2

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 9 Xulek  309 Dîtin

- kê dizanîbû ko dotmama wî, bi gotna dotmamê, «caryet -ul mitbaxa» wî, dê bibûya bermalya wî?

- min dizanîbû, haco aẍa dikene û dibêje. na, ne ko min dizanîbû, lê min texmîn dikir. te mal û ḧal divya. ji roşen xanmê pê ve, kî dikare mala te ava, ḧalê te geş bike?

hemû bi hev re dikenin. celadet beg û roşen xanmê haco aẍa û husnî begê berazî, herdu kesên ko alîkarî li zewaca wan kirin, ezmandine mala xwe ya no. eḧmedê fermanê kîkî, dengibêjê malê û kovarê jî, di salona mezin a mala no de, li nik wan ronşitye. pencerên mezin ên salonê ko vedbin ḧewşa fireh a malê, ḧeta dawî, vekirîne. tevê ko êdî êvarê dest pê kirye û bayekê sivk xwe, bi hêdîka, dilvîne, dinya germe, pir germ. destipêka tebaxa 1935 -ane. şam germe, dûmana tîna tavê ji şamê û deştên dor’alyên şamê radbe. hema çi bigre hemû golên biçok zuwa bûne, kahnî û bîr miçqîne. havîneke germ a nedîtî nefesê li şamê û mervên bajêr diçkîne.

lê li salonê germahyeke din heye. kesên ko li salonê, li ser kursyên ko ji destên hosteyên yekta yên necarên şamê derketne, roniştine, bi ken, bi hev re dipeyvin. li ’erdê tu tişt ne raxsitîye. roşen xanmê hemû xalîçe û mehfûr rakirne û wê salon şuştye da ko hinekê hênk be.

- mîrê min, memduḧ begê gote me ko te şîrek nivîsye û pêşkeşî min kirye, haco aẍa qahwa xwe vedxiwe û dibêje. gelo raste?

- naxwe memduḧ beg xeber bi we gihand? celadet beg dibêje û dikene. min dixiwest ko ez wê, bêyî ko haya we jê hebe, di vê hejmara no ya hawarê de bweşînim, bi qewlê firansizan surpirsekê bikim.

- ma tu nikarî wê nîşanî me bidî?

- çima na, lê heke dotmam rê bide, celadet beg dibêje û bi ken li roşen xanma ko li ser kursya kêleka haco aẍa ronşitye, dinhêre. hûn ji min çêtir dizanin, bermalya malê, xwedya malêye. herçend ew dibêje ko ew «carye -ul mitbax» e, lê ew kebanya malêye.

roşen xanim dikene û radbe ser pyan,

- berî ko celadet abê tiştekê din bibêje, ez herim, ew dibêje. jixiwe cîhê min mitbaxe.

berî ko ew ji salonê derkeve, celadet beg, bi ken, gotna xwe dighîne wê,

- naxwe, te fahim kir ka ez ê çi bibêjim? ma ne raste? mêr xulamê mala xwe, mêrxas xulamê ala xweye... ma ne welêye?

ew dikenin. celadet beg radbe û dere ji ser refekê ji refên salonê yên kitaban defterekê werdigre û vedgere cîhê xwe. ew ropelên defterê vedke û di ropelekê de radweste û serê xwe jê radke, li haco aẍa dinhêre,

- raste, min ev şîr pêşkeşî we kirye. navê şihîrê «were dotmam» e. berê ko em bizewcin, min ew, mîna nesîrê, nivîsîbû, lê min qalê nedkir. niha êdî wexta wê û çapê hatye.

- mîrê min, ma tu nikarî wê ji me re bixiwînê?

- heke hûn ê eciz nebin? celadet beg dibêje û bêyî ko li bersiva wan bipê, dest bi xwendinê dike; dotmam welêye, ḧeta mirov xwe nas dikit, mirov umrê xwe xelas dikit... ez pîr bûme. di derxka canê min de çil buhar bişkivîne. qurma bedena min çil zivistan dîtne. bi sedan ba û bahozan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne... herwekî dibêjin; cwanê bizanya, pîrê bikarya. lê pesin ji xwedê re ko hêj ewçend ne pîrim ko nikarim... wekê ez jî cwan bûm, simbêl hêj no avêtî bûn ser lêvên min, dilê min bi hevînya delalan hildavêt, hon ne yek, ne dudo, ne deh, ne bîst bûn. kej û gewr, esmer û genmî, bejnibilind û navîn, kinên we jî hebûn... hon hemî ji min, ji me re bûn, me kîjan bixiwesta, ne ew ê, ne mamên me, nedgotin no. lê min, me hemyan nizanîbûn. çavên me bi we, bi bedewya can û gyanê we nedket... bîhna we ya xweş, rengê we yê geş û birewş tu dibêjî qey ne ji me re bûn. em pê nedhesyan. me ew neddîtin... rojekê, me hew dît, gulistan bê gul, daristan bê bilbil maye... em di hembêza jinên byanî, hon di bin çengê mêrên nenas de...

celadet beg li wir radweste, serê xwe ji defterê radke, bi qasî kêlyekê, bêdeng dimîne, paşî ji pencerê li der, ḧewşê dinhêre û dibêje,

- ez serê we ne’êşînim, şîr weha dom dike...

hê wî gotna xwe xelas nekirye, roşen xanim dikeve hundir û bang wan dike da ko ew herin alyê mitbexê, ji bo şîva êvarê.

gelo di saloxdana wê danê êvarê de, tu, niha, hinekê, ne şaş bî?.. ez bawerim, welê nebû. raste, min serê xwe ji xwendinê rakir û got, «ez serê we نەێشینم...» lê roşen hema hingê nehate hundir. heke ez ne şaş bim, piştî gotna min, haco aẍa ko gelekî ji xwendina şihîrê memnûn mabû, weha got,

