5

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 7 Xulek  282 Dîtin

ronî, ronahî, hinekî din ronahî. lê ji kû, çawan? tarîye, her der tarîye, mîna binê bîrê tarîye. bi qasî misqalekê be jî, ronahî naxuyê. xeberên ko tên, reşin; bûyerên ko diqewmin, reşin; gavên ko tên avêtin, gavên bêgavyê ne. celadet beg li mala nu, li oda xwe ya xebatê, cixare di dîv de, li ber masê runşitye û li der dinhêre.

bi hêvyên mezin, celadet beg û roşen xanmê mal guhestibû taxa muhacîrînê. wan li wir maleke li gora dilê xwe, bi kirêyeke erzan, peyda kirbû. ev mala nu jî, mîna mala salhyê, duqat, lê pirjûre bû. tê de ḧewşeke fireh û di ḧewşê de jî, mîna mala din, bîreke avê hebû. ew bi mehan li şamê geryabûn da ko maleke weha bibînin. malek ko dê fireh û pir ode bûya, tê de ḧewşek hebûya û di ḧewşê de jî bîr. maleke weha hewce bû, -ji ber ko sefter an jî sînemxan ê bihata, ber bi êvaran, celadet beg ê li ḧewşê, kêleka bîrê, runişta û romana xwe heyveron binvîsa. heval û dost ê bihatna, bira û xweh ê bihatna û li mala wan mêvan bûna eḧmedê fermanê kîkî û dengibêjên din ê, di şevên dirêj de, mal bi dengên tarîxî yên jyana kurdî tijî bikirana. gava herkes radza, ew ê rabûya û wî dê rêzên şîr û romana xwe hişyar bikira. di berbangên rojên nu de, wê dê şengê û bêlenê, tajya nu ko kurdên çyayê kurmênc dyarî wî kirbûn, bigirtana û biçûya seyd û nêçîran. di bin perda rengê sor ê hingûrên şamê de, wî dê li qepqeba kewên xwe yên ribat guhdarî bikira, mêkew û maryên xwe bifranda û li wan binhêrya.

lê eger bûyerên ko wan nehesbandibûn, neqewmana.

dirêj meke, xortê halnas, dirêj meke. bûyerên reş bêhejmar, mûsîbet pir bûn. tu dê beḧsa kîjanê bikî û kîjanê nekî? dev jê berde, ne tu serê xwe pê bêşîne, ne jî xwendevanên bîra qederê xemgîr bike. heke te dil heye ko tu gotnê bînî ser heyveronê, hema bi carekê, ez bibêjim te ko min taqet nîn bû ew binvîsa. ji ber ko bûyerên reş û mûsîbetên kambax pir bûn. ne hewceye ko ez jî niha, yek bi yek, beḧsa wan bikim. lê ez ê bi tenê û pir bi kurtahî, beḧsa hin ji wan ko ez ji taqetê xistim, bikim.

sefter li nexweşxana firansizî ya şamê hate dinê. kêfa me bêpayan bû. sefterê biçuk, bi rastî jî, bi sefter dima. min ê sefter, mîna sefterê bira, mezin bikira. jixiwe min ê roman jî, bi bîranîna sefterê mezin, ji bo sefterê biçuk binvîsa. sefter hat, lê yanizdeh roj bi du hatna xwe re, ew dîsan çû. berî ko sefter bê dinê, roşen ji apandisîtê emelyat bûbû. emelyata wê zêde bi serketiz nebû. u wê emelyatê tesîr li sefterê biçuk kirbû. ew nexweş hate dinê, lê me hêvî hebû ko ew ê sax bûya. deh roj û deh şevan, ez li ser serê wî bûm. roja dawîn, ji bo karekê, ez derketbûm der. çaxa ez derketbûm, wî jî, bêzar û bêzman, xatir xwestibû û çûbû...

