1

hawar û sê zarokên din; sînem, cemşîd û ronahî... u hinekî din ronahî!..
Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 6 Xulek  454 Dîtin

wêneya 14 -an a bîra qederê wêneyeke ronîye. celadet beg û roşen xanim, li ser kursyan, li kêleka hev, runiştine. herdu jî li kamerayê dinhêrin. roşen xanim bi kene, ruyê wê dikene. celadet beg jî bi kene, lê bi tenê çavên wî dikenin. di vê fotografê de ken heye.

du zarok, keçek û kurek, li ser herdu çogên celadet beg runiştine. navê keçkê sînem, navê lêwik cemşîde. li pişta fotografê, bi destinvîseke ’erebî, weha hatye nivîsîn; celadet, roşen, sînemê, cemo. sînemê û cemo, yanê sînem û cemşîd zarokên wanin. cara yekemîn, di vê fotografê de, celadet beg, mîna bav û xwedî zarok, dixuyê. ew bûye bav, bavê keçekê û lawekî. celadet beg, çakêtekê siport lê, porşehkirî, herdu destên xwe di pişta zarokên xwe re birne, ew hembêz kirne û hinekê maxrûr, li çavka kamerayê dinhêre. zarok jî dikenin. keçk, devê wê vekirî, çavên wê hinekê girtî, dikene. lawik, devgirtî, mîna bav, por ber bi paş şehkirî, li kamerayê dinhêre û dikene.

keçk hinekê li dya xwe lawik jî li bavê xwe çûye. lawik eynî celadet bege. mîna ko celadet beg bûye zarok û dîsan bûye ceco, cecoyê dapîra xwe roşenê. cemşîdê roşenê û cecoyê roşenê... keçk 3 -4 salî, lawik 1-2 salî dixiwîn. herdu jî bêpayan xweş, bêpayan geşin; mîna heyva çardehê şevê ronî ne. keçk hinekê gulover, lawik zirav û dirêje. lêwik serê xwe danye ser milê bavê xwe, keçkê herdu destên xwe vekirne, mîna ko ew li çepkan dixe.

ev fotografa ko pir xweş hatye kişandin, rengekê nu li rengên jyana celadet beg û ropelên nu ko bi rengê nu tên rengandin, li romana bîra qederê zêde dike. eger merv fotografê mîna ropelên wextî û jyanê bihesbîne, ew fotograf ropeleke nu û ronya wexteke dirêj a umrekê balkêşe. ev fotografa ronî, di eynî wextî de, îspata ronahî û kenêye jî. ev nîşan dide ko di hin cîh, wext û heyamên wî umrê balkêş de, ken jî hebûye. di hin ropelên romana bîra qederê de ken jî heye.

ev fotograf û kesên fotografê îspat dike ko celadet begê ko ewçend ji jyana mal, malbat û zarokan direvya, bûye xwedî mal, malbat û zarok; sînemê û cemo di hembêza wî de dikenin. ev fotograf, îspata bergeheke, bi qewlê roşen xanmê, famîlyere. famîlye, mal, malbat û zarok, bêguman, wêne û fotograf divê. kamera divê, îspata wext û dewranên ko zarok tê re derbas dibin, divê. her du yan jî sê mehan carekê, roşen xanim li zarokan dinhêre û dibêje; wext hatye.

zarok mezin dibin, diguherin. guherîn divê îspat be. zarok ê, sibê roj, li fotografan, li şopên xwe yên jyanê, binhêrin û rojên bihurî bi bîr bînin û li zaroktya xwe binhêrin. wext hatye... ma mal û zarok bê fotograf, kamera û îspatan dibe? nemaze gava mal, maleke bedirxanî be û li ber xetera windabûnê be...

lê roşen xanim tu kamera navên, -ji ber ko fotografkêşê herî baş ê şamê dostê malbatêye. malk tahir û birayên wî ko li hemû navçê mîna fotografkêşên hoste tên zanîn, carna, her du - sê mehan carekê, tên taxa muhacîrîn, mala celadet beg û roşen xanmê û fotografên zarokan dikşînin. mîna vê fotografa 14 -an a bîra qederê, carna tevî fotografên zarokan, yên celadet beg û roşen xanmê jî. herçend mir. xandemyan li sitembol, kadkoyê, dost û hevalê malbatê bû, malk tahir û birayên wî jî ewçend, li şamê dostin. eynî mîna mir. xandemyan, malk tahir jî carna, bi xwe, tê û dixiwaze fotografên malê bikşîne. malk tahir û birayên wî ji kurdên şamê, eyubyanin. situdyoya wan a fotograf û giravuran li cîhekê xweş û şên, li ser kolana salhî yê ye. tevî ko fotograf, sûret û kişandina wan, li gora dînê îslamê, ne di cîh deye û ew li şamê navenda çanda îslamî, dijîn, situdyoya wan hertim tijîye. her celeb merv, ’ereb, firansiz, cihû, ermen, suryan û kurd tên û fotografên xwe dikşînin. fotograf ji gelek tiştê din girîngitre, ji ber ko ew îspata dewr û dewranê, umir û jyanêye.

lê herçî kişandina fotografên sînemê û cemoye, malk tahir bi xwe dere mala wan û fotografan dikşîne. çawan ew ê mîrên kurdan bînin situdyoyan?.. mîr, mîrin. do jî, îro jî, sibê jî...

li pişta vê fotografa 14 -an, li bin navan, bi xet û neqşên gelekî xweş û bi firansizî, «fotogravure -eyowbye firêres» nivsye. di vê fotografa birayên eyûbyan de, celadet beg gelekî li bavê xwe emîn alî beg dişbe. ew jî mîna bavê xwe runşitye; pişta wî rast, sîng û ruyê wî li pêş, serê wî hinekê hildayî. kenê çavên wî jî, mîna ya emîn alî beg, kîbar û bi pîvane. gelo tarîx dubare dibe, bi guherîna wext û dewranê, tarîx vedjê? di vê fotografa ko malk tahir kişandye de, mîna ko celadet beg ketye dewsa bavê xwe emîn alî beg û cemşîd jî ketye dewsa bavê xwe celadet beg. di fotografên mir. xandemyan de, celadet beg zarok bû û li ser ajnûya bavê xwe rudnişit, lê di fotografên malk tahir de, ew bave û lawê wî li ser ajnû rudne.

sitembol, kadkoy. şam, muhacrîn... du qonaẍên qederekê ko bi rengên cihê hatne hûnandin.

sitembol, kadkoy; konaẍa yekemîn. şam, muhacrîn; konaẍa çendan? ya dawîn?