3

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 8 Xulek  338 Dîtin

firawlayn karlifeld... monîka karlifeld.

gava celadet û monîka ji tirênê peya dibin, ew wê bi sefter û pelîkana ko li hêvya wanin, dide nasîn.

- monîka li unîwersîtê doktora felsefê çêdke... serpêhatya min û monîkayê gelekî balkêşe. i’ez ê ji we re beḧis bikim.

di rojeke pir xweş a havîna 1923 -an de, celadet û monîka, li sitasyona tirênê ya dikerteyê peya dibin. çaxa ew ji tirênê peya dibin, tîrêjên xurit û rengîn ên tavê çavên wan digirin. piştî hevûdunasîn, hembêz û silavan, celadet û sefter radhîjin valîzan û ew bi rê dikevin. celadet û monîka dê, ji bo çend rojan, mêvanên sefter û pelkanê bin da ko ji kefit û lefta bajêr û zeḧmetyên xedar ên jyana rojane, piçkekê, bi dûr kevin. sefter û pelkan li gundekê biçok û şêrîn dijîn. ji ber nexweşya sefter, wan xwe ji bajarê mezin, lez û beza jyana bajêr vekşandine û hatne li gundekê bêdeng û aram ko nêzîkî bajêre, bi cîh bûne. sefter, hema çi bigre, hertim, nexweşe. carna ew bi zekemê dikeve, carna serma digre, carna bi kuxkê dikeve. digel ko ew gelekê girs û lihevhatîye, bedena wî mîna şitla ber avê, zîz û tenke.

celadet û sefter li kêleka hevûdu, monîka û pelkan jî, çend gav, li pêşya wan, li ser ryeke pir xweş û hêşîn, dimeşin. herdu alyên rê bi daran tijî ne. rê mîna tabloyeke resamekê hoste li ber wan dirêj dibe û dere. dar, tîmsala dem, dewr û heyaman, ko piranya rojên salê tazî û sitûxwarin, niha, bi hemû bedewya xwe ya havînê, bi hemû hêşnahî û zelalya pelên xwe yên sipehî û bi comerdî, rê nîşanî wan dide. tav û tîrêjên wê, bi şewqeke rengîn, li ser enya celadet û sefter dibirqe. bîhneke xweş ji hawirdor difûre; tabyatê kirasê xwe yê rengîn li xwe kirye û direqse.

- celadet ab, tu westyayî? tu dixiwazî, em hinekê bîhna xwe berdin?

- na sefter, celadet dibêje. eger tu newestyayî, ez newestyame. jixiwe ez bawerim, rya me jî zêde nema.

- na, piştê vê ryê, em xwe dighînin ’erebê.

- sefter, min kitabên şîrên firansizî jî bi xwe re anîne, eger me keys hebû, em li ser hinan bixebtin.

- bêguman... bi rêberya te, em ê gelek şîrên hêja wergerînin zimanî kurdî ko pir hewcedarî vejîn û nûjenê ye...

dawyê, te gotin anî ser wan rojan... dawya dawîn, te gotin bir û anî û li dora mirnê gerand, gotna edebî bi mirnê gîhand...

sefter mir...

sê sal bi do wan rojên ko tu niha bi gotnên edebî taswîr dikî re, li nexweşxaneyeke munîxê, di odeyeke sar de, serê wî li ser çoga pelkanê, sefter çavên xwe, bêveger, girtin. ji pelkanê pê ve tu kes li nik wî nebû. ne ez, ne birayên min ên din, ne xweha min, ne bav û dya min û ne jî ji malbata me ya bêhesab mezin kesek... hingê ez û kamuran li lubnanê, kekê min sureya li misrê, dê û xweha min li sitembolê û bavê min jî... bila gotin, gotnê veneke, gotin li gotnê zêde nebe...

sefter, bira, heval û alîgrê min ê jînê, bi qewlê amojna sitî, ronya çavê min, di wê xortya xwe ya bedew de, çû, -bêyî ko xatir bixiwaze, bêyî ko li me, nemaze li min bifkire. nexweşyeke zirav û teres ew bir dyarê reḧmetê. mirna sefter ez jî kuştim. tê gotin ko merv carekê dimre. na, ev ne raste. merv du caran, mîna min, pir caran, car bi car jî dimre. bi do mirna sefter re, ez gelek carên din jî mirim. lê cara yekemîn, ez bi sefter re mirim, nîvê dilê min jî pê re çû axa axretê.

sefter ko ewçend li ser xwe, ewçend lihevhatî bû, ewçend ji siporê, boksê, hespan, nêçîrê, masî û masîvanyê ḧez dikir, ewçend dilê wî ji bo kurdan, welatê wan, zimanê wan davêt, ewçend ji însan û însanetyê ḧez dikir, nikarîbû xwe li hember nexweşyên besît û biçok, mîna serma û bironşîtê, rabgirta. wî agir bi dilê me xist û çû. di rojeke şilê ya çila alemanyayê de, pelkan, bav û dya wê û du hevalên sefter ên alemanî, bi tenê ev mervên bi qasê tilyên destekê, bedena sefter a çeleng, bi bêdengî, li bin axa şil û sar a haydilbergê veşartin.

