5

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 4 Xulek  388 Dîtin

gava sefter ji derî dikeve hundir, celadet û kamuran radbin pê, ber bi wî derin û dikenin, ji kêfan, ew bi dengekê bilind dikenin.

- kekên min hatne, keko celadet, kamuran hatne... sefter dibêje û bi heyecan dere royê birayên xwe.

bihêle, ez, dîsan, bi alîkarya dengên qels û dêmenên nezelal ên rojên bihurî, bêm alîkarya te... malesef, ji jîneke xurit bi tenê dengên qels, syên nedyar û bergehên nezelal li pey dimînin. tu jî dizanî, vejîn û şixulê vejandinê bi alîkarya van deng, sî û bergehan tê pê, lê ne mîna xwe ya berê. jîn û vejîn, bêgumane, ne mîna hevin. lê di vejînê de, hertim ders û tecrube, tahim û bîhin, tov û şopên jînê hene. merv dikare bibêje, vejîn sya jînêye ko hertim diguhere, carna dirêj, carna kin dibe. pireke zirav mîna pira siratê di navbera jîn û vejînê de heye. merv dikare ji wê pirê re jî bibêje, «pira xewn û xeyalan.»

çima ez, niha, weha beḧsa tiştên, bi qewlê ewrupayyan, «absitirak» dikim? ji ber sefter, ji ber bi bîr anîna birayê min ê biçok... sefter, jîrtirîn û zîrektirînê me hemûyan... serwextirîn û dûrbîntirîn, gerimtirîn û geştirînê me hemûyan... lê di eynî wextî de, bêmraztirîn û bêsûdtirînê me hemûyan... niha, piştî umrekê, gava ez di ser pira xewn û xeyalan re gav dikim û xwe dighînim alyê vejandinê, ew danê sibê yê munîxê mîna guleke nûbşikovî tê bîra min. heye ko ne hemû ew danê sibê, lê tiştine jê, mesela kena sefter, mîna guleke sor a bîhnivedayî tên bîra min. ez dibêjim, ne hemû danê sibê, ji ber ko ew danê sibê pir sar bû.

min û kamuran, bi navnîşana destê xwe, di wê sar û pûkê de, bi zeḧmetî, xwe gîhand mala ko sefter tê de dima. lê ew ne li malê bû. gava xwedyê malê, pirofesorekê navsal, fahim kir ko em birayên sefterin, wî em ezmandin hundir. jixiwe piştî bîskekê jî sefter hat. belê, hingê kena sefter mîna gulên sor ên bexçê mala me ya kizlitoprakê bû; geş, nûbşikovê û boş.. bi do sefter re jê, birayê me yê din tewfîq hat. em çar bira li welatekê ẍerîb û dûr gihîştibûn hev.

çar bira di oda mezin a sefter de, li hember hev roniştine û bi kêf û ḧenek qala herdu dinyayên ko ew di navberê de derin û tên, dinya rojhelat, sitembol, welatê osmanê, کادکۆێ, kizlitoprak, mala wan, bav û dya wan, bira û xuşka wan, mam û metên wan û dinya rojava, munîx, xwendegehên munîxê, jyan û civata wê, keç û jinên wê, tyatro û sînemayên wê dikin.

- hûn ê îşev me bibin ko? kamuran ji sefter û tewfîq dipirse. ez bawerim, we dil nîne, di şeva me ya yekemîn de, hûn me li vê odê ḧepis bikin?

- de hûn bibêjin, em herin ko, hûn çi der dixiwazin? tyatro, konser, sînema, restoranit, gazîno?

çi? tewfîq dibêje.

- konser, kamuran dibêje, em hatne munîxê ko tê de dilê musîkê hildavê, me bibin konsereke musîka kilasîk.

- îşev konsereke musîka mahler, gustav mahler heye... lê, we kincên gerimtir divê, sefter lê vedgerîne. hûn bi van kincên li ser we ve, nikarin herin tu derî. hewa pir hişke, dinya sare.