3

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 7 Xulek  359 Dîtin

«vyana... umrê min, bajarê qedera min... çawan ez ê te, careke din, nebînim?..»

kamuran ji rojnama li pêşya xwe, nîw firay pirês, bi alemanê, şîreke şayrekî nenas dixiwîne.

- nasîna me û zimanê alemanî dê xurit be, kamuran, ropelên rojnamê di destan de vekirî, ji celadet re dibêje, em ê dakevin kûrahyên alemanî, dilê wî...

celadet û kamuranê ko ber bi dilê welatê rojava derketne rêwîtyeke dirêj, niha xwe gîhandine wiyana -yê. ew li cafê kontinentale ya rengîn û neynkitjî roniştine û li hêvya şîva êvarê ne. herduyan jî ne xwarneke aleman, lê xwarneke nas, «cafê du pars» helbjartne. lê şaraba sor ko ew bi ḧez hêdî hêdî vedxun, otrîşîye. êvar daketye, jyana germ a şeva sar a vyanayê hê no dest pê kirye. salon hêdî hêdî tijî dibe. otrîşî, kom bi kom, jin û mêr, di nav kincên xwe yên ewrupê de, tên û maseyên salonê vedgirin. pir vekirî dixuye ko ew hatne cîhaneke no, medenyeteke cihê. ev cîhana wiyanayê ji ya sitembolê û welatê osmanyan, bi her tiştê xwe, pir cihêye. paqjya bajêr, dûzan û rêkûpêkya jyana rojane, aramya civatê, lixiwekirna şênyan, aheng, neqiş û lihevhatna avahyan û hejmara pir a rojname, kovar û weşanan gelekê bala wan dikşîne. lê bêtir jê jinên wiyanayê. ew jinên wiyanayê, bi bejna dirêj, por û gulyên dirêj, kirasên teng, fîstanên dirêj û fireh û bi kena peryan û bîhnên buhşitê, ne bi tenê bala wan dikşînin, hişê wan jî bi firê dixînin. ew jinên ko bi kena peryan dibin peryên bê perwaz, niha, bi gavên nazenîn, tên, li maseyên dora wan rodnin û germahyeke bêpayan û bîhnên xweş ko celadet û kamuran baş nenasin, direşînin salonê.

piştî du sa’et û nîvê, sa’et deh û nîvê êvarê, ew ê bi tirêna êvarê, dîsan, bi rê kevin û herin. herdu jî westyayî ne. hemû roj, ew li pê, gav bi gav, li kolan û kuçeyên wiyanayê geryane, bajarê no keşif kirne. ew di berbanga sibê de daketne wiyanayê.

belê, em li ber destê sibê, sa’et 7.15, gihîştin vyanayê. sa’et 10.30-an tirênek hebû. lê em bi wê tirênê neçûn. em hatbûn vyanayê, bajarê du hezar salan, bajarê medenyet û musîkê. hê di dewr û dewrana roman de, gava wan ev bajar ava kirbûn, navê wê lê kirbûn; cortigano. yanê mîsala zerafet û kîbaryê. em hatbûn bajarê mîsalên xweş ko em li pey bûn. bêgumane ko me nikarbû vî bajarî, weha, bêyî ko bibînin, terk bikira. me biryar da ko em dakevin bajêr û bi tirêna êvarê rêwîtya xwe bidomînin.

tevî ko bayê şerekê kambax ew hejandibû, vyana hê jî ji bedewî û sipehîtya xwe tu tişt winda nekirbû. ew gotnên te yên jor ko te li ser vyanayê gotin, mîna gotnên kitêbokên rêwyanin ko hingê di gera me ya bajêr de, di destê me de bûn jî. her çawan ko gotnên weha nikarin ruhê bajarekê salx bidin, ew têrî taswîra ruhê bajarê wiyanayê jî nakin. vyanaya ko me ava wê vexwar û nanê wê xwar, bajarekê yektayê çandê bû. bi qewlê firansizan, ew bajarekê «civle» bû. mîna sitembolê, ew ḧeta dev tijî esker, cendirme û zabit nebû. bîhna musîk, huner, çand û edebyatê jê difûrya. avahyên bajêr ên kevnare ko digel hezar salên ko bihurîbûn, hê jî bi asalet bilind dibûn, kelehên qaym ên huner û muskê bûn. musîkjenên mezin gilek, haynid, mozarit, bîthoven, şuberit, birahims û sitrawis ko me dê bi do re pir lê guhdarî bikirana, ji wî bajarî ronahya musîkeke nu bi dinyayê gîhandibûn. li wî bajarî ruh, ḧis, deng û pejnên çand û miletên cihê, mil bi mil, bi hev re, pyase dikirin. di wî bajarî de zêde rê nîn bûn ko merv bikarbya ji bo jîna xwe, şixul û meslekî hilbijarta. merv li wir, bêgav, mecbûr bû bibe musîkjen û musîkşînas, nivîskar û nivîsevan, evîndar û evînhez...

