2
- qonaẍa çendan? ya dawîn? na, celadet beg dibêje, ne qonaẍa dawîn, lê qonaẍa diduyan... jixiwe di vê hejmara destipêkê de, min bendek bi navê «sê tarîxên hawar -ê» nivîsye û tê de qala vê yekê dikim. qonaẍa yekemîn hawar bû, weşandina wê û alfaba latînî bû. me qa’deyên nivîsîna kurdî, ji nu ve, anîn pê, xwendin û nivîsîna kurdî, hêsan kir, ziman sivk kir, gencineyên zimanê kurdî weşandin. niha jî, di vê qonaẍa diduyan de em ê van şixulên xwe yên bingehîn firehtir û kûrtir bikin. jixiwe min di benda xwe de jî nivîsye; hîmê zimanekê li ser sê hêmanê bingehîn seknye: alfabe, giramer û ferheng. alfabe temam, niha dora giramer û ferhengêye. heçî xwendevane, qonaẍa nu, jê re weha dibêje; hîn bin, hîn bin, hîn bin, hîn kin, hîn kin hîn kin...
- pirins bedir -kan, min artîkla we, bi leza kêlyekê, xwend, rocê lêsku, yek ji dîplomatên navdartirîn ê firansizan, bi kurdî, dibêje. we hawar baş piresente kirye. beşê firansizî jî ne xirabe. ez we pîroz dikim û umrekê dirêj, ji hawara nu re, dixiwazim...
dîsan bihare, bihara 1941 -an. gulên sor ên ḧewşa celadet beg û roşen xanmê, bi rengekê xwînî, bişkovîne. hechecîk, dîsan, hatne. bajarî, kurdên şam û ḧelebê ḧazrya zozanan dikin. dîsan ḧewşa celadet bege. lê ya mala nu ya taxa muhacrînê. dîsan heval û dostên wî civyane, -li kêleka bîrê. lê bîra mala nu. hawar dîsan, ji nu ve, derketye. hejmara yekê, na, ne hejmara yekê, hejmara 27-an, îro, 15 -î nîsana 1941 -an, nu ji çapê derketye. du şagirtên çapxana sebatê, bi lez, çend tomar kovar, anîne malê. ew li kovara ko hê jê bîhna çap û çapxanê difûre, dinhêrin. kesên ko hatne, dîsan, yên berê ne. roşen xanim, ’elê aẍayê zilfo, miḧemed aẍayê zirkî, emer aẍayê şemdîn, silêman efendyê qotreşî, ’arf ebas beg, husnî berazî beg, muhsîn berazî beg, memduḧ selîm beg, nîzametîn kubar beg, osman sebrê, dir. nafîz beg, eḧmedê fermanê kîkî. lê vî danê êvarê, li ḧewşê, navên nu jî hene; kamuran beg, rocê lêsku, qedrî can, cegerxiwîn, birayê biçuk ê dir. nafîz, nûredîn, qedrî, ekirem, mîqdad û bedrî begên cemîlpaşa. ji vê civata ko pirî caran ji hev dûrin, lê îro, bi hênceta pîrozbahya kovarê hatne mala celadet beg, mervek kême; haco aẍa... haco aẍa wefat kirye, lê dewsa wî, lawê wî ḧesen aẍayê haco hatye.
celadet beg? ḧal û ḧisên wî yên îro?
