5

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 8 Xulek  314 Dîtin

- bi kêfxiweşî... şeve, şeveke dirêj û çiksayî ya taxa salhî yê ye. şam, bajarê kevnare yê rohlatê rojeke bi kefit û lefit li pey xwe hiştye û ketye xewê. perda bêdengyê bi ser şamê de girtye. ji dengê dengibêj pê ve, bi tenê dengê bayê tenk, ji der ve, tê. kengêye? kîjan wexta şevêye?.. kî pê dizane! şev gihîştye nîvê, heye ko jê qulpye jî. lê tiştekî heye; sitêrkên kerwankuj û qurux hê neçûne ava, ji pencerê, hê ronya wan dixuye. u ezana destê sibê hê dest pê nekirye. yanê hê bajar hişyar nebûye û wexta xewê nehatye; hê jî celadet beg, di oda jorîn a xênî de, li pey gotnên ko xwe li hilbîna çira biçok girtine, ye.

- bi kêfxiweşî, ez ê careke din lê guhdarî bikim, ew dibêje û xwe hinekê dide hev. lê tu jî, hinekê girantir, bibêje. ez pê re naghêm...

celadet beg û dengibêjê wî eḧmedê fermanê kîkî, di wextên razanê yên bajêr de, hê jî roniştine û li sitranên kurdî hûr dibin. eḧmedê fermanê kîkî dibêje, gotnên kevin ên kurdî, mîna mercan, li pey hev rêz dike, celadet beg jî dinvîse, wan dike tîp, hevok, rêz. eḧmedê fermanê kîkî, bi awaz û dengê xwe, gotin, dewr û dewranên jibîrbûyî yên kurdî bi celadet beg dighîne. ew ê jî wan, mîna rêzên nivsandî, di hawar-ê de, bi kurdên heyama salên 1930-an bighîne.

eḧmedê fermanê kîkî, dengibêjê dewr û dewrandîtê, xwedyê dengê mîna qedîfe, çavên xwe digre, serê xwe, bi hêdîka, dihejîne û dibêje; dilo lo!... vê sibekê xelkê min ê delal çû welatê ẍerîbyê... kesek li mala tu nîne, wezê sebra dilê xwe pê bînim... derdê dilê min pirin, şevê kanûna şevne dirêjin... ez ê rabim lêwik li dergûş xînim... ji derdê dilê xwe re rebenê, bilorînim, bilorînim, bilorînim... hêstirê xwînê, ser sê biskê dişê, hinarê rûka bibarînim... de bajo emrê dilê min pê re...

- hêstirê xwînê... ez pê re naghêm... ji kerema xwe, wan herdu rêzên dawîn dubare bike...

dengibêj dibêje; hêstirê xwînê...

celadet beg pişta xwe daye dîwêr, çogên xwe ber bi sînga xwe kişandye û li ser textê xwe yê razanê ronşitye. wî deftereke mezin danye ser çogên xwe û bi pênûseke zirav û dirêj gotnên dengibêj dinvîse. çavên wî li ser defterê, guhên wî li ser dengibêje. deng û gotnên dengibêj, beden û ruhê wî vedgire, ew pê re dere. mîna pêlên derya, deng, car bi car, bi ser wî de tên. mîna qiraxên avê, beden û ruhê wî pêlên dengan werdigrin. hemû dîqet, hemû bihîstyarya wî li ser dengane. ev deng divê winda nebin, tu kitektên wan ji bîr nebin. celadet beg divê wan qulit bi qulit vexwe, sîng û bedena xwe bide ber pêlên wan da ko bikarbe bikeve nav cîhana wan, bi wan re bibe yek, bikarbe yekîtyeke abadîn, ebedî û edebî bîne pê.

dengibêj li ser textê razanê ko li hember textê celadet bege, ronşitye, çavên xwe girtine û bi dengekê zîz û nerim, dibêje; dengan ew li hespekê rewan ê mîrên kurdan kirye û ew birne berê, deşt û zozanên welêt, nik konên ’eşîr û koçerên kurdan. ew ji şeva reş a şamê çûye şeveke ronî a welêt. di bin şewqa heyveronê de, li ser hespê çîrokan, ew difre. wî çavên xwe girtine, guhê xwe daye ser pejin û dengên dewr û dewranên ’eşîran. bayekî sivk ê destê sibê royê wî mist dide, bîhnên wext û heyamên koçeran di navbera mûyên simbêlê wî re xwe bi difnên wî dighînin.

dengibêj dibêje; li ser hespekê rewan, bi leza bayê sibê, di bihur, gelê û newalên tarîxê re derbas dibe...

celadet beg jî dinvîse; bi hemû quwet û dîqeta xwe hewl dide da ko leza bayê sibê yên dewr û dewranên bihurî biqulpîne ser gotnên nivsikî...

