1
fotografa heftan a romana bîra qederê, merv dikare bibêje, fotografa keserêye. yan jî, eger merv bixiwaze hinekê dûrbîn be û bikarbe xwe bighîne «pey» fotografê, merv dikare bibêje; fotografa heftemîn a bîra qederê destipêka rya kambax a keserêye. fotografa ko hinekê tarîye û nîşana tarîtî yê ye, welê bi keser dixuye. keser hatye û ev wêna ko di kurte demeke jyanê de ew kurtedema kambax kirye nemir û bi dû re jî ew kurte dem kirye fotografa vê romanê, bi her awayî, vegritye...
keser, sitrîhên jyanê, sitrîhên ko dora gulê rapêçane, hatye û dora vê wênê rapêçaye...
li ser kaxzê rizyayî yê nemir lehengê vê romanê, yan jî kesê ko bûye sebeba afrîna vê romanê, celadet alî bedirxan dixuye. di nav reşahyeke tenk de, bi tenê ew dixuye. wî destê xwe yê rastê danye ber pencereyeke tirênekê û li der dinhêre. di nav kompartimaneke tirêneke bênav û bênîşan de, ew, hinekê sitûxwar, li cîhana derve ko pencera tirênê ew jê veqetandye, dinhêre. foto ji alyê kêlekê hatye kişandin. loma jî bi tenê alyekî celadet dixuyê. kompartiman hinekê tarîye, eger merv kesê nexuyayî yê ko ev foto kişandye nehesbîne, ji celadet pê ve tu kesê din naxuyê. alyê din ê pencerê yê derve ronîye. reş û sipê li kêleka hevin, bi tenê pencere wan ji hevûdu vedqetîne. merv dikare, bi zimanekê besît, weha bibêje; ji çara sisyê vê wênê tarîye, ji çara yek jê ronî.
tirên ber bi ko de dere? ew li koye, çawane, cîh û warên ko celadet bi kûrahê lê dinhêre, çi deverin? di wênê de, ev ne dyarin, jê fahim nabe. lê reşahî û hinekî jê ronahyê wêne vegirtine.
royê celadet ê xorit bi xem û kesere. xem û kesera li ser ro baş dixuyê. di wênê de bi tenê çavekê dixuyê. ji alyê din ê ro bi tenê birû û bijangên çavê din dixiwîn. lê belê, tevî ko herdu çav, bi hev re, baş, naxwîn, navenda fotoyê çave. di navbera hemû fotografên celadet de, heye ko ev fotografa yekemîn be ko tê de çav û nerîna celadet evçend kûr û manîdare. celadet li ko dinhêre? bi îhtimaleke pir mezin, bêyî ko haya wî jê hebe, ev fotograf tê kişandin. bi gotna ’ilmê fotografê, ew bê ḧazrî tê girtin. ew, sade, reḧet, ronşitye, milê xwe yê rastê danye ber devê pencerê û li der, bi hemû kûrahya nerînê, li dûr dinhêre. belê, ew pir li dûr dinhêre, lê nerîna wî ne nerîneke dyar, misoger û têkûze. ji bervajyê, nerîna wî nerîneke valaye. ew kûr li dûr dinhêre, lê hişê wî li dereke dine. çavên wî li ser ronya derveye, lê hişê wî li ser pejin û ḧisên ko di hundirê wê de pêl didne. çav li der dinhêre, lê ew li dinya hundirê xwe difkire. tirên dere, yan jî ew ê here. tirên ê wî û ropelên romana bîra qederê ber bi ko de bibe? ḧeta kengê, çawan? ev çûyn ê kîjan ryên no li ber wî veke? ma her çûynekê vegerekê jê navê? hingê veger kengêye? çawan û di kîjan şerit û mercan de? ya jyana ko li pey dimîne? kes û nasên ko li pey vê çûynê dest hildidin? ew ê wan, dîsan, kengê bibîne? ji nerîna çav baş dixuye ko celadet di nav ḧisên weha deye.
çav nerim û aram, melûl û zîze. çav nîvçe vekirîye, heye ko ew giryaye, yan jî kelgirî bûye, yan jî bi pêlên ḧisan sermest bûye... kî dizane? enya fireh û poz, ew pozê ko dapîra bedirxanyan roşen xanmê mîna «pozê beranan» bi nav dikir, nerîna kesertijî ya çav temam dikin. pêşya enya fireh û dirêj, hinekê, dibirqe. heye ko tîrêjeke ronahya derve xwe gîhandyê û bi germî wî radmûse. porê ko bi qasê sê tilyan dirêje û ber bi paş, bi hostehî û bi huner, hatye şehkirin jî, mîna enî, hinekê dibirqe. lê ronahî xwe bi cênîkê ko zêde ne dirêje, naghîne. cênîk, hinark û guhê mezin û dirêj perçeyên alyê tarê yê wênê ne. gelo danê sibêye, yan danê êvarêye? tava wê kurte -demê li koye, li esmanan, li pey asoyan û li ber avaçûnê, li ko?..
herçî pozê dirêje li royê dirêj tê. poz, mîna nikulê teyrê eylo, ber bi jêr dibe. simbêl her mîna xweye, qemerê, kin û kurt. devê dirêj girtîye, lêvên qelaw li ser hevin.
sitûyê îşligê girtye û kirawateke zirav û reş pê veye. xêzên zirav û dirêj ên reş ên li ser îşligên sipî moda salên 20 -an nîşan dide. ev celeb îşilg, îşligên sitûkurt û xêzdirêj mensûbyeta xwedyan baş nîşan dide; ronakbîr, nivîskar, rojnamevan, arîstokirat, syasetger...
ev hemû tişt û hîn tiştên din di nav vê wênê de dixiwîn. lê gelek tiştên din jî hene ko di vê wênê de ne, lê veşartî, ne xuyayî. herwekî ko hatye gotin, fotograf bi herdu milên xwe, milê xuyayî û yê nexuyayî, hêjaye. gava alyê veşartî li alyê xuyayî zêde be, yan jî pê temam be, hingê ew fotograf dibe balkêş û hingê ew dest bi peyvînê dike.
di vê fotografa heftemîn a bîra qederê de ko ropelên no li romanê zêde dike û wê ber bi derne no dibe, şopên salên xem û keserê hene. sal, salên 20 -anin, salên piştî şer, salên tevlihevê, hilweşîn û ketnê, salên kul û derdan, şik û gumanan, rê û rêwîtyê...
çav li der, li cîh û warên ko li pey dimînin, dinhêrin. rêwîtyê dest pê kirye, wext, wexta veqetînêye.
.