6

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 5 Xulek  484 Dîtin

celadet beg herdu nameyên ko jê re hatne, ji resepsyona otêlê werdigre û ji resepsyonê derdikeve. ew ber bi alyê salona otêlê dere. nameyek ji parîsê hatye, ya din ji sitembolê. nama ko ji parîsê hatye, ji kamurane. celadet beg destinvîsa wî ya bedew dinase. lê ya din ji kêye?

salona otêlê tenhaye, bi tenê çend kesên ewrupayê, li alyê din ê salonê, li qunicka herî dawî, runiştine. berî ko ew rune, ew ji garson qahweyek dixiwaze û paşî, dere, li ber pencera mezin, li ser kursyeke fireh a çermîn rudne. resepsyon û salon, herdu jî, di qata duwemîn a otêlê de ne. ji salona otêlê meydana salhyê û piştê meydanê jî kolana salhyê ko hertim tijî şênîye, dixiwîn.

celadet beg westyaye, bêxewe. ḧeta sibê, ew bê xew maye, bi alîkarya pakêta cixarê û şûşê, wî rêzne têvel nivsîne, rêzne şîreke firansizî wergerandine kurdî, gotnine kurdî ko bi tîpa «f» dest pê dikin, nivsîne, ropelne têkel ên hin kitêban tev dane, di nav fikir û gumanan de çûye û hatye û li ber destê sibê, gava roşen xanim hişyar bûye, ew ketye nav nivînan. roşen xanmê xebereke nu jê re gotye; ew li hêvya zarokekî nuye.

celadet beg cixara xwe dikşîne û li der dinhêre. evçend însan, evçend şênî!.. piştî kêlyekê, ew li nameyên li ser masê vedgere û pêşî nama kamuran vedke. name ne dirêje. kamuran tê de beḧsa şerê nu yê ewrupayê dike, «welê dixuyê ko dinya dê dîsan, bikeve ber pêla şerekê dijwar û fireh...» kamuran biryar daye ko vegere rohlatê, lubnanê. ew niha şixulên xwe dide hev û wan serast dike, paşî ew ê vegere bêrûtê. we paşî jî silav, dîsan silav...

zerfa nama din ko ji sitembolê hatye, boze. xetên li serî jî, bervajyê ya kamuran, bi ’erebî ne. lê celadet beg xetan nas nake. ew bi hêdîka namê vedke; «mon şêr ceco...» name bi firansizî hatye nivîsîn. ceco... kê ew nivîsye? celadet beg li binê namê dinhêre. canan! cananê ew nivîsye. celadet, bi lez, nama ko ne ewçend dirêje, dixiwîne; ḧalê cananê başe, na, ne başe, lê ne xirabe jî. dinya guherye, kesên nas kêm bûne, ew kesê nabîne, ber bi danên êvaran, carna, ew bi wapûrê, dere galatayê, berî ko ew vê namê binvîse, bi çendekê, ew çûye restorana belvu, restorana ko ew diçûnê û wan lê dans dikirin. restoran vala bûye, dinya pir biha bûye. rojname bi hewadîsên şer tijî ne. tirkye jî ḧazrya şer dike. pera û galata jî guherîne, koça «eqelyetan» dewam dike, cihû, îtalî, ermen û rûmên taxê, dev jê berdidin û derin awrupayê. navê cade -y kebîr, yanê ru de pera, guherye û bûye îstîklal caddesî.

cananê bêrî li celadet, hevalê xwe yê ebedî, kirye. lê pasaporta wê nîne ko ew bikarbe were zyareta wî. ew ê hewl bide da ko bikarbe pasaporteke nu derxe. eger ew bi ser ket, ew ê bê lubnanê, zyareta celadet, şagirtê ovdus... u paşê silav û hembêz û ramûsan...

piştî ko keştya pyêr lotê canan ji bêrûtê wergirtibû û birbû sitembolê, yekemîn car bû ko min jê tiştekî dibhîst. sal derbas bûbûn. dewran diguherîn. hêlîna teyrê kor, xwedê çêdkir. em, her yek, li derekê, li gora ’edet û ûslên dewranan, dijyan. rê ji hev vedqetyan û te didît, dîsan, ji nişka ve, ew dighîştin hev. niha jê kamuran ê bihata. canan ê, belkî, bihata. (deftera ko wê dabû min li kû bû? min ew li kû winda kirbû?) zarokeke nu dê, belkî, bihata... wê rojê, gava ez ketbûm nav cîhan û roşen li rê bû ko biçûya dibistanê, ser karê xwe wê li ber devê derî gotbû, «celadet alî...» min jî lê vegerandibû û gotbû, «swîle kizim...» û hingê wê gotbû û bi lez derketbû û çûbû, bêyî ko li hêvya min bisekne. zarokekê nu li rê bû... heye ko kurekî pozberan yan jî keçeke çavreş ê bihata... kî dizanîbû?..

piştî ko celadet beg qahwa xwe vedxiwe, ew cixareyeke din vêdxiwe. nuçeyên ko ji cîhên cihê tên, eynê ne; şerekê nu yê xedar li ber derîye. welê dixuyê ko dinya dê dîsan tev li hev be. kurd? ya kurd ê çi bibin? kî dizane?

berî ko celadet beg rabe, ew nama cananê diçîrîne û dixe xwelîdanka li ser masê, nama kamuran jî dixe berîka xwe ya çakêt û ew radbe.