şev bû, me bang şevê kirbû. şev hatbû, -ji bo dîlana keserkûr a tarîxê, nalîna dewr û dewranan û serhildana ruhê şikestî. ba bû, şevê bang ba kirbû. ba hatbû, -ji bo hevaltya dengibêjê hawarê, şahîdya deng û gotnên kevnare û hevkarya vejandina gotnên mirî. ba û şev ji kûrahyên tarîxê, ji pêlên behrên sipî û reş û bilindahyên zozanan hatbûn û mîna reqasa herî bedew a çîrokên ’erebî, xwe li dora dengê eḧmedê fermanê kîkî li ba dikirin. sitêrk hê jî diçrûsîn û bi kêfxiweşî li best û hesta ba, şev û eḧmedê fermanê kîkî temaşe dikirin. ronahya wan, bi qasî mistekê bûya jî, ji pencerê, xwe bi royê dengibêjê min, hevalê min ê no yê qederê, dighand. royê wî, bi ronahya saf û paqij a sitêrkan, mîna royê zarokekê dergûşê dixuya. yan jî mîna royê lehengekê wan sitran û destanên ko wî digotin.

eḧmedê fermanê kîkî ko di kovara min de, bi navê «dengibêjê hawarê», bi nav dibû, bi rastî jî, lehengekê ji dinya lehengên sitranan bû. haya wî ji dinê, ji bayê kambax ê felekê nîn bû. wî nizanîbû ka pere çye. çavê wî ne li mal û mulkê dinê, ne jî li hebûn û mîratên însanan bû. dinya wî sitran bû, gotnên sitranan bû.

hê di gera min a yekemîn a 1919-an a welêt de, min navê wî bihîstibû. ew dengibêjekê yekta yê ’eşîr û malmeznên kurdan bû. lê gava ko min koçî şamê kir, kozka xewn û xeyalên xwe li wê mala dutebeqe veda û dest bi weşîna kovarê kir, min biryarek sitend; min û hawar-ê dengibêjek divya... çend dengibêjên ko dikarîbûn bibûna dengibêjê kovarê hebûn. lê ji eḧmedê fermanê kîkî çêtir nîn bû. gava 1929- an, qedrî û ekirem begê cemîlpaşa ji tirkyê daketin bin xetê, wan ji min re, beḧsa kîkî kirin. min dîsan navê eḧmed hildabû... min da ser şopa wî. mîna dengibêjên navdar, wî jî xwe sipartibû çyan. wî dev ji dengibêjyê berdabû û çûbû li ser xetê, yanê li alyê tirkyê, li gundekê di quntara çyan de cîwar bûbû. piştî ko min şop hilda, di şeveke reş de, bi dizî, tevî du xortan, ez hilkişyam jor, alyê tirkyê û çûm gundê wî.

ew şaş mabû, nizanîbû çi bigota! mîrekê kurdan, nevyê mîr bedirxan, ketbû pey wî, tevî hemû tehlûkan, hatbû alyê tirkyê û jê dixiwest ko ew pê re biçûya şamê!.. îşê mîr celadet ne îşê aqlan bû! di nav çend sa’etan de, digel her kitektê, min jê re beḧsa ḧal û hewalê xwe, daxwaz û mirazên xwe kirin. wî bêdeng li min guhdarî kir. piştî ko xeberdana min a hinekê dirêj û hinekê ḧisî qedya, wî kumê xwe da serê xwe, kulavê xwe avêt nav milên xwe, pêlavên xwe yên qawick pê kirin û ji min re got, «de fermo mîrê min, em bikevin rê...» gava em ê ji derî derketna, wî rahijit bilûra xwe, ji malê bi tenê bilûr girt. berî ko tav li me hil were, di eynî şevê de, em dîsan daketin binê xetê, alyê sûryê... hevaltya min û eḧmedê fermanê kîkî welê dest pê kir û ḧeta koça dawîn a axretê dewam kir. ji wê şevê û pê ve, gotnên kevin û bijarte yên kîkî, tevî musîka osmanî, mahler û um kalsûmê bûn neqşên jîna min.

ew gotnên kîkî... ew gotnên zêrhêlê ko diçrûsîn, ko ji xewna sedsalan hişyar dibûn û vedjyan. ez ê beḧsa wan jî bikim, beḧsa wan û bilûra kîkî... belê bêyî wan, bîra qederê nayê hûnandin...

- em divê li wan çend rêzên dawîn ko te dubare kirin, dîsan, vegerin...

- bavê min, kalkê pîrka min, eḧmedê fermanê kîkî çavên xwe vedke û dibêje, bîhna min çikya, te bîhin li min çikand... de bisekne, ez hebkê bîhna xwe berdim.