4

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 10 Xulek  337 Dîtin

niha jî dora seyd û nêçîra hevok û cimla kurdîye. hevok û cimla kurdî ko celadet beg jê re navekê nu dîtye; komek... wext, wexta lihevanîn û rêzkirna komekane. êdî wext hatye ko celadet beg komekên kurdî yên qedexekirî bîne zimên û wan bide axaftin, ruh û jyaneke nu bide wan.

hawar hew derdikeve, ew di kûrahya dilê celadet beg de û li ser refên mala wî radzê. heye ko ew, careke din, ji xewê hişyar be. celadet beg li hêvya wê rojêye. lê niha ew di xeweke şêrîn deye. tevî vê yekê, celadet beg dixebte, dinvîse, lêdgere. bi alîkarya kovarê, ew gihîşte hedefên ko wê dabûn ber xwe. wî kovareke xwerû bi zimanê kurdî derxist, tê de alfabeya xwe ya nu ya latînî cerband û hêdî hêdî ew kir bingeha nivîsîna kurdî, qa’deyên nivsîna kurdî anîn pê, folkilor û zargotna kurdî berhev kir û berhemên edebyata devkî di kovarê de weşandin, hîn şayr û nivîskarên nu yên zimanê kurdî derxistin, bendên celebên cihê nivîsîn, şîrên xwe weşandin, ayet û hedîsên ola îslamê, bi wergera birayê xwe kamuran, di ropelên kovarê de weşandin... u wê hîn gelek tiştên din ên nivîsîna kurdî serast kirin.

niha jî wext hatye ko ew komekên kurdî, bi neqiş û rengên cihê, bi hev ve girêde, wan bihûnîne. yanê ew dixiwaze romaneke binvîse û romana kurdî ava bike. wext li vê xwestekê tê. tevî ko ewrên reş esmanên dinyayê vegirtine, dinya hê jê aram û sayî ye. barana reş hê dest bi barînê nekirye. piştî hawar-ê, wî niha bêtir wext jê heye. u ya herî girîng, zarokek li rêye. gerçî kovar ketye gorê, lê roşen xanmê mizgînahya zarokekê nu daye wî; ew li hêvya zarokekê ne.

celadet beg ê bibe bav. zirbavê useymayê dê di demeke kurt de bibe bav jî û tevî roşen xanmê, ew ê bira yan jê xwehekê yadîgarê useymayê bike. piştî ko roşen xanmê xebera pîroz bi celadet beg gihandye, wî jî roşen xanim û useyma wergirtye û hatye lubnanê. ew niha li bêrûtê ne, li taxa qesra mezin ko li ser girekê bêrûtê ava bûye, li pansyoneke paqij û bêdeng. zerya sipî û hemû bêrût li ber lingên wane. ji wan hinekê bi dûr qesra mezin ko navenda karên syasî yên lubnanêye û dilê firansizan li wir hildavê, bi hemû bedewya xwe, dixuyê. dar û ber, dahil û daristan, mîna xalîçeyekê, raxsitî ne. bêrût, gencîneya rohlatê, ko hemû dewr û dewran, hemû rengan, ziman û olan hembêz dike, mîna her carê, niha jî, hembêza xwe ji celadet beg û mala wê re jî vedke.

celadet beg, roşen xanim û useyma di qata duwemîn a pansyonê de ne. ji ber tevdîrên ’ewlehyê, wan qata diduyan xwestye. qata wan ji du jûran, mitbaxeke biçuk û saloneke teng û dirêj tê pê. lê şaneşîna qatê, bi serê xwe, hêjayî her tiştîye. bergeh û dêmenên şaneşînê bêpayanin.

mîna vî danê êvarê.

ji der û dor bîhna axê û dar û ber difûre. li milê çepê yê şaneşînê, li ser çyan, keskesoreke zêrhêlî, bi hemû rengên xwe, dibirqe. berî niha bi bîstekê, baraneke boş bi ser girê qesra mezin de hat, bi qasî kêlyekê barî û winda bû. niha çya bi rengên keskesorê diçrûsin.

