2

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 8 Xulek  343 Dîtin

rêwîtyê dest pê kirye, wext wexta veqetînêye. roja no ya çarşemya îlona 1922 -an hê no dest pê kirye. dinya zelal û çiksayî ye. kizlitoprak hê baş hişyar nebûye. dengên çivîkên darên bexçê emîn alî beg alîkarî li hişyarbûna kizlitoprakê dikin. ji dûr ve dengên çênd dîkan û paytonan tên. darên bexçê mala emîn alî beg hê pelên xwe neweşandine, daran, neynka dewr û dewranan, dem û demsalan, hê kirasê xwe yê bihar û havînê ji xwe nekirne. wan, bi hemû rengînê û bedewya xwe ya payzê, dora kesên ko li bexçê, li kêleka bîrê rawestane, girtine.

di vê destê sibê de, hemû mal, emîn alî beg, sanîḧa xanim, şehrîban, celadet, kamuran, ḧîkmet derketne bexçê. mamê celadet, murad beg, metên wî adewî ye û edîbe xanim û dotmamên wî si’adet abla û perîxan ko wê şevê li nik wan, li malê razane, tevî wan derketne bexçê. wexta rêwîtya celadet û kamuran hatye, ew ê, îro, êdî bi misogerî, herin, ber bi deverên dûr pir dûr. niha wexta xatirxiwestin û hevûdu hembêzkirnêye, wexta dwa û mirazane. lawên malê, celadet, kamuran û ḧîkmet rogeş û bi kenin, yan jî ew dixiwazin welê xwe nîşan bidin. yên din bêdeng û zîzin. hemû li nik hev, li kêleka bîrê, li pê rawestane û royê xwe ber bi rojhilat kirne, ber bi tîrêjên qels ên tavê ko hê no li wan hiltên û bi zeḧmetî, xwe di nav çiqil û pelên daran re diserdînin... royê wan ber bi ronahya tîrêjan, çavê wan li ser çavka makîna fotografêye. wan, ji bo roja rêwîtyê, daxwaz ji situdyoya mir. xendamyan kirne ko ew werin û roja veqetînê, lê berya wê, endamên malê, bi hev re, li ser kaxzên fotografê, bikin nemir. çi dibe, çi nabe, çûyn heye, heye ko veger nebe... ji situdyoyê şagirtekê jîr, tevî makînê hatye û ew, mîna eskeran, li kêleka hev rêz kirne û dest bi karê xwe yê îspat, nîşandan û nemryê kirye.

?Hîkmet Bey, bîraz daha îçeriye doğru kayabîlîr mîsînîz- şagirt, serê wî di nav cawê reş ê makînê de, dibêje. biraz daha, biraz daha...

ḧîkmet hinekê din jî xwe nêzîkî komê dike. hemû li makînê dinhêrin. emîn alî beg her du lawên xwe, celadet û kamuran, dane her du alyên xwe. li kêleka celadet jî dya wî ya kin, bi poşeyeke reş sergirtî, rawestaye. li kêleka sanîḧa xanmê jî du jinên din ko di jyana celadet de xwedî şopin, şehrîban û si’adet, rawestane. li kêleka birayê celadet, kamuran jî xuşka biçok a si’adetê, pêrîxan ko bi bedewya xwe nav daye û kamuran, di danên êvarê yên yekta yên perên ava kizlitoprakê de, jê re rêzên li ser baxê îrem ên omer xeyyam dixiwendin, rawestaye. li kêlekên wan jî yên mayî yên malbata fireh a bedirxanpaşazade ko êdî ji hev belav dibe, rawestane.

!Dîkkat, çekiyorum-

fotograf tê kişandin. careke din, lê îcar, hinekî din têkeltir, ew pişta xwe didin devê bîrê û li kêleka hev rêz dibin. fotografeke din jî tê kişandin. êdî wext tê, celadet û kamuran, li پەێ hev, derin destê bavê xwe. emîn alî beg wan, yek bi yek, pihêt, bi qasî kêlyekê, hembêz dike û bêdeng, bêyî ko tiştekê bibêje, ji enya wan radmûse. paşê ew derin destê dya xwe. sanîḧa xanim hew dikare xwe rabgire, tevî çend dilopên hêstirên ko ji çavên wê ber bi jêr dibin, ew wan demekê hembêz dike.

- bila xwedê bi we re be, kurên min, bila oxra we ya xêrê be, xwedê mezne, ew bi dengekê pir hêdî û zîz dibêje û hedîsin dixiwîne, mala we vekirî û zimanê we şêrîn be...

celadet û kamuran yên din jî, yek bi yek, hembêz dikin û ji wan xatir dixiwazin. paşê ew her du û murad beg û ḧîkmet, bêdeng, bi hêdîka radhêjin walîzên ko li ber deryê malê ne û bi hev re, ber bi paytona ko li kolana biçok li hêvya wane, derin. yên din li kêleka bîrê diseknin û li wan dinhêrin. celadet û kamuran jî dane rê û derin... berî ko ew ji deryê mezin derkevin û xwe bi paytonê bighînin, ew careke din vedgerin û li yên mayî dest dikin.