tevê ko ba û bahozên şer hawirdor vegirtibû, bihar, demsala geşyê, dîsan, hatbû. rojeke nu ya pîroz a biharê, hêdî hêdî, ber bi êvarê, diçû. wê rojê, gelekî zû, ez bi dengê tajya xwe ya belek ko min navê wê belên, yanê soz, yanê ehd, lêkirbû, hişyar bûm. dinya hê baş ronî nebûbû. jixiwe, hema çi bigre, xew neketbû çavên min; hawar, zaroka min, ’ezîza ber dilê min, ê, ji nu ve, bweşya! bêyî ko ez roşenê hişyar bikim, bi hêdîka, ez ji textê razanê, peya bûm, ji odê derketim û çûm oda zaryan. sînem û cemo, mîna du melaykan, dinvyan. cemo tilyên destê xwe xistibûn devê xwe û ew dimêtin. xweha wan a no dê, wê rojê, bihata. ez derketim ḧewşê. bayê dinya çiksayê, hinekê, ez, hejandim. ez çûm nik lîsên kewên xwe û bi qasê çendekê min li wan, bedewya wan û rengên wan ên birdikê, reş, belek, sipê û sor nihêrî. min teyfik dîsan, tijê qût kir û danîn ber wan. paşê jê ez çûm nik belênê. belên hişyar bû, zimanê xwe derxistibû û dinhurî. ez çûm ser bîrê, min sitîlek av kişand, taska ava belênê tijê kir û ew da ber wê. paşê jê, ḧeta zarok û dya wan hişyar bû, ez bi gul, kulîlk û çîçekên ḧewşê daketim. kulîlk dibşikovîn, mêşên hingivîn, bi ûsil û vizeviz, vednişitin ser gul û kulîlkan. hingê, çaxa çend ref quling, li پەێ hev, di esmanê vekirê yê şîn de, firyan û derbas bûn, min serê xwe rakir û bi kêf, li wan nihêrî. şer bû, ba û bahozên şer dinya dabû ber xwe. lê wê rojê, digel her tiştê, dinya xweş bû, tu tişt û kesê ko ez hêrs yan jê eciz bikirama, nîn bû, kesê ko derd û kederên min bi bîra min banyana, tune bû. derd û kederên ko bîhin li min diçkandin, ḧesreta ko ez carna dikirim mejnûn, xirabyên ko bi min bûbûn, kurt û bistên ko li dijê min dihatin gotin, wê rojê, ji min, gelekê, bi dûr bûn. mala germ, xanyê bi dengê zarokan şên, bîr, yanê kahnya avê, dengê textên bîrê, dilopên hûnk ên ava bîrê ko li ser kevrên bîrê, mîna çirûskan, dixuyan û winda dibûn, hêşnahê, rengên biharê, esmanê sipehê, hemû, her tiştê xweş wê rojê li dora min bû.
û hawar wê li wan zêde bûya.
xewna min, xwesteka min a herî mezin, dîsan, bi cîh dihat. divya gotnên kurdî nemrana, divya ew bihatna vejandin... berî ko tu yan jî xwendevanên bîra qederê bipirsin, çima «divya», ez, bi carekê, bibêjim; pyêr lot, ew keştya mezin û sipê, ko her roja pêncişemyê, ji sitembolê derdiket, zerya marmara û zerya sipî û pêlên wan dida ber xwe û dihat bêrûtê, her carê, bi xwe re, hin rojname û kovarên tirkî jî danîn. pêşî ew weşanên ko hinekê kevin bûne, li bêrût û lubnanê digeryan, paşî jî ew, hinekê din kevnitir, dihatin şamê. gava ew dihatin, min her tişt ji destê xwe berdida û tê û birçê, bi ḧesreta salan, xwe davêt ser wan û ew dixiwendin. ḧeta rêza dawîn, ḧeta xeberên siporê, ḧeta xaçerêzên wan. lê her carê jî, ez dilişkestî, xemgir û bîhniteng ji ser wan radbûm. ji ber ko ew tijî xeberên reş bûn û berdevkên syaseteke vajî û ne’însanê bûn. rojnameyên cumhuryet û vatan -ê dihatin, kovarên ulko, kadro, bozkurt, torkiço dergê, yurit ve donya dihatin. ji yurit ve donya pê ve, ew rojname û kovar, hemû, kursî û organên syaseta «tirkîzasyonê» bûn. li gora wan, li tirkyê, bi tenê tirk hebûn, zimanê tirkî hebû, heyn û çanda tirkî hebû... gel û miletên din? ziman û çandên din? ji bo wan, bi tenê, ryek hebû; tirk bûyn... heçî heyn û zimanê kurdî bû, qedexe bûn. nav diguherîn; navên hezar salan ên merv û malbatan, bajar û gundan, deşt û zozanan diguherîn û dibûn tirkî. navên dar û ber, gul û kulîlkan diguherîn. bineviş dibû menekşe, beybûn dibû papatya, sitêrgul dibû yildizçîçegî... şan û şoret, nav û nîşanên mirovan diguherîn, paşnavekê tirkê, mîna pîne, bi hûyeta kurdê ve dizelqî û dikete pey kurdan. navê mal û malbatên kurdî dibûn oztork, cantork, korutork, soytork... em, bedirxanyên sedan salan jê bûbûn çinar. bedirxanyên ko bi sedan sal mîrên cizîra botan bûn, tesîr li navçê û dewleta osmanî kirbûn, bi carekê, bûbûn çinar, yanî hîç, vala, pûç. kê dizanîbû ka çinar kê bûn!
