4
guten abend!
li kompartimana ko celadet, kamuran û hevalê wan ê firansiz dikevnê, mêrek û jineke pîr, li kêleka derî, roniştine. kamuran silav dide wan, li bilêta destê xwe dinhêre û derbasî hundir, ber pencerê dibe. cîhên wan li ber pencerê ne. ew valîzên xwe yên biçok dixin bin kursyên roniştinê, xwe hinekê didin hev û li hember hev, li kêleka pencera fireh, rodnin. firansiz jî li ser kursya kêleka celadet rodne. kompartimana hinekê tarî ji bo şeş kesane.
- ez hêvîdarim ko kesê êdî neyê nik me, celadet dibêje û ji berîka hundir a çakêtê xwe deftereke biçok û pênûsekê derdixe.
kamuran jî pêşî sê bîrayên munîxê, lövvenbräu, ji walîza biçok derdixe, şûşeyekê dide celadet, yekê dide firansiz û ya xwe jî datîne ser textê biçok ko bi pencerê veye, paşê jî kovareke bi zimanê alemanî, «Gesellschaft» ji walîzê derdixe û lê dinhêre.
ew, vê êvarê, li ser rya alemanyayê, munîxê ne. ew ê herin nik birayên xwe yên biçok, tewfîq û sefter ko li munîxê dixiwînin. niha, piştî bîskekê, tirên ê, dîsan, di nav êvara tarî û sar de, berê xwe bide welatê alemanyayê û bi rê keve. ew, gav bi gav, ji welatê xwe bi dûr dikevin û gav bi gav nêzîkî li îstasyona dawîn a rêwîtya xwe dikin.
celadet lingên xwe davêje ser hev, deftera biçok datîne ser çoga xwe, jê ropeleke no vedke û bi tirkî, giran giran, weha dinvîse; pazartes -2. teşrîn -y evvel. 1338 yanê, duşemî, 2. çirî. 1922... duşemyeke payza 1922 -an, di pêsîra êvareke sar de, ew ji vyanayê xatir dixiwazin.
me, min û birayê min, yan jî ez weha bibêjim, dostê min ê qedîm kamuran, bi meya sor a yakûtî, serê û dilê xwe germ kirbû. meya sor, dosta xewn û xeyalan, barana havînên germ, leylana li pey rastyên tahil ên jînê, ez xistibûm nav hêlekanekê û di navbera sitembol û munîxê de dibir û danî. hişê min geh li nik dya min a bêdeng û çavbigrî, bavê min ê mîna heykeleke roman sitûr û dengiberz, mezo, xweha min a deng ji şalûr û bilbilan çêtir, mam û metên min ên bêhejmar, şehrîbana delal, si’adet ablaya mîna teyreke mader dilgerm û zarşêrîn, canana bedenmasî, lêv û zimanxiweş, lê kêmgotin, heval û dostên min ên rojên çê û neçê bû. geh jî hişê min li pêş, rojên nedyar ên bê, jîna nezelal a piştî rêwîtyê, kar û şixulên pêşerojê, evîn û ḧezkirnên no yên ẍerîb û balkêş bû. ez di nav filûqeyeke biçok de, li ser pêlên xurit ên ḧisên têvel, ber bi vê alê û ber bi wî alî diçûm û dihatim. ez bîhniteng, zîz û melûl bûm. min ew însan, ew dever, ew mekan, ew dewr, ew dewran, ew tişt û ew kes û pêwendyên ko ez kirbûm «ez», li pey xwe hîştibûn. ew germahya zanîn û nasînê li pey mabûn. min û kamuran, cêwyê sûda min, nezanîn û nenasînê dabû ber xwe, di payzek ji payzên bêhejmar ên umrê me de, em ji dinyayeke germ ber bi dinyayeke sar û sermayê hildkişyan. gav bi gav, tiştên nas kêmtir, yên nenas zêdetir dibûn. dinya û heyama nenas hembêza xwe vekirbû û bangê me dikir.
