6

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 3 Xulek  253 Dîtin

- tu divê bizewcî... berî ko roşen xanim bikeve ’erebî, ew gotna xwe ya dawîn jî dibêje. piştê roşen xanmê, celadet beg jî dikeve ’erebê. bi du celadet beg re, dostê wî husnyê berazî jî dere û li alyê pêş, nik şofêr rodne. ’ereba no bi rê dikeve. dinya sare, çilê 1935 -an dest pê kirye. tiştekê ko zû bi zû li deverên beyrût û şamê naqewme, îcar, îsal, qewmye; berf barye. berfeke boş hemû dor’alî vegritye. dinya sipî dike û berf jî, hûr bi hûr, dibare.

bayê danê sibê kulyên berfê dide ber xwe û wan li hawê dizîvrîne. kulî tên û li pencerên ’erebê dikevin û diheln. celadet beg ji hundir li kulyên der ko bi lez dixiwîn û winda dibin, dinhêre. roşen xanim jî li wî.

- celadet abê, em çi bikin? tu bi vê qayl nabî, bi wê qayl nabî... de bibêje em çi bikin?

- ka te kes nedît...

- tu bi kesê qayl nabî.

celadet beg bersiv nadyê, bi tenê dikene û kulyên berfê nîşanî wê dide.

- li min bibore, lê jîna mervan ne mîna ya kulyane. ji mervan re mal, mulk, pêwendî, zar û zêç divên, roşen xanim dibêje.

’erebe hêdî hêdî dikeve ser rya bêrûtê û dere.

em li ser rya bêrûtê bûn. min û husnê beg řoşen dibir nexweşxana amerîkayê ya bêrûtê. çavên wê nexweş bûn. demekî kurt ew li wir mabû û niha jî her çar mehan carekê diçû kontirolê. îcar em jî pê re çûn. (dya wê hingê ne li şamê bû, ew çûbû baxdayê.) jixiwe ez mîna bavê wê bûm! jixiwe gelek kesê welê bawer dikir ko ez bavê wê bûm! ma enî û bîvlên me jî ne wekî hev bûn?..

min biryara xwe dabû; ez ê li şamê bimama û bizewcyama. lê roşenê hê nizanîbû ka bi kê re.

tevî ko kincên germ ên zivistanê li wanin, ew dihejin. sare, seqeme. dengê ba ji der ve tê. rê vekirîye, lê ji bilê ryê, her der bi perda sipî ya berfê hatye vegirtin. roşen xanim, hinekê din, mantoyê xwe diguvşîne ser hev.

- roşen, kizim... celadet beg, ji nişka ve dibê. min qerara xwe da, ez ê bizewcim...

- celadet ab! roşen bi kêf dibêje, pir baş, pir baş...

- kizim, ma tu dê nepirsî ka bi kê re?

- bi kê re?

- gava em, li sitembolê, zaro bûn, tu dizanî, me amojnek hebû; amojna sitî. amojna sitî her weha digot; şûr şam, xencer mam û jin dotmam...

- celadet abê, pir baş, pir baş... bi kê re, tu dê bi kê re bizewcî?

- bi te re!

- bi kê...... bi min re? bi min re?

- belê bi te re... lê ji bo gerandina karên zewacê, min kaxza te ya hûyetê divê.

- bi min re? te gote, bi min re?..

- heye ko çend fotograf jî pêwist bin. ji kerema xwe, çend fotografan jî ḧazir bike...

- bi min re? bi caryet -ul mitbax re? bi min re?