5

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 10 Xulek  512 Dîtin

merv divê dilên ko bi tîrên xedar ên zulmê birîndar bûne, nede ber bayê seqem ê teresî û çavpahnyê, qedrî begê cemîlpaşa dibêje. jixiwe dil şikestîye, hingê dil dibe dîl. u dilê ko hînî dîlîtyê bibe, êdî merv nikare wî zû bi zû, ji dîlîtyê rizgar bike. şerit û merc dikarin mervan dîl bixînin, lê gidî, bila dil dîl nekeve! eger dilê miletekê jî dîl ketbe, hingê ew milet li ser rya windabûnêye. em divê welê qebûl bikin. niha kurd jî ketne ser rya dîlbûnê û dilê wan jî, mixabin, pê re. me divê ko em rê lê bigirin, çi dibe bila bibe, em rê lê bigirin...

qedrî û ekirem cemîlpaşa û celadet beg li gundekê heseçê ko nêzîkî tixûbên tirkî yê ye, li maleke du qatî, li qata jor, li oda mêvanan, kêleka maseyeke dirêj, li ser kursyan, risnişitine û li ḧazryeke mezin a partya xoybûnê hûr dibin. roj, rojeke germ a tîrmehêye. sal, 1930e. meha tîrmehê, îsal, li navê xwe hatye; tîrên rojê yên vê mehê, rasterast xwe bi bedena mervan dighînin. dinya germe, pir germ. lê ew li hundir, li oda tazî û bêtekber de ne. karê ko ew pê rabûne, ji her tiştî girîngitre. royê wan cidî, awrê wan germe, mîna tava tîrmehê. qedrê û ekirem cemîlpaşa pismamên hevin, kurdiperwerên navdar, ronakbîrên bihîstyarin. herdu jê li tirkyê, di kêlya dawîn de, ji mirnê rizgar bûne û revyane hatne, bi gotna kurdên sûryê, «binê xetê», yanê alyê sûryê. gelek ji heval û hevryên wan di serhildana 1925 -an de (yan jî piştî serhildanê) hatne kuştin. bajar û gundên wan xira bûne, mala wan wêran bûye. ew jî, bi qasî çend salan, li zîndanan mane, tevî zar û zêç, kal û pîrên xwe, sirgûnê alyê anatolyê bûne. ew ji wir, bi dizî, revyane û hatne li suryê xwe bi partya xoybûnê gîhandine. ruhê wan şikestî, gotnên wan pêt û çirûskin, dilê wan bi şewat, birîna wan germe.

heval û hogrên wan mirne, ew dijîn. qedirgir û qedirgiranên wan, li ber çavên wan, çûne bin sêdara mirnê. ew dijîn...

- xwezî em jî tevî wan bimirna, bihatna kuştin, bi dar ve bûna, ekirem beg dibêje. celadet beg, birayê hêja, ez çawan bibêjim, bi kîjan gotnan? niha her rojeke me mirnekêye. dilê min lyane. rosyên heval û dostan ko niha bûne gorbehîşt, her li ber çavên minin... ev êrîşa ko em ê bikin, divê bi ser keve, em divê myeser bin, divê tova gorbehîştan bê hildan, ḧesaba tarîxê bê dayn...

hersê heval li nexşeya li ber wan hûr dibin. nexşe, nexşa tixûbên di navbera tirkyê û sûryê deye. hevalekê wan ê partyê, bi dizî, ev nexşe ji qerergeha eskerî ya bajarê dyarbekirê, li tirkyê, wergirtye û anye. wan, car bi car, li nexşe nihêrîne, lê ew divê niha biryar bidin; serhildaneke no.

- myeserya vê serhildanê bi kurdên li tirkyê girêdayî ye, celadet beg dibêje. heke ew ji wir alîkarî nekin, dest navêjin çekî û ji paş ve li ordyê nexînin, em ê nikarbin myeser bin. ji lewre, «artiçyên» me divê qaym, ’eşîrên me yên welêt ḧazir bin. ew destê xwe datîne ser niqteyekê û gotna xwe didomîne; ’eşîrên van navçeyan di navbera me û dewleta tirk de derin û tên. me çend qedirbilnid û giregrên navçê şandine nik wan.

