2

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 8 Xulek  459 Dîtin

dinya germe, wext, wexta dar û ber, gul û kulîlkane. tîrêjên tava danê êvarê yên sitembolê, ji pencera oda otêlê, bi ûsil, xwe dighînin hundir.

canan, hêdîka, ji ser cîhan radbe û bi gavên nerim ber bi pencerê dere. celadet, di nav cîhan de dirêjbûyî, lê dinhêre. rojeke havînêye. celadet û canan li otêla navdar a sitembolê pera palasê, di odeyeke fireh de ne. hema çi bigre, ew hemû roj li odê, di nav cîhan de mane. bi tenê, destê sibê, ew derketne û li kolanên teng ên pera û li ser ro du pera ya fireh geryane. bi tenê, bêdeng û bêyî qîreqîra şênyan. bi rêberî û hevaltya seg û pisîgên kolanan. ji vê gera sibê pê ve, ew her li odê mane. di nav cîhan de, tazî, peregende, bi kel û coş. bêyî gotnên zêde.

celadet, kêlîkekê, li cananê dinhêre. paşê ew xwe dirêjî ser masa biçok a kêleka textê razanê dike, şûşa şaraba sipî ya taybetî ya pera palasê werdigre û jê çend dilopan bera pyana xwe dide û wê vedxiwe. tahmeke tirşokê a xweş û hênk devê wî tijî dike. tahim di dev de, ew serê xwe datîne ser bahlîfê û bîskekê çavgirtî dimîne. dinya niha çiqas sakîn û arame! ew çiqas xweşe! mîna ko ew rojên şer berî niha bi sedan sal bûn. ew niha ewçend dûr, ewçend li pey mij û dûmanê, li pey perda xewn û xeyalan mane... dinya çi ecêbe! tahma tirşokê ya vê şarabê û ya xwînê çiqas ji hev cihê ne. bîhna xwîdana vê odê û ya kozkên şer çiqas ji hev dûrin! lê merv van hemû tiştên ji hev pir cihê, li gora şerit û mercan, qebûl dike û dijî. bi qasî dinê, însan jî ecêbe.

celadet dîsan xwe dirêjî masê dike û îcar ji serê cixareyekê ko bi pelekê taybetî ya firansizî «la pê» pêçayî ye, digre û wê bi heste vêdxe. celadet bi destê xwe yê çepê bahlîfa xwe dikşîne ber dîwêr, pişta xwe didyê û hem cixara xwe dikşîne hem jî li cananê û tîrêjên rengidayî yên li pey pencerê dinhêre. pelên cixarê yên la pê, yanî yên aştyê li van rojên piştî şer û qyametê tên. digel ko hêlekana nedyaryê hê jî dere û tê, dinya westyayî îro aş bûye. dengê top û tifnigan hatye birîn, ordî vekşyane kozkên xwe, dûmana barûdê bi esmanan nakeve, xwîn mîna lehyê naherke, îro ji şînên ko hê jê dewam dikin pê ve, dengê nalîn û qîrînan hatye birîn, ruhsitîn ketye xeweke sivk. herkes sakîn, birîndar, westyayî û aram, li xwe vegeryaye û birînên dil, beden û ruhê xwe dicebrîne. celadetê ko bi pelê cixarê yê la pê cixara pêçayî dikşîne, li sitembolê, mal û malbata xwe, yar û dostên xwe, li evîn û evîndarên xwe vegeryaye.

gava ew hê di nav seqem û berfên sar û refên germ ên şer de bû, hê hingê, wê xeyala sitembol, pera palasa navdar, roj û şevên germ û nerim ên pera palasê kirbûn. hê hingê wî soz dabû xwe, eger ew sax û silamet ji şer, sar, serma û pûka qafqasê xelas bûya, wî dê, çend roj li ser hev, bêyî ko derkeve, tevî evîndara xwe, li pera palasê derbas bikira. mirnê, şerit û mercên kambax ên şer soz û qewlên weha xweş pê dabûn dayn. wî niha, bi coş û daxwaz, qewlê xwe bi cîh danî.

digel ko pera palas niha hertim tijî bû û bi taybetî serokên hêzên dagîrker ên sitembolê li wir bi cîh bûbûn, wî odeyeke xweşk ko ber bi alyê zeryayî bû, ji bo sê roj û şevan, veqetandibû, canan jî wergirtibû û hatbû.