lubnan û bêrût bi rengên keskesorê diçrûsin. hêvî ji lubnanê difûre. ew girewên karker, esnaf û parêzgeran, serhildanên kesab, goşkar û necaran, şer û pevçûnên gel û terîqetan rawestaye. jyana aborî hêdî hêdî bi ser xwe ve tê. jyana syasî nerimtir dibe. li firansayê, piştî helbjartna giştî, ḧikumeteke nu ya ênya gel, bi serekya لەۆن bilum, hatye ser ḧikum. piştê guherîna ḧikumeta firansayê, li lubnanê jê hilbijartin çêbûye û serekekê nu yê lubnanê, (ne firansiz), emîl eddê hatye hilbijartin. tevî ’ewr û baranê, dinya nerim û germ dibe. rengên keskesorê dixiwîn.

celadet beg ê, di dara dinê de, cara yekê, bibe bav, bibe xwedî zarok. ji niha ve, wan nav jê ḧazir kirne; eger zarok kur be, nav ê bibe sefter, eger ew keç be, navê bibe sînemxan.

ma ji wê rojê xweştir roj heye ko merv dest bi romana kurdî bike? celadet beg li şaneşînê runşitye û weha difkire. wî masa portatîf vekirye, pêşgîrekê fireh avêtye serê, teyfkeke tijî meywe danye ser masê, devê şûşa araqa lubnanî vekirye, îstikan dagritye û difkire; niha jî hûnandina gotin û komekên kurdî divê, romaneke ronî divê.

berî ko ez gotnê bînim ser romanê, divê ez çend tiştên biçuk ko te ji bîr kirin, bibêjim û bi bîra te bînim.

yek; me hin tiştên din jî di hawar-ê de li dar xistin; kitêbxana hawar -ê û di ropelên kovarê de beşekî firansizî. di bin sernavê «kitêbxana hawarê» de, min hin kitêbok weşandin û belav kirin. «rêzana elfabya kurdî» û «ropelnine alfabê» dudo ji wan kitêbokan bûn. bi alîkarya wan, kurmanc xwendin û nivsîna zimanê xwe yê madêrê hîn dibûn. heçî beşê firansizî bû, min gelekî bala xwe dida pêwendya zimanê kurdî û cîhanê. min dixiwest firansiz û ewrupayî jî di warê ziman, edebyat, çand û heynên kurdî de serwext bûna. bi xêra wê beşê, me gelek pêwendyên hêja û bikêrhatê anîn pê.

