4

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 8 Xulek  299 Dîtin

- xwedê mezne, celadet beg dibêje û dikene. No, no, monsieur bedir xan, kolonel rambot dibêje, weha mefkire. tu pêwendya vê îşê bi xwedê tune. em divê bi tevdîr bin, hûn divê bi tevdîr bin...

ma we kurdan bi xwe negotye, «?ĺ ennemi du perè ne devient pas ĺ ami du fils»

- Mr. kolonel, hûn bijîn... di demeke weha kurt de, hûn hînî gotnên kurdî jî bûne! hûn bijîn... ez nizanim ka hûn pê dizanin, lê prover beke me ya din jî heye; «le poltron meurt a chaque instant, le brave, une esule fois...»

celadet beg li ḧelebê, li oda serekê duwemîn ê îstîxbaratê kolonel rambote. digel ko serek bi xwe daxwaz kirye ko celadet beg were ḧelebê, nik wan, ew tune, ji bo karekê girîng û acîl, çûye firansê. serekê duwemîn mir. rambot ko berê niha bi qasî salekê hatye sûryê û malbata bedirxanyan baş dizane, xebera girîng bi celadet beg dighîne; rejîma no ya tirkyê çend zabit şandine lubnan û sûryê da ko muxalfên rejîmê bidin kuştin.

- me ev îstîxbarat ji cîhekê pêbawer wergirtye, mir. bedir -kan, kolonel dibêje. rejîma no ya tirkyê lîsteyeke bi qasî bîst kesan çêkirye da ko bikuje û bide kuştin. navê we, navê yekemîn ê lîstêye. ew deh hezar lîra ji bo serê we didin... hûn dikenin, lê bawer bikin ko wehaye. berî niha bi sê salan, wan xebereke weha di rojnama cumhuryetê de jî belav kirbûn. hingê hevalên me yên berpirsyar pê ne bawer bûn, lê îro em pê bawerin...

- ?Est-ce que je peux fumer ici, chez vous celadet beg ji kolonel dipirse ka ew dikare cixare bikşîne.

li ser pirsa celadet beg, kolonel ji nişka ve, ji cîhê xwe radbe, tê nik wî û bi xwe cixareyek îkiramî wî dike.

- Bien sur, ew dibêje, bêguman... li min biborin ko min ji bîr kir... mir. bedir -kan, em naxwazin tiştekî bi we bibe... em naxwazin pêwendya me û tirkan xira bibe, em naxwazin pêwendya me û kurdan jî xira bibe û sûrye tevîhev bibe, em naxwazin aştya ko me bi hezar zeḧmetî anye pê, xira be.

- başe, kolonel rambot, ez çi bikim, çi dikarim bikim? hûn ji min çi dixiwazin?

- bêguman, em nikarin tiştekî taybetî ji we bixiwazin. lê me divya vê îstîxbaratê ji we re bigota û rewşa we careke din bi bîra we banya... mir. bedir -kan, binhêrin ka hevalên me yên berpirsyar, berî sê salan, li ser we çawan nivsîne, kolonel dibêje û ji çavka masê dosyekê derdixe, jê kaxzeke berê ḧazirkirî dide ber xwe û jê dixiwîne; «celadet alî bedir -kan rêberê tevgera kurdî û yek ji rêberên tevgera muxalf a tirkane. eger ne weha be jî, rejîma no ya tirkyê weha dizane û dihesbîne. navê bedirkanan aleke sore û mir. celadet alî alemdarê vê alê yê ye...»

celadet beg dîsan dikene û pirsa xwe dubare dike,

- belê, lê we negot ka ez dikarim çi bikim?

- belê min got... em nikarin şîretan li we bikin... lê hûn divê bi tevdîr bin... ya herî baş, bêguman, ewe ko hûn lubnan û sûryê terk bikin. lê em dizanin ko we nyeteke weha nîne. em jî naxwazin we mecbûrî vê yekê bikin. ez çi bibêjim?.. hertim nerin eynî cîh û deran, hertim ji eynî ryan merin û meyn, bi tenê megerin, ji bo tiştên ko hûn dikin, bila wext û sa’etên we yên dyar nîn bin, nehêln kesên ko hûn nas nakin, nêzîkî we bin, bila mala we ji alyê kesekê neyê zanîn, mal biguherînin, jixiwe hûn nikarin ber bin alyê cizîrê û tixûbên tirkyê ve herin, eger hin kes bang we bikin jî, çûynê ji heşê xwe derxin... ez çi bibêjim? lê,

