1

«Jeladet Alî; «he suffers from the in evitable effects of long residence and training in constantiople, but he has the makings of a good man
Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 6 Xulek  586 Dîtin

şer, şerê cîhanê ê mezin, careke din, qa’da xwe ya esasî dyarî însan û însanyetê kir; mervên ko rê û rêçûna xwe li gora mirin û kuştinê bi rê dixînin, di nav xwîna xwe de digvizîn. dûzan û ahenga cîhanê, ji binî ve guherê, dewletên biserketê, îngilîstan, firanse û îtalya, niha, dûzaneke nû, li gora armanc, hedef û xwestekên xwe, didin cîhanê. alemanya, rûsya, dewleta osmanî û alîgrên wan têk çûne, dûzana wan hilweşyaye, ax û tixûbên wan ji hev kitne. nalîna şînê û bîhna dû û dûmanê ji wan radbe.

di nav vî agir û şewatê, dû û dûmanê de, qîmeta fotograf û wêneyan, yekcar zêde bûye. pevçûn û şer, mirin û windabûnê, yekcar, fotograf kirne tiştekî esasî yê jyana civakî. bi hezaran, deh hezaran, sed hezaran û milyonan merv di şerê bêhempa de, di berî û deştan, newal û gelyan, korit û kozkan de, di çya û dahlan de, bê gor û goristan, bê kefen, mirin û hatin kuştin. ew bê nav û nîşan, bê şop û şûv, bê wêne û foto çûn. «qet nebûya, hin wêneyên wan hebûna...» bi dû şer re, însanyetê ji sed hezaran malên xwedê mirê û kuştê qîrîn û nalînên weha bihîstin. «qet nebûya hin fotoyên wan hebûna, ew li ser dîwar, mase û refên kitêban li yên mayî binhêrtina... yên mayî jî li wan binhêrtina û bigotna, bavê me, mêrê me, birayê me, mamê me, xalê me eve... ew weha bû, jya û mir...»

mirnê nemrya fotografê bi bîr anye. însan û însanyetê niha baş bîr pê birye ko, fotograf vejandina miryane, herwekî ko filîsofekê firansiz gotye, vegera miryane. fotograf di navbera herdu cîhana de çûyn û hatne, hem bîr bi nemryê, hem bi mirnê birne. fotograf rawestandina wextî, dewr û dewranêye, li dijî dem û wextî şerekê bêhempaye.

loma jî, niha, merv li her alyê dinê, li ber deryên situdyoyên wênekêşan, di rêzê de ne. miryên wan, bêyî ko li پەێ xwe tiştekê bihêln, bê nav û nîşan, bê ro û sûret çûn. «qet nebe, bila ew welê nerin...» loma jê foto û fotokêşê, niha, yek ji meslegên herî baş, herî bi qezenc, herî maqbûl û herî bi «sewab» e. niha, piştî şerê kambax, herkes li پەێ ro û roçkê xwe yê nemre. herweha rêzên dirêj li ber deryên situdyoyên fotografkêşên sitembolê jî hatne pê. sitembol, paytextê dewleta osmanî ya têkçûyî, jî, piştî mirna dewletê, niha ketye پەێ nemryê û xwe li ser kaxzên reş û sipî «qeyd» dike.

mîna herkesê ko xwedî îmkanin, malbata bedirxanpaşazadan jî xwe li ser kaxzan qeyd dikin. hem mêr, hem jin, lê pirî caran ji hevûdu cihê. ew ji deverên şer, mirin û kuştinê vegeryane û li milekê xwe ji no ve didin hev û li milekê jî, bi qasê ko ji destê wan tê, xwe dikin nemir û wêne li ser wêne zêde dikin.

fotografa şeşemîn a romana bîra qederê di wan rojên hilweşîn, kefit û leftên dûzana no û demên rêzên dirêj ên li ber situdyoyên fotokêşan de tê kişandin. lê ne li sitembolê, li kurdistanê. ne di situdyoyeke fotokêşekê de, li bexçê maleke kurdî. ne ji alyê osmanî yan jî kurdekê, lê ji alyê zabtekê îngilîz, mêcer nî. êm. nu’êl.

li ser fotoyê du kesên nas hene; celadet û birayê wî kamuran alî bedirxan. herdu li pê, li kêleka hevûdu, li ber sitûneke sitûr a şaneşînekê seknîne. dar û berên bexçe bergeha fotografê dixemlînin. celadet li kamarayê, kamuran li alyê bexçê dinhêre. herdu jî bi simbêl, bi kincên swaran, lê bi kirawatin. porê herduyan jî, bi paş de, şehkirîye. celadet bi qasê çend tilyan ji kamuran dirêjtire û bi qasê çend tilyan li pêş wê rawestaye. şivekê swaran di destê celadet deye. kamuran, dest ber bi jêr, bi awayekê serbest seknye. ji rawestana herduyan dixuye ko celadet bêtir xwedî berpirsyarê û gotne. herdu bi rêz û rêzdarî seknîne. awrên wan cîddî, nêrîna wan kûre.

kincên ko wan li xwe kirne, no ne û ji kincên swar, rêwî, nêçîrvan û seydivanên îngilzanin. çaketên herduyan jî, ji navtengê, bi kemerekê, hatne şidandin. pantolon ji jor fireh, ber bi delingan tengin. kincên herduyan jî mîna hevin. kinc ne yên mintiqê ne, ne yên welatê osmanî ne jî. kincên wan yên ewrupayyanin. yanê du kurdên ji maleke navdar a kurdî, bi cil û bergên ewrupayê, li welatê bav û kalanin. du sitembolyên kurd li welatê kurdanin.

ji awir û nêrîn, cil û bergên wan, ji şiva destê celadet dixuye ko ew bi wezîfene girîng rabûne û rêwî ne. ew, ḧazir, xwe şidandî, ciddî, li ser rê ne. di geremola piştî şer de, di kefit û lefta avakirna dûzana no ya cîhanê de, ew jî li ser hin ryanin, li pey hin doz û dawanin. fotografa şeşemîn a romana bîra qederê, bi qasê mistekê be jî, rewş, alozî, dawe û dozên piştî şerê cîhanê nîşan dide. fotograf, bi bergeha xwe ya xuyayî û bi alyên xwe yên nexuyayî, hem ryên no yên li ber celadet û kamuran nîşan dide hem jî ryên no li ber romana bîra qederê vedke.

tiştekê din ê bergehê jî heye ko merv divê, ji bo temamkirna saloxdanê, beḧis bike; ji ber û pelên daran xuyaye ko dinya germe, wext, wexta dar û ber, gul û kulîlkane.

.