herê, pera palas... ev avahya sipehî ko berê min bi salekê hatbû dinê û ji bo rêwyên ewrupayê ko bi oryenit êksipiresê dihatin sitembolê amade bûbû, navenda rojava û rojhelatê bû. hemû «kor diplomatqu’e» welatên ewrupayê li wir bûn. paşa, kumandar, wezîr û sadrazamên welatê osmanî li wir bûn. karên dewletan û çerxa felekê li wir digerya. qedera gel û miletan li wir dihate pê. xwarin û vexwarnên herî xweş li wir bûn. meyên «medoc superîwor, huşhaymer, çyantî» û şampanyayên «kordon verit, vîwiv kilîkut» li wir bûn. musîka osmanî ya yekta û balo, dans û valsên bêhempa yên ewrupê li wir bûn. asansora yekemîn a bi elektirîk li wir bû. bergeha xweştirîn a boẍazîçyê, bi gotna ewrupayyan bosporê, li wir bû...

hevrê û rêberê min ê evîn û evîndaryê ovdus li derekê jî weha gotbû; «merv gurên hevin...» di wan rojên tarî yên nêçîra ruhsitîn de, ez gelek caran li vê gotnê fikirîm. merv, bi rastî, gurên hev bûn, mîna guran diketin gewrya hev û cîh li hev dikirin gola xwînê. hê hingê, ez li pera-yê, cîhê gurên mezin difkirîm. hem ji bo qesta felekê hem ji bo fahmikirna çerxa dinê û şerê guran.

lê, wê roja ko tu niha bi kurtî beḧis dikî, ez li gotneke din a ovdus difkirîm; «evîn bi jîna şervanekê dişbe, ew ne karê tirsokane.» jîn bi xwe, ger di şer de, ger di aştî de, şer bû, jê re şervanî divya. bi tirsokî û dudlî jîn nedbû jîn...

canan, tazî, li kêleka pencerê seknye û li dever dinhêre. celadet jî li wê. ew wê ji kêlekê dibîne. canan hinekê din xwe xwar dike. şeq û hêtên wê yên sipî û zirav hinekê din vedbin. canan mîna sitûneke romî lihevhatî, mîna afrodîteke jîndar sipehîye. tîrêj zerahyeke vekirî didin bedena wê ya cwan. pûrtên bedenê rengîn dixiwîn. porê wê ji mil û sitû ber bi jêr dibe. memk, bi gotna sitranên kurdî, mîna purtaqalê, tijî û rakêşyane. navpişt, xêzeke xwar dikşîne û ḧeta ber gurimkê tê. gurimk, mîna kevaneke vekşyayî, mîna îspata gotnên ovdus, bi hemû bedewya xwe, li hêvya dest û tilyane. gurimk, mîna navenda cîhanê, li wir, li ber pencerêye. ewçend ji celadet dûr, ewçend li celadet nêzîk!.. piştê ko celadet cixara xwe di xwelîdanka li ser masê de vedmirîne, ew radbe û dere nik cananê. ew wê, bêdeng, ji paş ve, hembêz dike. boẍazîçê, yanê zerya, bi rengê xwe yê keskeşîn li ber wane. li milê din ê boẍazîçî-yê, li alyê anatolyê, warên celadet û cananê dixiwîn. ji kêlekê ve jî, saraya kevnare ya sultanên osmanî topkap, li ser gir û di nav hêşînahyeke boş de, dixuye. li ser avê, keştyeke dirêj û mezin, hêdî hêdî, ber bi alyê jor, zerya reş, dere. tîrêj li ser avê diçrûskin. dinya di nav rengên vekirî de, çikvekirîye.

sitembol, bi hemû xweşî û bedewya xwe, li ber lingên wane. sitembol, bajarê xwedyê ’ewr û esmanên şîn û av û behrên şîn; bajarê xwedyê mizgefit, dêr û sînagogên bedew û rengîn ên herî xweş; xwedyê ziman, ol û çandên dewlemend û cihê; xwedyê keleh, birc û sûrên bilind, dirêj û bêdawîn; xwedyê qesir û qonaẍ, saray û koşkên medenyetên cihê; xwedyê kuçe û kolanên teng, minarên bilind, sûk û bazarên gemarî, xan û hemamên tarî; xwedyê çayxane û meyxanên germ, esrar û heşîşxanên dûmantijî; xwedyê mal û kerxanên kufkî, medrese û kitabxanên zîvhêlî û neqşandî; xwedyê tava germ, tîrêjên sor, heyva ron û sitêrkên çirûsî... celadet li sitembolê dinhêre.

- canan, mon şêrî, li sitembolê binhêre, celadet dibêje, bêyî ko xwe bilvîne û destên xwe jî bikşîne. li îspata jînê binhêre. di nav sînga şer de, ez her li vî bajarê ko gelekê bi min û qedera min dişbe, ko hûyeta wê jî bi hûyeta min dimîne, difkirîm. ez welê bawer bûm ko min ew dinasî, min her alî, tişt û milê wê keşif kirbûn. lê ez dibînim ko ez hê jî wê nas nakim, min hê jî ew baş keşif nekirye. min, piştî şer, hîn çêtir fahim kir ko ez nikarim bêyî sitembolê bijîm.

ev ne mumkine. sitembol bajarê mine, qedera mine, ezim...