4

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 9 Xulek  300 Dîtin

- tu bijî mezo!.. li lubnanê, li mala xelîl ramê beg îro kêf heye. nameyekê ji sitembolê, ji mezyetê hatye. wê nameyeke çar ropelî nivsye û bi dostekê malbatê re, ji kekên xwe re şandye. name di navbera wan de narin û nayên. celadet û kamuran beg, herweha xelîl ramî û sureya beg, gelekî bala xwe didnê ko zirarekê bi xizim û meryên malbatê yên sitembolê neyê. malbata ko di bin çavnêrya rejîmê deye, bi tu awayî, pêwendî bi endamên malbatê yên derveyî welêt re danayne. lê ev name ko ji celadet û kamuran began re hatye nivîsîn, bi carekê, ji nişka ve, gihîşte wan, - mîna pêryekê, mîna melayka ḧez û parazyê.

- ev rêzên mezo, ji bo ruhê min ê bedbîn, bûn dermanê herî baş, kamuran beg ropelan bîhin dike û dibêje. tu her bijî mezo!

nama mezyetê, çar ropelên mezin, bi tirkî, bi tîpên pir biçok lê pir xweş ko mîna ji destê hetadekê derketye, tijî xeberin; siḧeta yadê başe, lê ew pir bêrya celadet û kamuran dike û navê sefter hertim li ser lêvên wê ne. birayên wan tewfîq û ḧîkmet başin. herdu jê li ber deryê dewletê, di cîhên bilind de, dixebtin. mîna gelek kesên din ên malbatê, ji tirsan tu deng ji wan dernakeve. rejîma no ya tirkyê paşnaveke no li malbatê kirye, «çinar». pismamê wan wasif beg bûye «muşawîrê» serokê komarê mistefa kemal û mistefa kemal ew kirye wezîrê perwerdeyyê. li gora wasif beg, mistefa kemal bi xwe ev paşnav daye malbatê û gotye, «Bedirhanpaşazade ailesi bir çınar gibi tarhi ve güçlüdür. çınar ismi onlara yakışır» zordarya li ser kurdan roj bi roj zêdetir dibe. her tiştê kurdê qedexe dibe. herkesê ko bi kurdî bipeyve, tê girtin û jê ceza tê birîn. kurd, ’eşîrên kurdan ji welatê xwe, ber bi alyê anatolyê, nefî dibin. tirs û bêdengyê esmanên tirkyê vegirtine. herçî sitembol, bajarê hezkirîye, bêdenge. «eqelyetên sitembolê» ermen, rûm, ewrupayî di nav tirseke mezin de ne. rûmên sitembolê, ji tirsan, bar dikin û koçê yewnanistanê dikin. lê belê, sitembol hê jî xweşe, hê jî di şevên sayî de diçrûse, hê jî di her demsalê de xwe bi rengekê no dixemlîne, hê jî bospor, yanê boẍazîçî, bi awrê nazenînan, bi hêdîka xwe dilvîne û diherke. eger ew beḧsa kadkoyê bike, divê ew bibêje ko xelkê no ji anatolyê û ji tirakyayê tên û li wir cîwar dibin. ew kadkoya kevin a rengîn û nerim ko warê mervên rengîn û nerim bû, diguhere. tirkyekî ecêb ko wan tu carî nebhîstibûn, hêdî hêdî li kadkoyê bi cîh dibe. herçî mala wane, mezyet û yadê li malê bi tenê mane. tewfîq û ḧîkmet zewcîne û bar kirne, çûne alyê din ê sitembolê. tewfîq çûye alyê şîşlî, warê mamê wan evdilrezaq beg. ḧîkmet jî alyê caẍaloẍluyê, warê celadet ab. jina ḧîkmet ab keçkeke xweş, lê «şerût» a boşnake. bi alîkarya keçkê ko navê wê nûryeye, mezyetê li cananê daye pirsîn.

dawya dawîn, ew hîn bûne ko canan bi yekê boşnak re zewcîye û wan mal bar kirne, çûne enqerê, merkeza rejîma no. li gora ko mezyetê bihîstye, mêrê cananê dîplomat bûye... belê, ew li malê bi tenê mane. lê mam, met, pismam, dotmam, nas, xizim û dost hertim tên. nemaze si’adet abla û xweha wê hertim li malê ne û li celadet û kamuran «abler» dipirsin. şehrîban bi xizmekê malbatê re zewcîye û li kadkoyê dijî. ew jî hertim tê malê û alîkarî dike. mixabin ew nikarin li bexçê binhêrin. gerçî bexçewanekê, heftê carekê tê û bexçe dide hev, lê kar pire. bîra bexçê miçqye, ew nikarin lê binhêrin. wan çend darên bexçê dane birîn. lê ew dara ko sefter, sefo can lê kolabû, maye. ew xêzên ko sefter kolabûn, hê jî dixiwîn. çaxa dinya xweş dibe û ew li der, mîna berê, li kêleka bîrê rodnin, zebeş dixun, purtaqal û mandarin qaş dikin, hingê, carna yadê dere û destê xwe li ser wan xêzan digerîne û wan radmûse... bîra bexçe bûye remza roj û dewrên bihurî. bîr dewranên berê bi bîr tîne. gava kulîlkên sipê yên darên behîfan û rengîn yên darên hinaran dibşikovin, ew mase û kursyan derdixin bexçê, kêleka bîrê û rojên derbasbûyî yad dikin.

