3

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 8 Xulek  456 Dîtin

- dewleta osmanî nikare bêyî sitembolî bijê, mewlanzade rif’et beg dibêje. ev ne mumkine, sitembol bajarê me osmanyane, ew emin... lê, binhêrin ka ew îro ketye çi ḧalî...

mewlanzade rif’et beg, rojnamevanê lîberal ê navdar ê hemû welatê osmanî, dostê bedirxanyan, muxalfê destihlatî û zordestya rejîma îtîhadçyan, li caẍalo-luyê, li buroya rojnameya xwe «serbestî», tevî çend dostên xwe, ronşitye û ji wan re, bi dengekê eczibûyî, bi tirkî, beḧsa rewşa dawîn a sitembolê dike. celadet jî li wir, li wan guhdarî dike. oda ko ew tê de roniştine, biçoke. mewlanzade rif’et beg li pey maseyeke dirêj a kevin, di destan de pênûsek, celadet û yên din li pêş masê, li ser kursyên çermîn roniştine. serê masê tijî kaxiz, kitab, rojname û kovarin. ode tijî dixane. herkes cixare dikşîne. esebyeteke eşkere dixuye.

- belê, mutareka mondirosê çêbû, lê ev ḧalê îro, ne tu ḧale. dyên ko lawên xwe, jinên ko mêrên xwe li enyên şer şehîd dane, îro, ji bo nanekê sed dîrhemî ko jixiwe nayê xwarin, bi sa’etan, di serma û pûkê de, li dorê diseknin. hê jî, hebûn û zexîrên xelkê, bi navê «teklîf -î harb» ji destê wan, bi darê zorê tên sitandin. hê jî xelkê reben û bêçare di bin nîrê cendirme û polîsan de dinale. hebûn, zexîre û tiştên ko ji xelkê tên sitandin, di nav zabtan de winda dibe. ew mîna malên bavê xwe wan dixun... herçî dewlete, îflas kirye. pereyên ko di dema sultan evdilḧemîd de derketbûn, îro xelas bûne. di dema şer de sedûpêncî milyon lîrayên kaxiz derkete pyasê, lê bêyî buhayê wan ê zêr... ez çi bibêjim, pere nîne, îdare nîne, ḧukim nîne, gerandina karî dewlet û welêt nîne, yektî û yekbûn nîne, azadî û serbestî nîne, demokirasî û însanyet nîne û sitembol jî, dilê welêt, mêjyê dewletê, ji dest çûye. hêzên çekdar ên dewletên serketî, bi quwetên xwe sitembol îşxal kirne...

çaxa ew dipeyve, rîha wî ya dirêj û simbêlên wî yên badayî, ber bi jor û jêr, dilvin. ew berçavkên xwe yên zirav ji çavên xwe derdixe, wan datîne ser masê, yek bi yek li dostên xwe dinhêre û paşê çavên xwe li ser celadet radwestîne.

- celadet bey, îro, rojnamevanê me yê herî baş, herî xurte, ew dibêje. wî do bendek nivsê û anî, lê guhdarî bikin ka ew di derekê bendê de çi dibêje.

ew dîsan berçavkên xwe dibe çavên xwe, ji nav tomara kaxzan çend ropelan werdigre, ropel bi ropel li wan dinhêre, li derekê radweste û dest bi xwendinê dike; «Kendileri kürklere büründüler, milletin derisini soydular. Kasalarına altın doldurdular, bizim ceplerimize kağıt tıktılar...»

bi vê terhê, ew demeke dirêj beşna ji benda celadet ji wan re dixiwîne.

ew rêzên pêşîn ko mewlanzade rif’et beg, bi tirkya xwe ya gelekî xweş, xwendibûn, ne rêzên min bi xwe bûn. min ew ji nivîskarekê tirk wergirtibûn. wî nivîskarî li dijê curumkarên şer îtîḧadçyan bendeke gelekê xweş nivîsîbû û min jî çend rêz ji benda wî wergirtibûn... mewlanzade rif’et beg, her mîna ko te got, rojnamevan û syasetvanekê hêja û navdar bû. mervekê lîberal, bi serbestî û azadyê, ḧeq û ḧiqûqê bawer bû. ew gelekî dostê malbata me û bavê min bû. piştî derketna me, li welatên ẍerîbyê jî, em bi hev re bûn. me bi hev re kar û şixul gerandin, bi hev re derd û keserên welatê ẍerîbyê kişandin. u gava wê di destipêka salên 1930 -an de, li ḧelebê wefat kir, bila yeqîna te ji xwedê hebe, ew di nav bêkesî, neçarî, belengazî û rebenyeke ewçend zîz de wefat kir ko ez bi salan pê êşyam, dilê min pê şewtî. ew alîm û ronakbîrê ewçend hêja û navdar di bin perda reş a bêkesî, nenasî û tenêtyê de serê xwe danî axa reḧmetê. haya kesê jê nebû, şîneke layqê wî çênebû, civateke hêjayî wî nehate gerandin, mîna gelek zane û ronakbîrên me, ew ji bîr bû û çû. mêr dimirin, li pey wan nav diman, lê li pey mewlanzade rif’et beg ne nav, ne şan, ne şop, tu tişt nema...