hema çi bigre meha me ya dawîn a sitembolê, bi hevûdudîtin, xatirxiwestin û ḧazryê derbas bû. mamên min ’evdireḧman, miḧemed ’elî, xelîl, murad û kurmamên me yên bêhejmar ko niha êdî ne hewceye, ez navê wan, yek bi yek, li vir bibêjim, her, bi me re bûn. met û dotmamên me hertim dihatin malê. li alyên cagaloglu û perayê, li buroya serbestê û warên kurdan, heval û dostan em bi tenê nedhîştin. hevalên me yên kurdiperwer, bi hêvya ko rêwîtya me dê di doza kurdayetyê de bi kêr bya, em hembêz dikirin. sahne -yî weda pir bûn...
em ji sitembolê çûn burgazê, ji wir jê, dîsan bi eynê keştê, li ser pişta ava zerya reş, em çûn varnayê. ji wir, me terkê avê kir û ber bi sofyayê, bi tirêneke giran, kevin û şerpeze, ketin rê. ji wir, dîsan bi tirênê, lê îcar bi yeka hîn çêtir, di bin baraneke boş de, em çûn belgiradê. li belgiradê me bihîst ko kaxiz û pasaportên no yên ḧukmeta osmanî hew bi kar tên. lê em, bi pasaportên xwe yên nenu, reḧet, ji belgiradê çûn zagrebê, bajarê navdar ê kirwatistanê. ji wir jî, em çûn... tu êdî pê dizanî... yanê dinya û heyama nenas ko hembêza xwe vekirbû, em, gav bi gav, ber bi xwe radkêşand. gelo ew dinya û heyama nenas peryeke bedew a destanan bû? yan jê ew keça pîr a şêxê cinan bû? li milekê jî, em li vê yekê, li pêşeroja xwe ya avis difkirîn.
gava tirên bi rê dikeve, deryê kompartimanê vedbe û keçkeke bejnidirêj û porzer dikeve hundir û li jimara kursyan dinhêre. di desteke keçkê de bilêta wê, di destê din de jî valîzeke biçok heye. celadet û kamuran, her du bi hev re radbin pê da ko alîkarya wê bikin. keçk bi ken li wan dinhêre, bi alemanî, dibêje «sipas» û tê, valîza destê xwe datîne ser kursya kêleka kamuran; cîhê wê ew dere. celadet û kamuran li cîhê xwe rûdnin. piştê ko keçk cîhê xwe rast dike û valîzê dixe binê kursyê, ew jî rodne. celadet û kamuran, bi balkêşî, li keçkê dinhêrin. bîhneke xweş ji keçkê difûre. eger merv bi tenê, bi gotnekê, wê salx bide, ew pir xweşke. hem çavên celadet hem ên kamuran li ser keçkê radwestin. keçk li wan dinhêre, bi şermokê dikene û çavên xwe ji wan direvîne.
- te dixiwest ko bila kes neyê nik me. niha jî hê tu welê difkirî? kamuran, bi ken, bi kurdî, ji celadet dipirse. lê bêyî ko ew bersiva celadet bipê, ew vedgere ser keçkê, bi kîbarî, jê re dibêje, «guten abend...»
keçk bersivê didyê. bersiva keçkê rê li kamuran vedke. ew dest pê dike, bi alemanî, jê re beḧsa xwe û celadet û kurdan dike. bîsteke dirêj, keçk, bi dîqet, li kamuran guhdarî dike. celadetê ko hew dinvîse û defter xistye berîka çakêtî, her, li keçkê dinhêre. gotna ovdus tê bîrê; nêzîkî li wê bike, wext, wexta gotnêye, guh mede aheng û lihevhatna gotnan, bipeyve, dest pê bike, destipêk, destipêk, bi do destipêkê re dawê tê... celadet nahewe, ew xwe ranagre û dest bi axaftinê dike,
?Fräulein-
- Karlfeld, Monica Karlfeld, keçk dibêje.
- Fräulein Karlfeld, ich will ihnen etwas sagen celadet dibêje û radweste.
keçk û yên din li celadet dinhêrin da ko ew gotna xwe temam bike. lê gotna ko wî dixiwest bibêje, bi alemanî, nayê bîrê. ew kêlyekê difkire, lê dike, nake, gotin nayê. dawyê, ew, bi heyecan, ji kamuran dipirse, «bedew, sipehî, xweş, bêle?..»
- schön, kamuran bi ken dibêje, schön...
- Richtig... Sie...schön ...
keçk dikene, kêfa wê ji gotin û şêweyê gotna celadet re tê û ew bi deng dikene.