mirin li kal û pîrîtyê tê. kal û pîrîtî heyama pêşîn a mirnêye. gava beden, gav bi gav, xwe ji xewa ebedî re ḧazir dike, kal û pîr bi deng û pejnên mirnê dihesin. lê ya yekê nola sefter ko ewçend ji mirnê dûr bû?.. ez çi bibêjim?

di wan rojên ko tu niha beḧis dikî de, birayê me tewfîq xwendin û doktora xwe temam kirbû, ji me xatir xwestibû û vegeryabû sitembolê. wî ryek, li gora xwe, dabû ber xwe. sefter jê xwendina xwe temam kirbû. lê ew venegeryabû. mîna niha tê bîra min, sefter weha gotbû; «ez ê çawan kekên xwe celadet û kamuran terk bikim û herim? em ê, bi hev re, ji bo ziman, çand û edebyata kurdî bixebtin.» ew û pelkanê mabûn. lê xwezî ew biçûna sitembolê, heye ko hawa sitembolê lê bihata...

herwekî ko te jî got, di wan rojan de, sefter û pelkan li gundekê gelekê xweş dijyan. bîhna min jî teng, zikê min birçî, dilê min bi kul bû. pere nîn bû, nan û xwarin nîn bû, araq û vexwarin nîn bû, cixare û qelûn nîn bû, kar û şixul nîn bû, xeber û nûçeyên baş nîn bûn. tu tiştekî ko hinekê bîhna min veda, ez kêfxiweş bikirama, nîn bû. dolarekê hilkişyabû duwanizdehezar markan. xwarin û vexwarnê jî li gora vê nispetê kirasekê ji agir li xwe kirbû. xwarna min jî, li gora rewşê, daketbû vî ḧalî; nan û kartol, av û kartol, kartol û av, kartol û kartol!.. u min dest pê kirbû cil û berg û kincên xwe difrotin da ko min bikarbya ew kartol jî peyda bikira. çakêt û pantolên min, roj bi roj, kêmtir dibûn.

di halekê weha de, çaxa min keys didît, ez diçûm gund, nik sefter û pelkanê da ko min hinekê bîhna xwe berda. di wan rojên gund de, ez û sefter her li ser çand, edebyat û zimanê kurdî dipeyvîn. ji bo dewrên bê, me pilan û piroje çêdkirin. sefter her dixiwest ko me şîrên firansizî wergerandina zimanê kurdî. me hin rêz, bi hev re wergerandin, lê wî tu carî wergerên weşyayî, şîrên firansizî bi kurdî, nedîtin. ev daxwaza wê jê bû kulekê û kete hundirê min.

mîna gelek alyên jîna me, keser û bextyaryên me jî cêwê ne. bi kesera sefter û daxwazên wî yên qurimçî, min ew şihîrên ko me bi hev re dixiwendin, wergerandin kurdî û di kovarên xwe de weşandin. çaxa min kovara xwe hawar di destipêka salên 30-an de, weşand, di hejmarekê de, li ser wergera şîrekê (eger ez ne şaş bim, hejmarek ji yên 30 -an bû), min weha nivsî;

«sefdo, lawecan! di sala hezar û neh sed û bîst û didowan de em hatbûn mûnîxê.

ez û kekê te kamran. em şikyabûn. zora me çûbû. felekê poşkê reş kêşabû ser qedera kurdistanê. êdî di warê syasetê de tu hêvî nemabû. me tev de digot: ziman, xwendin û nivîsandina zimanê me; bi tîpên xweser, bi tîpên kurdî. belav kirna kitêb, kovar û rojnaman. min ji çyayên refanê ji te re elfabeke kurdî anîbû. tu hînî wê dibûyî. te digot; -ez gelek kêfa xwe ji şîreke elfired de vinîy re ditînim: mirna gurî. rojekê ez ê wê wergerînim kurmancyê û wê belav bikim.

ev deh, dwanizdeh saln, kitêb û kovar bi zimanê kurdî û bi tîpên kurdî têne belav kirin. lê felekê tu berya wan belav kirî. feleka bextireş, mîna kurdistanê poşîke reş û tarî kişande ser canê te yê tenk û çeleng jî. bi hêvya ko gyanê te yê pak pê bihese û pê şa bibe, eve, min -mirna gurî- wergerande kurdmancyê û pêşkeşî gyanê te kir...»

min, gotin bi gotin, weha nivîsî û ew pêşkeşî tevî şîrê weşand. hingê, bi tenê hingê, min xwe, bi qasî mistekê, bextyar ḧis kir. lê bi do re, dîsan bîhna mirnê dor li min girt.