6

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 8 Xulek  260 Dîtin

Mr. Bedir-khan, de bisekne, ez hinekê bîhna xwe vedim, madam rambot bi ken dibêje, mêrsî...

- Merci pour vous Madame, celadet beg dibêje û madam rambot ḧeta nik mêrê wê dibe.

- Mr. Bedir-khan, hûn pir xweş dans dikin, Mr.Rambot dibêje, ḧeta niha me ev alyê we nizanîbû...

- ḧeyret! îstîxbarata firansî bi nave, min jî welê bawer dikir ko hûn bi her tiştê min dizanin!..

- no, no, ne welêye, zêde dikin... her çi be jî, em, ez û xanma min, hevalên din, bi hatna we pir kêfxiweşin. em dizanin ko hûn gelekê qîmet didin şoreş û fikirên şoreşên firansizî.

- na, ez qîmet nadim wan... ew perçeyên jîna minin, ez, xuh û birayên min, em bi wan fikiran mezin bûn, perwerde bûn. li sitembolê, li mala me, hem dengibêj û çîrokbêjên kurd hebûn hem jî murebye û mamosteyên firansiz. em bi çîrokên mîr miḧemedê hekarî û yên lafontîn diketin xew. na, ez qîmetê nadim wan, ew xewnên minin; xewnên syasî û civakî yên biserketin û serfirazyê, hebûn û însanbûnê... mêrsî...

celadet beg qedeheke no ya tijî ya şampanyayê ji garson werdigre û dîsan li koma zabtên firansizan û jinên wan vedgere,

- bi musa’eda we, ji bo fikirên şoreşên firansizî...

li ser kolana mezin a salhyê, di salona herî mezin a sûryê de, destihlatên sûryê, firansiz, salvegera şoreşa firansî bi baloyeke mezin pîroz dikin. tevî ko baloyê hê no dest pê kirye, salon ḧeta dev tijîye. zabtên firansiz bi kincên xwe yên paqij ên eskerî; dîplomatên welatên dinyê yên li lubnan û sûryê, bi simokîn û kincên dîplomatîk ên reş; tucar, karbidest, zane, ronakbîr, nivîskar, şêx, beg û merivdewletên sûryê, bi taxmên kincên no, ḧazirin. jin û xanim ên baloyê ko piranya wan ewrupayê ne, bi cil û bergên rengîn ên salonên moda yên awrupayê, rengekê taybetî didin baloyê. her çar alyên salonê bi rengên ala firansî xemlye. orkestirayeke firansizî musîka valsên firansizê lêdxe. garsonên ’ereb û kurd, di destên wan de sinyên biçok ên xwarin û vexwarnan, li dora mêvanan digerin.

celadet beg, bi kincên no yên reş, gomlegeke sipê û kirawateke xweş a reş, bi porê biryantîn û şehkirî, hinekê serxiweş, hatye baloyê û şoreşên firansizê pîroz dike.

- gava ez zarok bûm, celadet beg dibêje, hingê kekê min sureya ko niha li qahîrê dijî, li galatayê, li mekteb -î sultanyê, bi firansizî, dixiwend. rojekê wî du afîşên firansizî anîn û dan min û birayê min kamuran ko niha li parîsê dijî. min afîşa xwe hilda ser dîwarê oda xwe. li ser afîşê wêneyeke ji. ji. rosu hebû. di bin wêna rossu de jî darekê mezin û dirêj hebû. li ser gewda darê bi herfên firansizî, peregende, weha hatbû nivsîn; libertê, fors, verîtê, cestîs, unîwin... hê jî ew tên bîra min. hê jî ew xewnên minin, hê jî xewnên jîna minin.

piştî gotnên xwe, ew qedeha xwe dîsan dibe devê xwe û wê ḧeta dawî wedxiwe. bi qasî kêlyekê, ew li dora xwe, şênyên baloyê dinhirê û li zabtekê û jina wî ko li hember wî seknîne û lê guhdarî dikin vedgere û bi kîbarî, dîsan bi firansizî, ji jinkê dipirse,

- madame kirovere, gelo hûn dansekê bexşî min nakin?

- evîk pilêsêr, jink dibêje û tê, dikeve milê wî.

ew herdu, bi hev re, ber bi alyê cîhî dansê derin.

