4

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 11 Xulek  534 Dîtin

bîhna mirnê dor li munîxê girtye. bajarê huner û musîkê, de weltistad mit herz, niha dilê xwe ji kîn û nefretê, ji mirin û kuştinê re vekirye. bajarê kêfê, niha, bûye bajarê keserê. tava ko jixiwe pirî caran windaye, niha, yekcar ji bajêr xatir xwestye, bajar, avahî, qesir, dêr, birc, heykel, kolan û navendên wê yên çand û hunerê, di bin ewrên tarî û girtî de, niha, şahîdê li esebyetê dikin. bîhna xwîn û mirnê dor li avahyên sipehî yên barok û gotîkê digre. bajarê kevnar ko bi rengekê qurşûnê xwe xemlandye û bûye navenda hunera germenî, niha, kesertijî û bêhuzûre.

cîhan, alemanya, munîx û celadet rojên pir dijwar derbas dikin. bîhin li wan çikyaye. alemanya ko ji ber kirîza nedîtî ya aboryê li ber întixarêye, bi bûyerên syasî û civakî diçelqe. alemanya, navenda awrupayê, li pey ryên no û çareyên saxbûnêye. herkes ji hev dipirse; wohin? bi ko de? alemanya bi ko de diçe? çare?

digel ko hê çare ne xuyane, alemanî didin pey tevgereke no; nasyonal sosyalîzim. nasyonal sosyalîzim ko bi kurtî jê re dibêjin «tevgera nazîst», bi fikir û gotnên no, bi tevger û awrên ecêb, bi çavsorî û cesareteke dînê bala hemû alemanan dikşîne. li meznitirîn bajarên alemanyayê, berlîn û munîxê ko bingehên wan ên herî qaym în, ew pêl bi pêl fireh dibin. tevî ko dewlet û dezgehên wê yên kevin li ber xwe didin, li munîxê, ev tevgera nû, pêl bi pêl bajêr vedgere.

îro, nehê meha dehan a 1923 -ane. bajar hê jî radzê. berbang hêdî hêdî zora şevê dibe û sitêrkan bi dûr dixe. hûnkahî, bayê ber destê sibê, xwe bi oda biçok a celadet jî dighîne. celadet ranezaye. paltoyê wî yê reş li ser milên wî, ew li ber masa biçok ronşitye û bendeke biçok, ji bo rojnameyeke alemanî, dinvîse. şûşa şarabê ya li ser masê valaye. qelûneke reş a vemrê, sitûxwar, mîna şûşê bêkêr, di nav xwelîdankê deye. ferhengeke mezin a alemanî -firansizî, deftera ko cananê dabûyê û çend kitabên din, tiştên serê masê temam dikin.

mîna bajarê munîxê, celadet jî esebî, bêhuzûr, eciz û bêgave. wî ji oda xwe ya biçok a li ser galer sitrasê bar kirye û hatye vê oda biçuk. odeyên biçuk, teng, bêhewa û bêronahî bûne para wî. oda wî, na ne oda wî, mala wî, bi tenê çar gavin. mîna çira aladîn, cîhaneke pir fireh ketye nav vê oda çargavî; cil û bergên wê, kitab û defterên wê, jyan û tecrubên wê hemû di nav vê oda teng, nizim, sar û tarî de ne. ew di vê odê de xwe mîna şêrekê ko ketye nav qefesekê ḧis dike. lê ew dikare çibke, çi ji destê wî tê? ew, derketyê welêt, roj bi roj, dikeve, mîna ko ew di nav bîreke bêbnî û tarî de be, ew her ber bi jêr dibe.

xeberên sitembolê yekcar nexweş û kirêtin. berî niha bi çendekê, si’adet abla jê re nameyeke dirêj a dilsoj şandibû û tê de weha gotbû;

«...Bu satırları gözyaşlarıyla yazıyorum» û nama xwe bi van rêzên tarîxê ko jyana celadet û berê ropelên bîra qederê bi alyekê no dida, xelas kirbû; «mixabin, hezar mixabin, êdê rya te girtye...» rejîma no ya tirkyê, serekya mistefa kemal paşa, vegera turkyê li wan qedexe kirye. mistefa kemal paşa, xebat û tevgerên emîn alî beg û gera celadet û kamuran a welêt ji bîr nake, bav û herdu birayan li dijê xwe tehlûke dibîne û bi tu şertî li vegera wan razî nabe. mistefa kemal paşa îro destihlate û destihlatê bi zimanê xwe yê taybetî dipeyve.