em, ez, kamuran û firansizekê jêhatî yê bajarê vyanayê, ko me bi tesadufî li wiyanayê nasî, bi hev re, çûn qonaẍa lichinowsikê ko bîthoven tê de eserên xwe yên yekta îcra kirbûn, me saraya mezin ko mazûbanî li napolyon kirbû, zyaret kir, me avahya esterhazler ko hê jî jê dengên musîka haynid dihat, dît, me tyatroya burgê ko hertim tê de kilasîkên medenyeta ro’ava dilîstin, dît. em çûn taxên derveyî bajêr ko ordyên osmanyan ḧeta wê derê hatbûn û mecbûrî jê vegeryabûn. me donizdeh sa’etên jibîrnebûyî, li wî bajarê ewrupa navîn bihurandin. u gava em bi tirêna êvarê ji bajêr derketin, min ji bo bajêr, bi tirkî, weha nivîsî; vyana cidden mwazam ve muhteşem bir şehir...

min ev rêz li ko nivîsîn? te beḧis nekirê, lê ji bo ahenga reng û neqşên ropelên bîra qederê, ez beḧis bikim. berî derketna me bi çend rojan, roja ko min û cananê êdî ji hev xatir dixiwest, li sitembolê, kadkoyê, cananê, yara şevên dirêj û xewnên rengîn, kelgirî, deftereke biçok yadîgarî min kir. defterek ko min êdî bi hêsanî têdxist berîka çaketê xwe û gava pejnên fikirekê di serê min de diçûn û dihatin yan jî pêlên ḧisekê li ser dilê min radbûn, yan jê bayê germ ê ḧesretê li min dihate xezebê, bi eynî hêsanyê, min ew ji berîka xwe derdixist û ew deng, pejin û ḧis dikirin rêz... bergên deftera min a biçok, mîna şevên kar û şixulên min ên pêşerojê û gotnên sitranên ko min jê ḧez dikirin, tarî bûn. min ropelên sipî yên deftera xwe ya bergitarî, bi pênûseke reş, bi rêzên şahîdên jîn û umrê min, tarî dikirin... di wê defterê de, çend rêzên pêşîn ên ropelên pêşîn şahîdê li gera me ya kurt a bajarê wiyanayê dikin.

- tu dizanî, herî zêde, kêfa min ji çi re tê, kamuran dibêje û tîkeyeke goşt jêdke, wê dibe devê xwe û bîskekê dicû, ez ê gote bi alemanî, bi zimanekê rewan, bixiwînim!.. bifkire!..

fikira xwendina gute heyecan dide herduyan jî. herdu, bi ken, li hev dinhêrin. celadet radhêje qedeha xwe ya şarabê ya kirîstal û dibêje, - hingê em divê ji bo te û gute, ji bo hevaltya we binoşînin.

- noş, noş ji bo te û gute jî, eger te jê re wext hebe...

herdu, celadet û kamuran, birayên hev, hevryên qedera hev, bi do vexwarnê re, li hev dinhêrin û dikenin.

- êdî wexta çûynê hat, celadet dibêje, ka dest bike, bila garson ḧesabê me bîne.

lê çavên kamuran ne li ser garsonin, ew li masa kêlekê dinhêre. du jinên bedew di nav cil û bergên sade, lê lihevhatî de, hatne û li masa kêlekê roniştine. porê yekê, li gora modayê, kurt hatye birîn, porê ya din gelekî dirêje. lêvên wan ên sor bi kenin. çavên jina ko, ji kêlekê, li hember kamuran ronşitye jî, vedgerin ser kamuran. kamuran bi keneke sivk û bi rêzdarî, serê xwe ber bi jêr dike û silav didyê,

- guten abend...