wê êvarê tu kêmanyên min ji mêvanên din nîn bûn; bejin û bala min dirêj (!1.85.. hinekê dirêj!), kinc û lixiwekirna min xweş, no û lihevhatî, serê min, bi bîhna misk û embera jinan û bi konyak û şampanyê, hinekê, mest bû. min dans dikir, tevî jinên firansiz ên nerim, li gora ahenga musîk û dansa ko min ewçend jê ḧez dikir, bedena xwe, bi ûsil, dilvand. min bêrya dansê û şevên welê kirbûn. lê wê şevê, di wê baloya şên û geş de, ez ne bawerim ko haya kesê ji rewşa min a kambax hebû. bêgavî û neçaryê dîsan nefes li min çikandibû. ez mîr bûm, «pirins» bûm, (di ropela dawîn a kovarê de jê weha nivîsîbû; emîr celadet alî bedirxan), gerînendeyê kovara yekta ya kurdî hawar-ê bûm. lê di berîka min de, pirê caran, pereyê cixarê nîn bû. pere nîn bû, ji bo hîç tiştekê nîn bû. min hemû bendên kovarê, di şevên dirêj de, bi qelama reş dinvîsîn. agir bi pêçyên min diketin, pêçî hemû dibûn birîn. lê çare çi bû? daktîloyeke no, bi navê simit pirmyer, hatbû bazara salhyê. her cara ko ez û hevalên bi min re, daketana sûkê, ez ê biçûma û min ê li wê daktîloyê binhêrta. her car... lê pere nîn bû ko min ew bikirya. rêzkirna ropelên kovarê gelekî biha bû. ji ber ko kovar, bi piranî, bi tîpên latînî dihate weşandin û li sûryê, kesên ko bi tîpên latînî bizanbûna, nîn bûn. da ko min bikarbûya buhayê rêzkirna ropelan hinekê kêmtir bikira, ez bi xwe diçûm çapxanê û bi rojan dixebtîm. min tîp, li gora nivîsaran, yek bi yek, hildiçandin, danîn nik hev û ropel rêz dikirin. carna deh sa’et, donizdeh sa’et... çapxana tereqî ko bi xîret û dilsozî kovar dweşand, bûbû mala min a duwemîn.

piştî ko kovar dweşya, kefit û lefteke no dest pê dikir, dîsan ji bo ko pere nîn bûn...

wê rojê, berî ko ez biçûma baloyê, dîsan, ḧeta êvarê, bêyî ko tiştekê bikeve gewrya me, me lezandibû. hejmareke no derketbû. her hejmara me di navbera 500 - 1000 libê de derdiket. me nikarîbû ew bişanda kitabfiroş û kitabxanên lubnan û sûryê. firansizan ev li me qedexe kirbûn... jixiwe kesên ko bikarbûna bi kurdî û di ser de jî, bi tîpên latînî, bixiwendana, pir kêm bûn. me kovar, piranî, bi dizî, dişandin kurdên alyê tirkye û ’îraqê. lê pere nîn bû ko me bikarbûya zerf û zamk bikirîna û kovar pê bişandina. ji lewre, me ew dixistin tûr û kîsên cawîn devê wan didurûn û dişandin. wê rojê jî, ez, roşen ko bi xortekê ’ereb, omer malk re, bûbû destigirtî, lê hê jî dest û pê yî min bû, du xortên kurd ên hêja û jîr ko hem di kovarê de dinvîsîn û hem jî alyê min dikirin, osman sebrî û qedrî can û dengibêjê kovarê eḧmedê fermanê kîkî, li ḧewşa malê, li kêleka bîrê, bi şerpezetî, karê kovarê bir serî. şengê, sega min a gurêx, jî li me nobedarî kir!

lê kesên ko bi vê şerpezetya me dizanîbû, pir kêm bûn. xelkê, nemaze hesûd û dexesên ko li der û dora me bûn û dev davêtin kovarê, welê bawer dikirin ko bi telsan pere, ji min re, dihat! min ê çi bikira? çyayên bilind bê berf nedbûn, newalên kûr bê av nedbûn...

celadet beg û madam kirovere, guhê wan li ser orkestirê, li gora musîkê gavên xwe davêjin.

ew napeyvin, musîk û dans tevgera wan bi rê dixe. ling, tevgera dansê, libabûna bedenan, hilim û germahya kesên ko dans dikin, birûyên zirav, çavên kilkirî û lêvên sor ên madamê celadet beg bêdeng dihêle. ew naxwaze bipeyve, bedena wê bi xwîdan, kirasê wê yê sipî yê hewrêşîmê bi bedena wê ve zelqî, ew bi dansê re dere...

lê musîk radweste.

- mixabin, madam kirovere dibêje... pir sipas, ez ê van demên dansê ji bîr nekim...

celadet beg, bîhniçikyayî, bi çavan sipasî wê dike û wê dibe nik koma zabtan, nik mêrê wê. koma zabtan û mêrê madamê li çepkan dixînin... celadet beg ji garsonê ko derbas dibe, qedeheke no ya şampanyayê werdigre, bi qedehê silav li wan dike û ji şampanyê vedxiwe. mervekê navsal, hinekê porweşyayî, simbêlqît û zerk, li nik wane. ew jî, bi serî, silav dide celadet beg.

- ez wehbî beg bi we bidim nasîn, loynanit kirover dibêje. çarc dî evêrsê tirkyê... katbê yekemîn ê balyozxana komara tirkyê... we mir. celadet alî bedir -kan...

- Memnun oldum, wehb beg dibêje û destê xwe dirêjî celadet beg dike. Demek ünlü Celadet Beg sizsiniz...

-Ben de memnun oldum, celadet beg dibêje.

- Ha, işte bizim hanım da geldi, katbê yekemîn dibêje, onu sizinlee tanıştırayım, Celadet Bey...

ji nişka ve, jinkeke gelekî xweş, por dirêj, li kêleka celadet beg dixuyê. celadet beg lê dinhêre. çav... çavên reş... ew van çavan dinase, van ji derekê dinase... lê ji ko? bejin, bejin û bal... na! nabe!.. celadet beg serxiweşe, çewt dibîne... lê... belê... belê... ewe;

- canan!

- celadet!

- canan!..