li milekê ev... lê li milekê jî canan, nebûn û windabûna wê... mîna ko ew ketbe hefit qat binê axê, canan bi carekê winda bûbû. jê ne deng û hes, ne nivîs û nameyêk dihat. berî ko ew li sitembolê ji hevûdu veqetin, wan gotna xwe kirbû yek; ḧeta ko rewşa celadet baş dyarbûya, ew ê ji hev veqetî bijyana. lê gava ko rewş dyar bû, wan ê, îlam, xwe bighandina hev. ḧeta hingê jî wan ê, hertim, name ji hev re binvîsa. çaxa navnîşana celadet kifiş bû, wî dê nameyek ji wê pansyona caẍaloẍluyê re bişanda. hevalê celadet, kurê xwedyê pansyonê, dê name bi cananê bighanda. bi vê awayî, haya wan ê ji hev hebûya. bi kurtê, qewlê wan weha bû. celadet ne bi tenê nameyek, gelek name nivsîn, lê wî tu bersiv wernegirtin. wî ji nas, heval û dostên xwe yên sitembolê jî alîkarî xwestibû ko ew şopa cananê hildin. lê canan winda bû. ew hew diçû xwendegehê, hew li mala bavê bû, hew li wan cîhên nas bû. ew nîn bû, lê gotin li serê gelek bûn; hinan digotin ko wê daye pey zabtekê tirk û pê re çûye enqerê, navenda rejîma no ya tirkyê. hinan digotin, ew bi yekê boşnak re zewcye û bi hev re çûne saraybosnayê. li gora hin xeberên din jê, ji bo xwendina bilind, ew çûbû parîsê. bêxeber û şop, wê xwe winda kirbû... celadetê ko pirê caran bi xewnên cananê ji şevên sar ên munîxê hişyar dibû, dikir, nedkir, nikarîbû rya ko diçû nik yara şevên sipî yên sitembolê, bidîta.

bîhnitengî ne bi tenê ev bûn, ḧeta qirkê ez ketbûm nav bîhintenigya derd û keseran. ez kotî bûbûm... di wê gera me ya welêt de ko êdî jîn û qedera min xistibû ser ryeke nû; vegera mala germ, ocaxa hebûn û jînê li min qedexe kirbû, rojekê, li gundekê kilîsê ko em jê dibhurîn, pîrejnekê, li ser ḧalê kurdan weha gotbû; ce keran şamî dike, mesqel şûran misrî dike, xizanî mêran kotî dike. bi qewlê vê jina porispî ya dûrbîn, xizanyê ez kotê kirbûm... bila yeqîna te ji xwedê hebe, min ew oda çargavî jî, bi hezar zeḧmetî peyda kir û bi hezar zeḧmetî ḧeqê wê dida. tunebûn û windabûnê dor li min girtibû û roj bi roj cîh li min tengitir dikir. ez, derketyê welêt, roj bi roj diketim, dibûm kotî û ketî. rewş ewçend xirab bûbû ko min êdî nikarîbû cixare jî peyda bikirya. min cixare dijmartin û dikêşandin. kêşana cixarekê bûbû kêfxiweşî û serfirazya herî mezin. di wan rojan de, tiştê ko herî zêde min dixiwest, wexwarin bû, vexwarna araqê. lê ew jê bi dest nedket.

min dixiwest vexwara, ḧeta serxiweş bûma, her tiştî ji bîr bikira, vexwara. ew rojên me yên peşîn ên munîxê, rojên xwarin û vexwarin, konser û restoranan, bûbûn xewneke mijdar. wê şeva ko ez ḧeta sibê roniştim, min şûşeyeke şarabeke nexweş a sor peyda kirbû. ḧeta sibê, min ew hêdî hêdî, dilop bi dilop, vexwar. lê min tu tişt ji bîr nekirin, ji bervajyê, tiştên nexweş ko min ji bîr kirbûn, hatin bîra min.

şarabê ez ji derd û keseran rizgar nekirbûm, bîlakîs, ez kirbûm girtî û dîlê wan.

min ḧal û hewalê xwe yê zîz, roj bi roj, carna bi kitektan, derbasî wê deftera ko cananê dabû min, dikir. ew çend rêzên biçok ên wê defterê têra salxdana wan rojên dûjehê dikirin.

min debara xwe bi çi dikir? min hin bendên biçok dinvîsîn, carna heftê sa’etek -du sa’etan dersên zimanê kurdî û tirkî didan, tevî kamuran, ji sitembolê mehfûr û xalîçe didan anîn û ew difrotin. ez rojnamevan bûm, dilê min pê re bû û li alemanyayê tê de, herçê ne zêde bû jî, qezenc hebû. ji bo kovar û rojnameyên alemanî, min carna li ser çîrokên mele nesredîn, tarîxa kurdan, ’edet û ûslên wan ên kevin, neçîr û nêçîrvanya wan, bendin dinîvîsîn.

