1

«romana min divê bi kurdî be, mîna -hezar û şevekê- vebêje, mîna misk û emberê, bîndar be û mîna pelên gulekê, rengîn be bibşikuve...»
Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 5 Xulek  429 Dîtin

ew, qehremanê romana bîra qederê, li ber masê ronşitye û destê xwe dirêjî kamerayê dike. royê wî tirş, awrê wî sare. wî devê xwe vekirye, tiştekê dibêje. çi?

kî dizane? heye ko ew dibêje; bese, bese êdî, ev fotografên ko dibin şahîdên jîna min, ê ḧeta kengî li pey min bin û mîna sya min her bi min re bin?

heye ko ew dibêje; bese, bese bikşînin, ez westyame, min taqet nîne, dev ji min berdin, bihêln, ez hinekê bîhna xwe berdim, hinekê bi tenê bimînim.

heye ko ew weha dibêje; bese, ji bo yezdanê pak, bese, ma ev kamera, fotograf û fotografkêşî ji bo min û umrê min ê peregende îcad bûye? ma her gava ko ez davêjim ê bibe fotografek? ma we dil heye ko hûn bi fotografan jîna min, ji no ve, vejînin? ma hûn çima ji min napirsin ka ez dixiwazim?

wî destê xwe ber bi kamerayê û kesê ko fotograf dikşîne, kirye û diqîre. ji fotografê dixuye ko ew naxwaze ev fotograf bête kişandin. lê fotografkêş pê li qumiçka kamerayê kirye, di nav kêlyekê de, hunera nemryê bi cîh hatye, fotograf hatye kişandin. êdî celadet beg çi jî bike valaye.

ew li ber masê ronşitye. xwendevanên bîra qederê masê dinasin; maseyeke biçok, hinekê dirêj, besît. li serê kaxiz, defter, kitab û kovar tijî. mîna her carê deftereke mezin û dirêj vekirîye, pênûseke reş û dirêj li ser ropelên vekirîye. çend hejmarên hawar-ê li kêleka defterê ne. mase mîna xweye. lê hin tiştên nu li ser masê ne; şûşêyeke dirêj a konyaka yewnanî metaxa yê, qedeheke nîvtijî, xwelîdankeke tijî, pakêteke cixarê ya lekî sitrayk, qutyeke kibrîtî û demançeyek.

belê, demançeyek jî, demançeyeke reş û dirêj.

heye ko ji ber vê bergehê, ew ecze û naxwaze fotografkêş pê li qumiçkê bike. kî dizane?

ro, por, cil û bergên wî jî tevîhevin. porê wî yê ko hertim ber bi paş şehkirîye, niha, di vê fotografa 13 -an a romana bîra qederê de tevîheve. rîha wî hatye û zêde bûye, simbêl dirêjtire. çavên wî di kortê de ne, qermîçokên enya fireh û yên binçavan, niha, kûrtir û pirtirin. herçî cil û bergin, bi tenê kirasekê dirêj ê sipî dixuyê. bi tenê ew lêye. bi tenê di vê fotografê de, merv celadet beg bê gomleg, bê kirawat dibîne. qumiçkên pêşî yên kiras, ḧeta ber zikê wî, vekirîne. pirçên sîngê dixiwîn.

heye ko ji ber kirasê ko ew destê xwe dirêjî kamerayê dike û dixiwaze rê li kişandina vê fotografê bigre. kî dizane?

her çi be jî, celadet beg ji vê fotografê ecze. bêyî ko haya wî jê hebe, fotografkêş vî fotografî dikşîne û wê kurtedemê jî dike nemir. vê wênê ew bêhazrê «pêgritye.» wêne hin alyên wê yên şexsî ko zêde naxwîn yan jî nayên zanîn, nîşan dide. demançe li ser kovarane, «hawar» û demançe bi hev re ne. şûşa dirêj valaye, konyak hatye vexwarin. cixara lekî sitrayk ji yên besît û erzane. xwelîdanka tijî dema bihurî û cixarên bêhejmar yên kişandî nîşan dide. mirin, fikir, nivîsîn, afrîn, xewn, xeyal, bîhnitengî, esebyet, tenêtî, sebir, daxwaz, hêvê û bîranîn li ser masa celadet alî bedirxanin.

heye ko gava ev fotograf tê kişandin, celadet beg li van tiştên ko jyana wî rapêçane, difkire û loma naxwaze ko kes wî eciz bike. ew dixiwaze bi tenê bimîne, di nav fikir û gumanan de, bi serê xwe be. heye ko ew tiştên li ser masa wî huzûr û aramyê didnê, di wan de ew abadînê û ebedyetê dibîne? heye ko tenêtî û têkberên tenêtyê, pênûs, defter, konyak, cixare û bêdengya şevê, xewn û xeyalên wî tînin pê û jyaneke din a taybetî ya wî, bi tenê ya wî, ava dikin? heye ko ew pênûs, ew defter, şûşe, îstikan û xwelîdank bi hezaran, sedhezaran pêlên ko di hundir û ruhê wî de radbin, hêdî hêdî, aş dikin? heye ko ew dermanin? heye ko bi alîkarya wan, ew mîna teyrekê dikeve nav ’ewr û esmanên dewr û dewranan, wextan li hev tîne, ji hev dike, wan dineqşîne û ji wan, mîna wêneyên vê romanê, wêneyên taybetî derdixe? heye ko ew hewl dide, li welatekê ẍerîb, di nav tenêtyeke sade de, bibe hostayê xewn û xeyalan?..

kê dizane?