3

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 4 Xulek  300 Dîtin

- berî çûyna min, navê min li dewerên ko ez ê biçûmayê, belav dibû, celadet beg dibêje. xelkê belav dikir û digot, «mîr celadet hatye welat xelas bike...» loma jî ez diçûm ko derê, li wir zabit, eskerye û mixaberat li pey min bûn.

celadet beg, li şamê, li mala samye xanim û keça wê roşenêye. wan celadet beg ezmandine şîva êvarê. celadet beg jî tevî çend dostên xwe, haco aẍa, bozan şahîn beg û çend kurdên din ên sûryê hatye malê. ew li oda roniştinê ya malê li ser doşekan roniştine. samye xanim, roşen û du hevalên roşenê bi ḧazrya xwarnê mijûln. roşen û dya wê di navbera odeyan û mitbexê de derin û tên. carna jî roşen tê û li ber deryê odê, li ser kursê rodne û guhê xwe dide soḧbeta odê.

- em bi hevyên mezin çûbûn wan alyan, ’îraq û îranê, celadet beg ji hevalên xwe re dibêje. lê kurdan bi xwe, bi gotin û nezanya xwe, rê li me girtin. kurd hînî xebatên nehînî û rêkxistinî nebûne, hê jî bi awayê ’eşîrî li meselan dinhêrin, ji mêvanperwerî, dilsozî û fedakaryê re bêpayanin. lê heçî xebata moderne, ew jê bi dûrin. ew hê nizanin teşkîlat çye! min bi hezar zeḧmetî xwe ji destê rejîma îranê xelas kir.

- mîrê min, tu hê kurdan nas nakî, haco aẍa bi ken dibêje, te hê tiştekê wan nedîtye!..

- me dil heye ko em sifrê li vir, li ’erdê, raxînin, roşen dikeve hundir û dibêje. gelo bi dilê weye? yan na, em divê derbasî alyê mitbexê bin.

- ḧeyran ev der çêtre, haco aẍa dibêje, me mebin û mexin mitbaxa teng û me li dora kursyan rêz mekin. em ê li vir, li ’erdê, li gora ’edetên xwe bixun.

- jixiwe me jî, ji bo apo celadet û we, şîvên bav û kalan çêkirne. roşen dibêje û dibeze alyê din ê malê.

jin, bi hev re, di kêlyekê de, sifrê ḧazir dikin, xwarnan, yek bi yek tînin ser sifrê, firaqan li ber mêvanan datînin. celadet beg û hevalên wî li ser sifrê rodnin. her texlît xwarin li ser sifrê heye. ji sifrê bîhneke germ a şîvên têkel difûre.

- ev, kutlikên melakê ne, roşen, li pê seknî, dibêje. li gora gotnan, mîr bedirxan jê gelekê ḧez dikir û ḧeta li girîtê jî ev kutilk didan çêkirin. ev jî sawara kerengêye ko kalkê min bedrî paşa jê gelekî ḧez dikir. ev jî kipeye ko dya min dibêje, mamê me emîn alî begê reḧmetî jê gelekî ḧez dikir. ev jê helse û metfînî ne ko apo celadet ji wan gelekî ḧez dike... we xelas! sifra me ya feqîr bi tenê hewqase!..

- mala we ava be, bozan beg dibêje, ma ji van şîvan xweştir çi heye? we em xenî kirin. hûn jî werin, em bi hev re bixun?

- na, sipas, hûn bixun, piştî xizmeta we, em ê li alyê din bixun.

- roşen tu were, rone, celadet beg dibêje. te beḧsa bav û bapîrê min kir. tu were rone, ez jê hinekî beḧsa wan bikim.

wê êvarê, belê wê êvarê germahî û dilsozya roşenê bala min kişand. amojna sitî ko bi xwarnên xwe yên cizîra botan meşhûr bû, hertim digot, «mastê payzan deynin ber ’ezîzan, mastê biharan bidin neyaran. şîv û xwarnên cizîra botan deynin ber mîr û ’ezîzan...» wê êvarê jî roşen û dya wê şîvên cizîra botan danîbûn ber me...

ji ber ’ezîzya xwe, germahî û dilsozya xwe... ez ji îran û ’îraqê no vegeryabûm û hatbûm lubnan û sûryê. min rojên pir dijwar li pey xwe hiştibûn. bi rastî jî ez hewcedarê germahî û dilsozyê bûm...

- roşen, te, dya te, hevalên te, we em îşev îhya kirin. te ez birim rojên min ên zaroktyê...

te dizanîbû ko ez li qonaẍa kalkê te bedrî paşa hatme dinê? te dizanîbû ko ez di hembêza dapîra me roşen xanmê de, cara yekemîn, qîryame û wê ez li pêçekan gerandime? te dizanîbû ko bavê te jî, li şamê, li ber destê dapîra me roşen xanmê mezin bûbû? tu li vî îşê felekê binhêre!... mîna ko ew jî, mîr bedirxan, roşen xanim, bedrî paşa, bavê min, bavê te jî, vê êvarê, li nik me ne. mîna ko ev jî, niha, bi me re, ji van şîvên me yên bav û kalan dixun. tu bijî, roşen!..