mezo û si’adet ablayê nameyeke kurt, li sitembolê, nivîsîbûn û bi alîkarya dostekê, bi min gîhandibûn û tê de beḧis dikirin ko wan ḧazrya hatna şamê dikir. ew ê bihatna şamê! min ê xweh û dotmama xwe bidîta! bi heyecanê, ez li hêvya wan bûm. lê ew nehatin. dewsa wan, nameyeke din ko ji ya berê kurtir bû hat; si’adet abla bi qezayeke kambax mirbû. gava wê xwestibû ji bîrê av bikşîne, lingê wê şemtîbû û ew ketbû bîrê. serê wê li kevrên bîrê ketbû û ew bêhiş, di bîrê de, fetsîbû û malbatê si’adet abla, yek ji neqşên rengîn ên jîna min, di goristana uskodarê de veşartibû...

kekê min sureya çûbû parîsê. ji parîsê jî, ew ê bihata şamê û demeke dirêj li nik me bima. ḧeta rojekê, ez ji postaxanê, bi telefonê, bi wî û kamuran re jî peyvîm. wî ḧal û hewalê me pirsîbû, roşen meraq kirbû û ji roşenê re, ji cil û bergên lusyen lelong taxmekê kinc kirîbû. dengê wê hê di guhê min deye; «celadet, birayo, min pir bêrya te kirye, gava ez hatim, em ê bi têra xwe biştexiln...» lê ew nehat, ew gotnên wî yên telefonê, bûn gotnên dawîn ko min bihîstin. wî, kekê min ê simbêlbadayî yê qeda û belayê, mamostayê min ê xwendin û nivîsînê, hevalê min ê dilsoz ê pera û galatayê, ji sekteyê dil wefat kir. kamuran û heval û dostên kurd û firansizan ew li wir defin kirin.

di navbera van mirnan de, tiştekî din, mirneke din, qewmî ko ez pê gelekî êşyam; qetlî’a dêrsimê. dêrsim, yanê deryên sîm, deverekê xweş û çyayî yê welatê kurdan bû, cîhê alewyên kurdan bû. her alyê wê dar û ber, newal û gelî, zozan û çya, çem û lehî bû. kurdên dêrsimê li hember rejîma tirkyê serî netewandibûn. tirkyê êrîşekî gelekî xedar birbû ser dêrsimê. dêrsimyan li ber xwe dabûn, bi qasî du salan. lê dora wan girtî bû û ’eşîrên din ên kurd ko li der û dorên dêrsimê dijyan, neçûbûn alîkarya wan. dêrsimî bi tenê mabûn, li ber çavên dinyayê û ’eşîrên din ên kurdan, rejîma tirkyê dêrsim şewtandibû, dêrsimî qir kirbûn. li gora hin agahyan deh hezar dêrsimî hatbûn kuştin, li gora hinên din çil hezar û hinên din jî sed hezar. sêdar, dîsan, li dar ketbûn, serekên ’eşîrên dêrsimê bi dar ve bûbûn. qetlî’ameke mezin hatbû pê, lê kesê tilya xwe nelvandibû, ji kesê dengekî derneketbû. ne ḧeq û hiqûq, ne jî wîjdan û exleq, dinya û kurdên din bi tenê temaşe kirbûn.

ez çi bibêjim? ma mirov dikare bi kîjan gotnan mirnê û êşên wê vebêje?.. mirnê, bi kêrekê ko, rehên min dibrîn. mirnê dinya kirbû goristaneke mezin û em tê de, li vir, li wir, vedşartin. mirnê tayên sipî yên porê min zêde dikirin, rengê por, rîh û simbêlê min diqulpî ser rengê kefenê...

valaye, celadet beg destê xwe bi kû de davêje, bi tenê valahî tê destê wî. ronahî naxuyê. raste, romana ko wî dê binvîsa, dê beḧsa şevê bikira. lê ronahî dê di tarya şevê de hebûya, heyv ê hebûya. heyveke ronî dê ronahî bireşanda ser romanê. lê ka, ronahya jînê li koye, hema hinekê, bi qasî mistekê?

celadet beg deftera heyveron -ê digre, berkêşka masa xebatê dikşîne, defterê têdxê, devê berkêşkê digre û ji oda xebatê derdikeve.