dudo; di wê navberê de min du kitêb nivîsîn. yek bi firansizî, yek bi tirkî. yek bi navekê muste’ar, yek bi navê min. ya firansizî ko min hê di sala 1930 -ê de, gava ez yek ji serekên xoybûnê bûm, nivîsî, li qahîrê, bi alîkarya kekê min sureya, derket. kitêbê ko navê wê «La question kurde, ses origines et ses causes» bû, tê de gelek agahyên bingehîn hebûn û min bi navê «Dr. Bletch Chirguh» nivîsîbû, ez bawerim, gelekî alîkarî kir ko dinya kurdan, hinekê, ji nêz ve, binase. kitêba diduyan ko min nivîsî, di esasê xwe de, nameyeke dirêj bû ko min ji serekê komara tirkyê mistefa kemal paşa re şandibû. min ew kitab jî sala 1933 -an, piştî ko min dev ji xoybûnê berda, nivîsî. rejîma nu ya tirkyê syaseteke ecêb dimeşand. li milekê wê her tiştê kurdî û kurdanyê qedexe dikir û kurd jî mîna tirkan dihesband, lê li milekê jî beḧsa efûyeke giştî dikir. ev celeb syaset şaş bû, nêrîn vajî bû. li ser daxwaza heval û dostan jî, ez runiştim û min nameyeke dirêj ji mistefa kemal paşa re nivîsî. min û wî hevûdu baş dinasî. wî mal û malbata me jî baş dinasî. ji malbata me ya fireh hin kes jî bûbûn mişawir, wezîr û berdevkên wî yên girîng. min nama xwe, bi tirkyekî paqij û ûslibeke nerim, bi navê «Türkiye Reisicumhuru Gazi Mustafa Kemal Paşa Hazretlerine», nivîsî û jê re şand. name nerim, lê rexneyên tê de gelekî hişk bûn. min di namê de, tevî hebûn û dewlemendyên ziman û heyna kurdî, şaşya syaseta «turkizasyonê» nîşan dida û weha digot; «paşa ḧazretler, heke hûn dixiwazin girêka kurdê çareser bikin, hingê rê ḧeq û hiqûqe, ne kuştin, qedexekirin û înkare.» wê nama ko min di heştê kanûnasanya 1933 -an de xelas kir, di nav kurd û tirkan de deng da. lê li milê din wê rya vegera welêt û sitembolê, yekcar, li min girt. ez hew dikarîbûm, bi keştya peyêr lot biçûma sitembolê, min careke din, bospor, kadkoy û galata bidîta. min xewnên weha hew divyan... (lê kî dikare rê li xewnan bigre? min biryar dabû, lê xewnan li min guhdarî nedkirin, ew dihatin, wan ez dibirim Bospor, Kadiköy, Kiziltopark û galatayê...) niha em vegerin ser romanê. piştî van kitêbên ko min qal kirin, hawar û kitêbxana wê, êdî wext hatbû ko min bikarbûya romaneke kurdî jî binvîsa. hê li alemanyayê, gava monîkayê, piştî şeveke dirêj, serê xwe datanê ser sînga min û di xew re diçû û ez jê vedgeryam nav ropelên «janên wertiherê xorit» a gote, hê hingê, min ji xwe dipirsê; «ma kurd ê kengê dest bi nivîsîna romaneke weha bikin? ma ez nikarim bicerbînim?..» piştî salên dirêj û şevên bêhejmar ên dirêj, êdî wexta cerbandinê hatbû. min ê dest bi romana xwe bikira. min ê çi binvîsa, qala çi bikira? min, bi qewlê kurdên behdînî, bi misogerî, nizanîbû. lê min dixiwest ko romana min bi kurdî bûya. ew ronî bûya. wê qala derd û keserên dîrokî yên kurdan bikira, lê ronî û bi hêvî bûya. wê, mîna çîrokên şehrezadê yên «hezar û şevekê» vebgota, jê bîhnên cihê yên misk û emberan bihata, mîna keskesora wê rojê rengîn û pirengê bûya. u mîna pelên guleke sor, ew, pel bi pel, bibşikovya.

roman geşî û dewlemendya zimanan, bîhin û tahma civatan bû. zimanên ko xwe bi romanan gihandibûn, hew dimirin. roman, heke ez bi gotna bav û kalan bibêjim, hespê rewan û beza yê edebyatê bû. min roman divya.

celadet beg qedehê dibe devê xwe û ḧeta dilopa dawî, wê, bi carekê, lê hêdîka vedxiwe. paşê jî ew serê xwe radke û li doralê dinhêre. hemû tiştên ko nivîskarekê dikare bibîne, li ber wî ne; keskesoreke yekta û rengên wê yên cihê û jîndar, yekîtya esman û ava şîn, aso û hingûra ko hêdî hêdî diqulpîn ser rengê sor, zincîra çyayên li pişt bajêr, avahyên bajarekê heftirengî. hemû tiştên ko dikarin bên guhê nivîskarekê, li doralyên wî ne; feşafeş û gujîna avê, vîçevîça teyr û çivîkan, qepqeba kewan, şihîna hespan, kalîna berxan, dengên dûr ên şênyan û teptepa dil, deng û pejnên nexuyayî yên dil...

celadet beg deftera li ser masê, hinekê, ber bi xwe tîne, wê vedke û bi pênûsa xwe ya reş û dirêj, di ropela yekemîn de weha dinvîse;

nav: heyveron

gengire (çeşin): roman

destipêk: ronî, ronahî... mêhir lişt, yanî hinekî din ronahî...