li vir ez serpêhatyeke xwe jî bibêjim; di wan rojan de, carekê, ez bûm milyoner jî. na, ne milyoner, milyarder. na, ne milyarder jî, bilyoner... si’adet abla û nasekê min ê din çend dolar ji min re şandibûn û piştî xebateke dijwar, min ew dolar wergirtibûn û qulpandibûn ser markê. u ew çend dolarên min bûbûn çend bilyon! ez bûbûm bilyoner, lê bilyonerekê neçar û xizan!

deryê oda celadet, bi hêdîka, du caran, lêdkeve. kîye? di vê destê sibê de, kî tê oda wî? sefter? kamuran? monîka? ew derî vedke. hevalekê wî yê aleman, di destan de rojnameyekê, bi heyecan, li ber derî rawestaye. hevalê wê dibêje, «gotten morgen», rojnama destê xwe dide celadet û derbasî hundir dibe. celadet li rojnamê dinhêre. xebereke tarîxî, bi tîpên germenî, nîvê ropelî dagritye; hîtler ḧikumeta alemanî hilweşandye û ḧikumeteke no ya neteweyî ava kirye. celadet, bi heyecan, xeberî dixiwîne. hitler, demançe di destan de, alîgrên wî li pey, bi darê zorê, meclîs û ḧikumet têk birye û destihlatya xwe îlan kirye. alemanya dikele.

celadet û hevalê wî ji odê derdikevin. di rojeke weha de celadet ê di oda teng de çibke?

celadet dere yunîwersîtê. yunîwersîte dikele, xwendevan di nav heyecaneke bêpayan de ne. ders rawestane, mamosta nehatne, yan jî nexuyane. celadet li wir kamuran, birayê xwe yê şoreşger, dibîne. kamuran tevî xwendevanan bûye, bi heyecan ji celadet re, beḧsa serhildan û guherînên no dike. herdu bira ji xwendegehê derin kahnihal -ê, warê şênyan. kahnihal jî mîna xwendegehê dikele. ew li wir sefter, bi tesadufê, dibînin. di rojeke weha de wî xwe ranegritye û daketye bajêr. hersê bira, bi du biskilêtan, celadet û sefter li ser biskilêta sefter, kamuran jî li ya xwe, li bajêr digerin. tarîx li ber çavên wan tê nivîsîn, ropeleke no ya tarîxê li nik wan dest pê dike. ew, zarokên serhildanan, naxwazin ro ji şahîdya tarîxê badin. bi qasê çend sa’etan ew li bajêr, bi hev re, digerin, paşê tên oda celadet. ji gotin û xeberdanê bêtir, ew rojnaman dixiwînin da ko rûdana bûyeran baş têbgihên. piştî nîvroyê, kamuran û sefter derin. celadet jî deftera xwe ya biçok vedke û bûyerên danê sibê dinvîse. lê bûyer neqedyane, ji bervajyê no dest pê dikin. ew hê bi rêzên pir besît bûyeran dinvîse, hevalekê wî yê din tê. hevalê wî yê aleman bi heyecaneke mezin û kelgirî dibêje;

- «das bilut... bilut... xwîn diherke, li odyonpilatzê xwîn diherke...»

celadet ko li ser xwarna xwe ya kartolane, bi carekê radbe û berê xwe dide odyonpilatzê. dor li odyonpilatzê hatye girtin. li hin alyên meydanê kuştî li ’erdê dirêj bûne, li serê her kuçeyê otomobîlên eskerî yên bi zirx û mîtralyoz li hêzên hîtler didin. ordya ko bi dewlet û ḧikumeta alemanyayê girêdayye, serhildana tevgera nazîstan dişkîne. adolf hîtlerKes û hevalên wî li ber xwe didin, lê wan şikestên xedar xwarne, ew mîna pelên payzê ji hev dikevin û hildiweşin. teqîne, ئۆدەۆنپلاتز bi dengê çek, mîtralyoz û topan olan dide. dûman û bîhna barûdê ji meydên radbe.

celadet li kêleka koşeyeke kolaneke teng radweste û li meydên û xanyên doralê dinhêre. tevgereke boş a mirin û kuştinê, bi dengên boş, dor li meydên girtye. bi qasê pêncê mîtro ji celadet dûr, li ber devê koşeyekê, eskerekê, bi qîrîn, hildiweşe û dikeve. esker li ’erdê xwe dilvîne. kes naçe ser wî. ji xanyê jor ê li ser kolana celadet dengê musîkeke kilasîk, pir bilind, tê. di nav hemû dengan de, celadet guh dibe ser dengê musîkê jî.