. kevrên bîra ko zarok li dorê çerx dibin, xwîdan dane, dilop, yek bi yek, ber bi bîrê gêr dibin. zarok, bi gavên revê, dizîvirin. yek ji zarokan, meznê wan, bi çend gavan li pêş zarokên din dizîvre. zarokê pêşî hem dizvîre hem jî carna vedgere û li yên din dinhêre. ew dest li wan dike. ew dizvire, ronahî hîn bêtir dibe, gewrahî hawirdor vedgire. kêfa zarokê li pêş bêpayane, «mêhir lişt», ew dibêje û çerx dibe.

li dora bîrê, di nav ronahyê de, ew dizîvre...