bi xêra bîrê, ew ji dema no bi dûr dikevin, dewr û dewranên bihurî dibe sitarya wan... ew li malê bi tenê mane, lê sya bavo, sureya abê, celadet abê, kamuran abê û sefo hertim bi wan reye. bedena wan ne li malêye, lê ruhê wan, sya wan, li wire. hertim, her gav... hê jî li mal, kes li ser kursyên emîn alî beg ronane, kes destê xwe nade kitab, kovar û defterên wî. kaxiz û defterên celadet abê di berkêşkên masa oda kitabxanê de veşartî ne. mezyet li nivîsar û bendên celadet abê yên rojnama serbestî jî pirsîne. ew ê wan jî bide hev. şîyrên kamuran abê yên abadîn ko bi firansizî hatne nivîsîn, di nav dosyekê de, li nik mezyetê ne... albuma mezyetê ji destê yadê, si’adet abla û yên din nakeve. ew her lê dinhêrin. ew bi fotografan re dipeyvin, fotograf jî bi wan re. herkes li wan, li sureya, celadet û kamuran «abler» dipirsin... we xebereke yan jî mizgînyeke xweş; li gora ko tê gotin, rejîma no û serekê rejîmê mistefa kemal li efûyeke giştî difkirin da ko quweta tevgera derveyî welêt ko li dijî dewletêye, daxînin. yadê û mezyet bi tenê vê yekê, bi tenê efûya sureya, celadet û kamuran «abler» ji xwedayê alemîn dixiwazin. heke rojekê ew sureya, celadet û kamuran «abler» li sitembolê, li kadkoyê, li mal, dîsan mîna berê li mitbexê, li kêleka hev, li hember hev roniştî bibînin, ew ê hezar hemd û sipasyên xwe pêşkeşî yezdanê mezin bikin...

- tu her bijî mezo, xweha min a jîr...

kamuran, birayê min ê ziravbhîstyar, welê digot û bi kêfxiweşî name bîhin dikir, -bi çavên tijî hêstir. ziravî û bihîstyarya wî, kêfxiweşî û hêstirên wî ne bê sebeb bûn. em li rohlatê bûn, li hespên rewan ên alozyê swar bûbûn û me di ser çal, kor, gelî û newalan re gav dikir. dora me bi zeḧmetî, dijwarî, alozî û bêgavyê rapêçayî bû. rojeke rohlatê bi rojeke din nedma, her roj tiştekî no ko ne di ḧesabê de bû, diqewmî. her roj ji tiştekî no re avis bû. sitêwrê li navçê nîn bû! min hê jî bi best bismark û nîtşe dixiwendin û li dengê gur ê nîtşe guhdarî dikir. nîtşe digot, kesê ko wê dixiwîne, tevî gotnên wî hildikşe lûtkeyên çyayên bilind û sar, lê belê ez li rohlatê, warê herî germ ê cîhanê bûm. ne bismark, ne nîtşe, ne ovdus û ne jê hosteyekê min ê din dikarîbû alîkarya min bikira. ji birîn û kulên jînê û merhem û dermanên tecruban pê ve tu kesê, tu tiştî nikarîbû alîkarya min bikira.

em bi xurtî ketbûn nav xebata tevgerî ya syasî û çekdarî. mesele, mesela xîret û namûsê, man û nemanê bû. welat li ber lingan çûbû, kurd û kurdanî hew hêjayê tiştekê bûn. welat bûbû welatê bûm û kundan, sipir û qijkan. me divya tiştekî mezin bikira, cendekê li ’erdê vejanda, ruhê, bi gotna nîtşe «dîkandanit», bihejanda. lê çawan?..

herçend xelkekî pir û ’eşîrên mezin li dora me dicvyan, ewçend jî bar girantir dibû.

mervên me yên têghîştî û ehlê karê xwe kêm bûn, îmkanên me, tevî ko navê me mezin bû, pir kêm bûn. me nikarîbû rê li dijîtî û berberyên aẍa, beg, şêx, şexsyet û ’eşîrên kurdan bigirta û ji bo alîkarya me, tu dewletê xwe nedda ber. firansizên ko ḧakîmê lubnan û sûryê bûn, dixiwestin rê li kar û şixulên me bigirin. ew bi rejîma tirkyê re li hev hatbûn û nedhîştin ko em gav bavêjin. wan li min, kamuran, memduḧ beg û gelek kesên din ên serekên partyê qedexe kirbûn ko em hilkişyana welêt, axa kurdan. mîna mîsal, ez nikarîbûm ji şamê û pê ve biçûma, qedexe bû. (ez bi dizî, bi hênceta nêçîrê, diçûm.) u li ser van hemû zeḧmetyan jî, derdî me yê ebedî, belayê serê me, nêperetyê, dîsan, nefes li me diçkand. tevî ko tevger geş bû, bi hezaran, deh hezaran merv li dorê bûn, me îmkan nîn bûn ko me debara hefteyekê bikira! carna pere nîn bûn ko ez pê biçûma şamê. dengê gumîna daholê ji dûr xweş dihat! li milê din jî ḧesret hebû... ḧesreta kambax, tevî ko me xwe radgirt, dilê me diheland, laş û bedena me dikzirand. loma kamuranê ziravbhîstyar, li welatê ẍerîbyê, di nav kefit û lefta xebatê û dijwaryan de, mîna me hemûyan, ziravtir û bihîstyartir bûbû...

u canan... canana ko her di bîr û hêşê min de bû, niha, bi destinvîsa zêrîn û xemlî ya mezo, dîsan, şevên min ên lubnanê, xewnên min ên têkel dihermand. şeva vê roja ko min û kamuran li mala mamê me xelîl ramî beg nama mezo xwend, min di deftera biçok de, ropeleke no vekir û tê de weha nivsî; «canan, nebxêrê... tu li ko yî?..»

min bi tenê welê nivsî, lê paşî, min ew ropel jêkir û çirand... ez ji ovdus hîn bûbûm; merv divya dilê bi tîrên eşqê birîndar bûyî nede ber agirên xeyalan.