- jixiwe welêye, qedrî beg dibêje û bi pênûsa destê xwe cîhekê li ser nexşê nîşan dide, eger ’eşîrên kurdan ranebin û alyê me nekin, ne em bi ser dikevin ne jî serhildana serhadan, araratê, dikare dewam bike. li gora xeberên tên, ’eşîr li van minteqeyan ḧazirin ko rabin.

- çend şêx û begên van navçeyan jî gihîştine hev, celadet beg dibêje û bi tilya xwe cîhekê nîşan dide. wan şêxekê hêja şandibûn nik me. ew jî amade ne, lê çekên wan nînin. me welê li hev kir ko hin ’eşîrên alyê ’îraqê, tevî çekan, xwe bi wan bighînin û ew bi hev re quwetekê bînin pê.

- li bajarên mezin ên kurdan, dyarbekir, xarpit, riha, wan, bêdlîs û yên din jî berwedaneke bêdeng heye. ekirem beg bi lûleya tifniga destê xwe dilîze û dibêje. xelk ji rewşê ne razîye. rejîmê qifil û kelemçe li zimanê xelkê xistye, esker û merivdewletên rejîmê dibêjin «watandaş torkiçe konuş» û zimanê xelkê qedexe dikin. xelk bi hêvîye, li hêvya hin tiştane. lê tirs jî heye. hem hêvî hem jî cêwka hêvyê tirs heye. ko tirs bê şikestin, hêvyê myeser be.

- serekya serhildana agiryê nameyek şandye û dixiwaze ko xoybûn şixulên xwe, zûtrîn roj, bi ser xîne û dest bi rabûnê bike, celadet beg cixare dikşîne û dibêje. heke rabûn ji vir dest pê bike, ew ê jî, ji jor, êrîş bînin...

hey gidî!.. ew roj, ew wext!.. me tovek diçand, -bêyî ko me bizanbûya ka kî dê wê rakira. ew wext, wexta tevger û xîretê hatbû. wextên weha tarîxî di rojekê de nayên pê. ew mîna pêlên avê ne, gav bi gav, hêdî hêdî, ber bi qiraxa avê dibin. di demeke dirêj de ew tên pê, lê çaxa wan a ko ew li qiraxa avê dikevin û winda dibin, kurte, pir kurte. di wan rojên gundê hesçê de, pêlên tevgera xoybûnê li qiraxa avê diketin; me dê êrîş bibra ser tirkyê. me biryar li ser biryar distandin. bi lez. bi kel û coş. bi heyecan û meraq. gelo tov ê hêşîn bihata? kî dê wê biçanda?

em li gundekê ji gundên kurdan ên dor’alya hesçê bûn. dor’alya me hemû kurd bûn. me merkeza partyê veguhestibû warê kurdan. em gelek bûn. ne bi tenê ez û qedrî û ekirem beg, lê hevalên me yên din jî li wir bûn. memduḧ beg hertim dihat. mistefa û bozan beg dihatin. haco aẍa û kurên wî dihatin. u gelek kesên din. hatin û çûyn boş bû; me dê gaveke tarîxê bavêta. lê gotna teye, kesên ko her li wir bûn û dixebtîn, ez, qedrî beg û ekirem beg bûn. min ekirem beg baş dinasî. divê bête bîra te, em bi hev re, ez û ekirem beg, sala 1919 -an, tevî major no’êl û birayê min kamuran, çûbûn welêt, alyê meletyê. min qedrî beg jî, çend caran, li sitembolê, dîtbû. ev herdu pismam bi nav û deng bûn. ew hê no daketbûn sûryê û bi xebata tevgerê rabûbûn. haya wan baş ji welêt hebû. ew zimanşêrîn û xweşsohbet bûn. mîna min, wan jî li sitembolê û welatên awrupayê xwendibûn. me ji zimanê hevûdu fahim dikir...

