2

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 6 Xulek  323 Dîtin

birayên bedirxanî, celadet û kamuran, nevyên rêberê kurdan, ji welatê xwe pir dûr, li aşxana unîwersîta munîxê roniştine û bêyî ko li rojên bê bifkirin, bi coş, li hevûdu dinhêrin û dikenin. herduyan jî îmtihanên xwe bi serfirazî dane û derbasî sinfeke no bûne. celadet dersên ziman, çand û syasetê dixiwîne, kamuran jî doktora xwe ya ḧiquqê çêdke. roj bi roj, ew dikevin nav civat û çanda alemanyayê, şirîtyeke bikêr bi ziman, medenyet û çanda alemanê re tînin pê. her çar bira jî dixiwînin. sefter, birayê biçok, xwendina xwe ya kîmyayê xelas kirye û dest bi îxtîsasê kirye. tewfîq bûye muhendîsê daristanê, dest bi doktorayê kirye û niha li ber xelaskirnêye. kamuran ko hê li sitembolê awkat bû, niha, bi xurtî ketye nav refên kitabxanên munîxê û li ḧiquqa enternasyonal û ya medenê ya ewrûpayê hûr dibe. celadet ko ji bêgavyê terkî welêt kirbû, bi xurtê ketye nav ropelên çand, felsefe û edebyata alemanî û zimanê alemanî û ’ilmê zimên hîn dibe.

ew îro, di dewreke gelekî kambax de, bi xeberên baş, rojeke çê derbas dikin. celadet simbêlê xwe, hinekê, gurtir berdaye. lê ro û bedena wî ya hinekê gir, niha, jartir dixuye. kamuranê ko her jar bû, niha simbêlekê zirav jî, li jarya xwe zêde kirye. xwarna li ber wan gelekê besîne; çend serê kartol, çend tîke goştê dewêr ko bi zeḧmetê tê cûtin û du şûşe bîra bayernê.

- ab -birohen, hêr doktor, celadet dibêje û qedeha bîreyê radke.

- noş, birayê ’ezîz, noş, lê hê tu li ko, doktorî li ku.

- na, na zêde nema, bi xêr, ber bi serê salê, ez ê bi nameyeke xweş, mizgînya doktoryê bi bavo û kek sureya bighînim.

- eger tu rastyê bixiwazî, bawer bike, ez naxwazim doktor bim jî. ez ê li ko û çawan doktorî û awkatê bikim? ez vê doktoryê ji bo welêt dikim. lê ka welat li koye? em ê çawan herin welêt û li wir bixebtin?

- kamuran, birayê min ê ḧistenk... ma dinya dê her weha bimîne, çerxa felekê dê her weha bizîvre? şaş mebe, ronahî li pey vê perda tenk a reşahî yê ye, wîcdan ê bi ser keve, mêjî dê, ji xewa kûr, hişyar be.

- xwezî... xwezî... heşê min jê tişekê nabre, lê ez dîsan bibêjim xwezî...

- bila hişê te jê bibre, ji bîr meke, rojekê ne bi tenê ji şevê, lê ji roj û şevê tê pê. dawya dawîn, em ê di rojeke pîroz a xwedê de, tevî van zanîn, tecrube û serpêhatyên xwe, tevî keser û kêfxiweşyên xwe, vegerin mala xwe... de binoşîne, ji bo te û me.

piştî vexwarna bîrayê, kamuran sa’eta xwe ya bi kostekê ji berîka êlega xwe derdixe, lê dinhêre û bi lez radbe,

- mixabin, ez divê herim, ez dereng mam...

- bi ko de? ji sureya abê nameyek hatye, min ê ew ji te re bixiwenda, bi ko de derî?

kamuran bi tenê dikene û dibêje, «mepirse... çavşînê lê, lê...» û dizîvre, dere. celadet wan çend dilopên dawîn ên bîrayê jî vedxiwe û li şênyên li maseyên dor’alê dinhêre.

çaxa min ew gotin ji kamuran re digotin, di esasê xwe de, min xwe jî bi wan teselî dikir. ma gotnên qelaw ên li ser xurtî û baweryê, ji xwedyê gotnan pê ve, dikare kê bixapîne? rewşa me, ne tu rewş bû. rewşa me şerpeze, ḧalê me pêrîşan, neçarî û kambaxya me bêpayan bû. roj ji rojê xirabtir, bûyer ji bûyerê kirêtir bû. alemanya bi leza birûskê ber bi gelyekê bêbnê gêr dibû. aborya alemanyayê mîna hûtekê, mîna geremola lehyekê her çi dihate berê dadqultand. diravê alemanyayê mark, mîna pelê ber bayê, berfa ber tavê, her roj, her sa’et, her deqîqe, qîmet winda dikir. dolar, bêpayan buha û bilind dibû. li alemanya jihevketê û hilweşyayê tu kar û şixul jî nîn bûn ko merv bi dest xista. li milekê, li alemanyayê rewş weha kambax bû.

li milê din, bav û dya min, tevî mezo, ji sitembolê û tirkyê derketbûn û çûbûn misrê, nik kekê min sureya. em bi vê yekê kêfxiweş bûn; wan xwe ji şûrê ruhsitinê ko xelas kirbûn. lê bi çûna wan, kahnya pereyên ko ji me re dihatin şandin jî miçqîn. carna si’adet abla û mervên me yên din ji me re hin dolar dişandin, lê ew jî, ji ber alozya aborî û bankeyên alemanyayê, nedketin destê me. di ser de û tiştê herî xirab, em nikarbûn vegeryana sitembolê. li gora nameyên ko dihatin, rewşa syasî li wir jî gelekê xirab bû. name weha xelas dibûn; gidî, hûn bin, hûn fikir li vegerê nekin...

me dê çi bikira? em mîrên kurdan li munîxê şerpeze bûbûn. navekê giran û mezin li gundekê wêran bû. me dê xwe bi ko de bavêta? kî dê bihata hawara me? felek bi girane û zompan ketbû ser me, mêjî, hiş, dil û zikê me dihenicqand. bi taybetî jî zik, zikê bêşerim û teres ko her birçî bû...

celadet ji berîka pantolonê xwe pereyên xwe derdixe û lê dinhêre. piştî ko wî ḧeqê xwarin û herdu bîrayan da, pere têra du, te nizanîbû, sê rojan dikir. piştêy du -sê rojan? xwedê kerîme. bi bîhnitengî ew ji berîka çaketê xwe pakêta cixarê derdixe û cixareyekê vêdxe. digel neçarî û xizanyê, bêguman, jyana xwendevanyê, xwendevanyeke weha ko cîhaneke no li berê vedke, hemû mêjî û dilê wî vedgire, xweşe. lê ḧeta kengê ew ê bikarbe xwe rabgire? ew bi destê xwe yê çepê jî bi kêra li ser masê dilîze û li pirsyarên weha bingehîn ên jyana xwe ya munîxê difkire.

- der pirinz bedirxan?

celadet serê xwe ji ber masê radke û li alyê deng dinhêre. jineke cwan a porzer û çavşîn, bi ken, lê dinhêre. mîna ko celadet ew dîtye, lê ew nikare wê derxe.

- hûn ne mîr celadetin?

jina cwan, bi alemanî, jê dipirse. celadet bi serî bersiva wê dide û li çavên wê dinhêre. wî ev jina hanê ko çavên wê mîna zeryayekê sitûr û şînin, li ko dîtye, ew wê ji ko dinase?

- monîka... jink dibêje.

celadet, ji nişka ve, radbe pê û diqîre,

- firawlayn karlifeld... monîka karlifeld!