ez vegeryabûm sitembola tev li hev. rojên şer li pey mabû, lê şerekê no dest pê kirbû. min kar, şixul, mal, dezgeh, pêwendî, hedef û armanc divyan. min ê çi bikira, berê xwe bida ko? kurdan gotbû; teyr başe, bi refê xwe re. ez ê bibûma hevalê kîjan rêz û refan? min xwendin û nivîsîn, ’ilim û îrfan, rojname û kovar hilbijartin. min da ser vê ryê. ez nikarîbûm bibûma paşa, zabît, tucar, dûkandar, karmend, hembal, berdevk, peyayê malê û xemxûrê karên rojane. ev kar û tişt li min nedhatin. ne bala min li ser wan bû û ne jî wan heyecanek dida jîna min... lê nivîskarî, rojnamevanî, kar û dozên mezin, hedef û armancên bilind û pîroz heyecaneke bêpayan didan min. ez, yan jê ez bira, mam û mervanên xwe jî bihesbînim û bibêjim em, bi bîr û dîtnên roso, dîderot, voltêr û feylesof û nivîskarên din ên şoreşên firansayê, bi şîrên eḧmedê xanê û omer xeyam û bi ders, tecrube û serpêhatyên mîr bedirxan perwerde bûbûn. ma me qîma xwe bi karên rojane danî? min refê xwe hilbijarit... hingê du mecmiwa hebûn ko li ber dilê me hemûyan pir ’ezîz bûn; îçtîhad a abdulah cewdet beg û serbestî ya mewlanzade rif’et beg. gava min daxwaza xwe ya xebatê, li cîhê serbestê, ji mewlanzade rif’et beg re got, wî berçavkên xwe derxistin, ez hembêz kirim, «mokemmel, mokemmel» got û ez li alyê din ê buroyê, li ber maseyeke biçok dam roniştin. bi vî awayî, min dest bi xebata rojnamevanyê kir.

serbestî, ji bo min, bû xwendegeheke bêpayan. ew odeyên teng, tarî, sar û kevin ên caẍaloluyê bûn kahnya ronahî û zanînê, bûn warê bikar’anîna ziman û hînbûna nivîsînê. ez qa’de û pirensîbên rojnamevanî û rojnamegeryê, hîmên exlaqê wan, şêwe û awayê xebatê, çeşin û ûslibên cihê yên nivîsînê, li wir hîn bûm. li wir, ez bêtir ketim nav fikir û baweryên azad û serbest, min ferq xistin navbera xwe û her celeb fikirên zordest... rojnamevanî, herwekî nivîskaryê, huner û hunermendîye. merv divê bi hunera wê bizanbe. merv divê bi zimanê gotnên bêzman bizanbe, zimanekê jîndar bide wan, wan bi xwîn û goşt, reh û hestî bikemlîne, bala xwendevan bikşîne, wî zimanê lêkirê bi xwendevanan bighîne, bikarbe kêm û kurt binvîse, di navbera yên girîng û yên negrîng de, yên girîng û pêwist hilbijêre, kalîte û hêjahyê bîne pê, êrîşker nebe, xwe ji neheqyan bide alê, nebe sebebê şer, bîhnitengî û xirabyan, rojnamê ne ji bo ḧesûdî, zikireşî, paşgotnî, xirabî, xirecir, xirakirin û îspata cehaletê, lê ji bervajyê, ji bo perwerdekirin, pêşxistin û çê yî ya merv, gel, netewe û welat, bilindikirna qada agahî û zanînê, pêkanîna awayekê baş ê biratî, samîmyet û afrînê bweşîne. dergaha serbestî -yê ev qa’de û yên mîna van ên rojnamevanyê hînî min kirin. di wan rojên nanezk, nexweş ên yan pir sar, yan pir germ de, ruh û mêjyê min bi tecrubên no dewlemend bûn.

serbestê rê li min vekir ko ez bikarbim rojname û kovarên ko min paşê, li welatên dûr û ẍerîb derxistin, bweşînim. eger ew tecrubên rojên sitembolê nebûna, ne hawar û kitabên wê ne jî ronahî derdiketin. ez ne bawerim ko ew ê bikarbûna derketna...

piştî ko mewlanzade rif’et beg xwendina xwe temam dike, ew dîsan berçavkên xwe derdixe û ji dostên xwe dipirse,

- Azizim, aynen böyle degil mi? Emin Alî Bey-in hal ve ahwal ile ilgili söyledikleri

?dogru değil mi