kolonel gotnên xwe gotbûn... bi zimanekî nerim û dîplomatîk. kurd ketî bûn, bêgav ketbûn, jîn û cîhana wan bûbû ḧepsixaneyek, li her derî sirdestên wan, efendî û xwedyên wan hebûn. li lubnan û sûryê jî firansizan «xwedîtî» dikirin. firansizan dixiwestin bi nermahî karê xwe bimeşînin, ne zêde me bêşînin ne jî tirkyê eciz bikin. lê bandûra rejîma no ya tirkyê her li ser me bû. rejîmê em ji firansizan dixiwestin, xebat û kirnên me pirotesto dikirin, bi pere, dek û dolaban aẍayên nezan ên kurd dikirîn û bi wan firansiz eciz dikirin, casûs û sîxurên wan her li pey me bûn. wan bawer dikir ko em bi karên gelekî mezin radbûn! dengê defê ji dûr ve xweş dihat!.. ji ber vê yekê jî firansizan rê li me, li her tiştê me digirtin, berneddan em xwe bilvînin.

kovara min hawar bû sitrîheke no ya çavên neyaran. kurdan qîmeta kovarê fahim nekirbûn û nîvcahîlên ko li der û dora me bûn, dev davêtnê. lê neyaran girîngya wê baş fahim kirbûn, ew pê gelekî eciz bûbûn. kovarê dengê fetsî yê kurdî bilind dikir û di warê ziman û edeba kurdî de gavên no, pêwist û girîng davêtin, bîhin û nefeseke no dida kurdî. ev deng divya bihata birîn. ḧesab û pilan ev bû...

kovar ne bi dilê firansizan jî bû. wan sansoreke dijwar li ser kovarê danîbûn, tevî ko kovar ji syasetê gelekî bi dûr bû, wan her hejmara kovarê, rêzên wê yên ko di şevên dirêj de li hev hatbûn, kontirol dikirin û piranya caran hin rêz, hevok, gotin jê derdixistin. ji bêyî bêdeng qebûlkirnê, min dikarîbû çi bikira? şêrê girtî û ketî yê qefesê dikare çibke?.. lê niha, bi gotnên mir. rambot, tehdîd girantir bû. mirna ko jixiwe her li dora min bû û her carê ’ezîzekê dilê min dibir dyarê reḧmetê, niha ketbû pey min. gava firansizan bangê min kirin û ez, tevî du hevalên xwe, li tirênê swar bûm û hatim ḧelebê, min fahim kir ko tiştekî gelekî cidî li pêşya mine. li ḧelebê, bajarê xweş ê sipî, ez çûm û li hotel sentiralê bi cîh bûm. berî ko ez herim nik firansizan, min hin giregrên kurd, asûr û ermenan dîtin. wan haya min bi tehdîdê gîhandin. berî ko firansiz bibêjin, wan hevalan, di şîveke yekta ya aşxaneyeke navdar a ḧelebê de, daxwaza dilê xwe gotin; ez divya ji lubnan û sûryê derketma û biçûma awrupayê...

raste, eger ez biçûma awrupayê, ez ê, heye ko, ji tehdîdan rizgar bûma, ez ê ji xirecir û berberyên bêwest û bêrawest ên kurdan bi dûr ketma, lê ma min ê bikarbûya kovareke mîna hawar-ê li wan deran bweşanda? eger min bikarbûya bweşanda jî, kê dê ew bixiwenda?.. u umrê min gihîştibû çilî. min ê bikarbûya, careke din, li hember pûk û seqemên bayên ẍerîbyê xwe rabgirta? u di ser de, tevî dersên dil û ruh, ez ji ovdus, yek ji mamostayên jîna min a mihacir, vê yekê jî hîn bûbûm; jîna însan û însanyetê bi xewn û xeyalan girêdayî bû. eger însan û însanyet hê jê, tevî her celeb misûbetê, dijyan, ew bi xêra xewn û xeyalan bû. şam û şevên dirêj ên şamê bûbûn kozka xewn û xeyalên min ên afrîn û avakirnê. min hê gotna xwe ya dawîn negotbû, xewn û xeyalên min hê nemiçqîbûn...

- çavê me, bi teqdîr, li ser xebata we ya li ser zimanê kurdîye, kolonel rambot dibêje û gotna xwe temam dike.

- merc, mir. rambot, ez jî alîkarî û nermahya we teqdîr dikim.

- mir. bedir -kan, sala bê, em ê li hemû dinê salvegera şoreşa firansî pîroz bikin. bi wê munasebetê, em ê li lubnan û sûryê jî hin tiştan li dar xînin. em dizanin ko hûn dilsozekî yekta yê şoreşên firanse û ronesansê ne. em ê haya we pê bighînin û em hêvîdarin ko hûn ê jî bên alîkarya me.

- bi kêfxiweşî...