- serê êşandina çi, mîrê min, bilakîs, dewam bike, em ê kêfxiweş bin...

ez bawerim, husnî beg jî ew testîq kir. min jê dîsan dest pê kir û şîr xwend. ne bi tenê carekê. piştî ko xwendina yekan xelas bû, haco aẍa xwest ko ez wê dîsan bixiwînim. min ew dîsan, xwend. u jixiwe, piştî demeke kurt, ew di hejmara 26 -an a kovarê de weşya.

ez û roşenê zewcîbûn. me tu dawet û dîlan nekirbû. ne me quweta diravî hebû ne jî daxwazeke welê. heçî ez bûm, mîna ko min di şîrê de gotbû, min çil zivistan dîtbûn, çil bihar di canê min de bişkivîbûn. ḧeta çil û yek!.. min tu dawet nedvya! lê wê şîrê îlan kir ko em zewcîbûn. loma ew girîng bû. heye ko hemû şihîr li romanê nayê û tu jî, ji ber wê yekê, naxwazî wê, bi temamî, vebguhezî ser ropelên bîra qederê. lê ez tiştekê bibêjim; ew şîr neynka qedera min bû, yek ji neynkên qedera min bû. di dawya şîrê de jî, min weha digot; no! no! dotmam, ḧeyranya pismam, êdî bese, hew bibe jina xelkê... vegere, were himbêza pismamê xwe, paxla kurmamê xwe... «vegere» ev ne gotneke raste. em nikarin ji te re bibêjin «vegere». ji ber ko tu neçûyî, me tu rêkirî. me bi destê xwe tu hinartî mala xelkê. himbêza xwe veke, ez ji te re têm. min hembêz bike. min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike... dotmam min ji te re got, ez pîr bûme. lê pîryê ez hişyar kirim... buhar cwanîye, zivistan pîrî. zivistan piştî buharê têt. di zivistanê de buharên veşartî hene... herê dotmam were, xwe berde hembêza pismamê xwe. ez ê ji te re, ji zivistana xwe ya sar, buhareke germ çêkim...

herê, şîrê weha dom dikir... min hinekê dirêj kir, lê vê şîrê her tişt digot, êdî ne hewceyî gotnên zêde bûn. di dawyê de, piştî ko umrê min ji çilan jî qulpîbû, ez gihîştibûm yek ji dotmamên min ên bîhejmar. heye ko xwendevanên bîra qederê niha merak bikin û bipirsin ka zewaca me çawan bû? u ew bibêjin, «ma roşen xanim ne zewcî bû, ne xwedî zarok bû?..» belê welê bû. lê zewaca wan bi ser neketbû. piştî ko useyma hatbû dinê, wan hew dikarîbû zewac bimeşanda. omer malk xortekê hêja û ziravbhîstyar bû, lê ne li gora roşenê bû. çend mehan bi dû useymayê re, wê xwest dev ji sûryê berde û here parîsê bixiwîne. min bi xwe alîkarya wê kir. çaxa ew bi rê ket jî, min nameyek ji bo kamuran nivsî û dayê da ko kamuran li parîsê alîkarî lê bikira. kamuran ko li parîsê bû, alîkarî lê kir û ew li yek ji xwendegehên hunermendî yên herî baş ên parîsê, «li -nêkul dê bozar»da xwendin. bi çûyna omer re, roşen, tevî keça xwe useymayê, bi tenê ma. hingê dya roşenê jê çûbû baxdayê, nik mêrê xwe yê nu!.. jineke cwan, tevî zarokekê, li şamê... ne xweş bû.

hingê min jê dest pê kirbû û êdî bîr bi qîmet û hêjahya dotmaman dibir; 99 zarokên bapîrê min mîr bedirxan hebûn. belê, te çewt nebhîst, 99. gelek ji wan keç. bi sedan zarokên van 99 bira û xwehan çêbûn. piranya wan keç. hejmara kesên mala mîr bedirxan gihîşte hezaran. piranya wan keç. lê tevî vê, mal û malbata mîr bedirxan winda dibû. ji ber ko em diçûn bi keçên nenasan re dizewcîn. kesên nenas jî dihatin bi keçên me re dizewcîn. loma min «were dotmam», bi terhekê ko gelek bi yê bodlêrî dima û bi devoka botî, nivsî û tê de qala 99 -an, keç û dotmaman, si’adet abla û roşenê kir. hemû dotmam çûbûn, jîna geş a sitembolê çûbû, yar û evîndar çûbûn... lê li şamê dotmameke têghîştî, dilsoz û fedekar hebû, mabû. ma min nikarîbû di zivistana umrê xwe de hêlîneke germ a buharê pêşkeşî wê bikira, pê re hêlîneke weha ava bikira?

roşen xanmê xwarnên taybetî yên ’erebî çêkirne. gava celadet beg, eḧmedê fermanê kîkî û mêvan tên mitbexê, her tiştê xwarna êvarê, li ser masê, ḧazre. taxma teyfkên zêrhêlê ko roşen xanmê bi meşa xwe ya yekemîn a mamostayê kirîne, bi ûsil, li ser masê, li gora pênc kesan, rêzkirî ne. roşen xanim cîh nîşanî wan dide. celadet beg û haco aẍa li kêleka hev, husnî beg û eḧmedê fermanê kîkî jî li hember wan rudnin.

- bira mîrê min, ḧalê cerîdê çye? haco aẍa, gava ko ew rodne, ji celadet beg dipirse.

- ḧalê cerîdê ne tu hale, celadet beg dibêje, ḧal, ḧalê gor û goristanane. heke weha here, cerîde dê bimre.