mala ko em lê bûn, bi du qatan lêbûbû. di navbera herdu qatan de ji alyê ḧewşê, nêrdewaneke bi kevir lêbûyî, hebû. gava em li hundir dwestyan û me bîhnivedanek divya, em derdiketin û li ser pêplikan rodnişitin. me li ser pêplikan jî, bi şeweyê soḧbetê û piranya caran tevî zebeş û meyweyên sar, xebata xwe didomand. nemaze bi şevê, gava sitêr dinya ronî dikirin, em bi kêfeke bêpayan li ser pêplikan rodnişitin. sitêr, komka sêwyan, kerwankuj, çerx û felek û yên din, bi rengên taybetî û germ diçrûsîn û kela dilê me bi firê dixistin. di wan şevan de, bîreyên luvenberg û konyakên martel kunak û cowirtose ko mistefa û bozan begên şahîn, hertim, bi xwe re, ji ḧelebê, sentiral hotelê, danîn, şevên me xweştir dikirin. carna jî di wan şevan de, şewqa heyveronê û awazên dengibêjên navdar dostyeke edebî û ebedî danîn pê.

ḧewşeke fireh a malê hebû. di ḧewşê de bîreke bi aveke boş hebû. di danên sibê û êvarê de gavan û şivanên malê dewar û pezên xwe danîn û av didanê. ev yeka hanê jê, ji bo min, însanê bajarên mezin, bergeheke no û xweş bû. jîn li gund bi celebeke din dimeşya...

çaxa qedrî û ekirem begên cemîlpaşa daketbûn sûryê, ekirem beg bi xwe re kamerayeke fotografê anîbû. kamara wî di wan rojan de jî, li nik wî bû. «mîrê min» wî digot, «ev gavên tarîxî ne. sibê roj jê re îspat divên. wext mîna hespekê rewane, diherke û dere. lê ev resmên ko em niha dikşînin, ê îspat bikin ko me xwestye, em zikê şeva reş a avis biqelşînin...» geh wî bi xwe resmên me dikşandin geh jî wî kamera dida hinên din da ko ew resmên me, tevî ekirem beg, bikşînin.

ez dinhêrim ko min dîsan dirêj kir. ez çend gotnên din jî li vir bi rêz bikim û gotna xwe biqedînim; şeşxane, şeşxana nêrgizê, cehferê, sîhre, çeper, cewdik, şax, dîkik, ling, çifte, qerebîne, şeşderb, êrîş, parêzgeh, swar, liq, pê, qol... we hud. tu dê niha meraq bikî û bipirsî ka ev çi ne? ev gotnên eskerî û yên tifing û debancanin. jîna min a xoybûnê, roj bi roj, bi van gotnên eskerî dihate rapêçandin.

min kurdya van gotnan nizanîbû. lê bi alîkarya hevalên min ên partyê ko li welêt hatbûn dinê û mezin bûbûn, di nav civata kurdî de jîybûn, alîkarî kirin... di wan rojan de, yek ji tiştên ko celadet alî bedirxan, şagirtê gotnên xeyam, xanê û ovdus, hevalbendê gotnên gote, lamartinin û bodlêr, dikir, ev bû; wî gotin û têrmên eskerî, çek û cebirxanan, bi kurdî, dinvîsîn...

- hevalên me yên lubnanê nivsîne, celadet beg dibêje, wan belavokek, bi zimanne ewrupayê û ’erebî nivsîne, gava êrîş dest pê bike, ew ê herin sefaretên welatên awrupa û amerîka zyaret bikin û belavokê bidin wan.

- min li ḧelebê, qedrî beg cixara xwe ya pêçayî bi heste vêdxe û dibêje, li hotel baronê çend dostên me yên ermen dîtin. ew ê jî xeber bişînin ermenên tirkye û îranê da ko ew werin yardima me.

- welê dixuye ko şêxên neqşîbendê û qadrî jî dî bên alyê me, ekirem beg dibêje, helbet gava ew bibînin ko em dikarin zora zulmê bibin...

- kekê min sureya jî xeber bi rê kirye. rewş niha li awrupa û amerîkayê ne xirabe. hingê birano, wext hatye.

wexta biryara wexta êrîşê hatye.