zimanê kurdan hatbû jêkirin. kilîd li zimanê wan ketbû... u ew rojname û kovarên berdevk, her û her, bi xeberên vê yeka kambax, tijê bûn. ew xeber dibûn tîr û bi dil û canê min diketin. ez dibe’cîm, diteqyam. carna ez ji xewê vedcinqîm û diqîryam; na, nabe, divê zimanê kurdî nemre!.. belê, welê bû, ez welê difkirîm; gotna amojna sitê û bavo ko ez pê rabûbûm, mezin bûbûm, divya nemra. zimanê min, gotnên min ên şevên tarî ko bêdeng li ser kaxzan direşyan, divya kilîd bişkanda. gotnên şevên şamê divya birînên zimanê kurdî yên xedar bicebrandina...
wê rojê, danê êvarê, merhem dihat, hawar derdiket!
- sed ḧeyf ko ḧaco aẍa ev roj nedît, memduḧ selîm beg, kovar di destan de, ji ḧesen aẍayê haco re, dibêje. ew ê gelekî kêfxiweş bûya. ne wisane, mîrê min?
- bêguman, celadet beg, destê xwe dibe rîha xwe ya sipî û dibêje. lê ez welê texmîn dikim ko ew û miryên me yên din, îro, di gorên xwe de, reḧet, dinvin. me mucele derxist, niha jî me şixulekê heye; domandina wê...
celadet beg, rocê lêsku, kamuran beg, memduḧ selîm beg, qedrî beg, ’elê aẍayê zilfo û ḧesen aẍayê haco, li kêleka bîrê, li ser lingan, seknîne û dipeyvin. kovar di destê hinekan deye. piştî bîskekê, ew ê bi hev re, ji bo şîva êvarê, herin aşxaneyeke kevnar ko li kêleka meydana merceye. bi hênceta derketna kovarê, ḧesen aẍayê haco ew ezmandine. ḧesen aẍa ko pir bi bavê xwe dişbe, çavê wî li ser kovarê, bêyî ko li celadet beg binhêre, jê dipirse,
- mîrê min, ji bo domandinê çi divê?
- gelek tişt divên, lê berî her tiştî pere û kiryar...
- kiryarya salekê bi çye?
- bi pênc lîrayên sûrîye...
- mîrê min, heke tu eciz nebî, min dil heye, ez hinekê alîkarya cerîdê bikim... berî ko ez bêm vê derê, min bazareke nexrab li dar xist û jê perene baş qezenc kirin. para cerîdê jî tê de heye. ez dixiwazim 400 lîra bidim cerîdê...
- mala te ava, celadet beg dibêje... heye ko ev alîkarya te rê veke...
- belê, memduḧ beg dibêje, ew ê rê veke, lê me 400 lîra nînin, em çi bikin?.. ez ê deh lîra alîkarî bikim... herkes bi qasî quweta xwe.
- ji min jî pêncî lîra, ’elê aẍayê zilfo dibêje.
- ji alyê min û nûredîn jî, dir. eḧmed nafîz beg dibêje û ber bi alyê wan tê.
- ez jî, li ser navê hemû cemîlpaşayan şêst lîra didim, ekirem beg dibêje.
yên din jî ber bi wan, kêleka bîrê, tên û her yek, li gora quweta xwe, tiştekê dibêje.