- bi xatrê we, kamuran dibêje, bi xatrê we, gava em gihîştin cîh, bi leza birûskê, em ê haya we pê bighînin. em ê hertim binvîsin... em ê di demeke pir kin de, dîsan bighên hev...

hay kamuran, birayê min ê ziravbhîstyar, birayê min ê romantîk... em diçûn, ji sitembola ko min ê hew terk bikira, derdiketin, dibûn derketî, me royê xwe dabû ber bi dever û welatên nedyar û nenas û diçûn. me dizanîbû; heye ko çûyn hêsan bûya, lê vegera wê çûynê dê zeḧmet bûya. lê em diçûn, ji bêgavyê û bêçaretyê. li ber me du rê hebûn; rya mirnê û rya derketnê. kîjan ji van çê bû? bêguman ne yek jî.

yek ji yekê kirêtir bû. lê me divya ji her du ryên kirêt ya kêmkirêt hilbijarta. dinya hê jî aloz bû, ba û bahozên xedar ên piştî şer, hê jî, bi gumegum, li dar bûn. lê li welatê osmanî û li paytextê wî welatê hilweşyayî tiştekê êdî bi zelalî dyar bû; mistefa kemal û hevalbendên wî bi ser ketbûn, dewleteke no, li ser kavlên dewleta osmanî, gav bi gav ava dibû. tiştekî din jî êdî dyar bû; kirasê vê dewleta no li me nedhat, tê de cîhê me nîn bû. gazê mistefa kemal ew gera me ya welêt di devê xwe de kirbû benîşt û her qal dikirê. wî her, bi neyînê, beḧsa gera me, me, bavê me û major no’êl dikir û li pey me bû. tevgera kurdê ko me ewçend jê hêvî hebû, mîna her carê, îcar jî, ji ber sebebên her carê, bêkesî, bêpşitî, nezanî û dijîtî û berberyên navxiwe, bi derekê neghabû, -tevî ko hê tevger xurit û xîret qaym bû... lê hevalbendên gazê mistefa kemal sitembol jî gav bi gav vedgirtin û cîh, bi her awayî, li me teng dikirin. wekî din rê nemabû; me divya terkê sitembol bikira. pêşî em, bi do me re jî bavê min ê kokim û dya min a pîr. lê ber bi ko? ber bi kekê me sureya ko li qahîrê serekya gerandina karên tevgera kurdî dikir?

ber bi mamên me yên ko li axa germ a lubnan û sûryê roniştî bûn? ber bi birayên me sefter û tewfîq ko ji bo xwendinê çûbûn welatê rojava, munîxa navdar a navenda çanda rojava? ber bi ko?

lê dawyê, em gihîştin biryarekê, bi qewlê birayên me yên behdînî biryareke misoger; wê roja zer û sahî ya îlonê me dabû ser rya welatê rojava û em diçûn...

piştî nîvroyê, hema bi qasê kêlyekê bi do nîvro re, keştya bulgarî serva ji lengergeha sitembolê lenger hildide û bi giranî, ber bi zerya reş, bi rê dikeve. keştî, çend caran, bi dengekê tîz ji sitembolê xatir dixiwaze. ava bospore -yê li pêşya keştê vedbe, bayekê sivk pişta pêlên zelal û sipî yên avê ko keştî li pey xwe dihêle, mist dide. ba bi hêdîka porê celadet û kamuran ko li keştyê, li alyê pêşyê, li ser pozê wê rawestane û bi bal û dîqet, bi ḧisên pir têkel, li herdu kiraxên bospore -yê dinhêrin, li ba dike. minare, keleh, birc, qesir, qonaẍ, saray, dar û daristanên nas, li her du alyan, mîna ko ew rabûbin govendê, li ber wan, yek bi yek, xwe dyar dikin û winda dibin. sitembola ko ew di hembêza xwe de gir kirin, ḧewandin, perwerde kirin, mana jyan û umrê wan da, sirên wan veşartin, bi dewlemendyên xwe evîn û eşqên wan rengandin, bi şevên xwe yên sipî xewn û xeyalên wan neqşandin, niha, li ber wan rabûye dîlan û dansa veqetînê. celadet û kamuran derin, sitembolê, bajarê xwe û umrê xwe, bajarê bi bîranînên ebedê tijê, bajarê keysarê bajaran li پەێ xwe dihêln û derin.

- kamuran, baş li sitembola nazdar binhêre, heye ko em careke din wê nebînin, celadet dibêje...

- çawan em ê wê nebînin? umrê min, bihîst û hefit salên min, li vî bajarî derbas bûn.

çawan em ê vî bajarê ko em, digel her tiştî, her lê vegeryane, careke din nebînin?